Rojnameya Ronahî

Hêza Laşkerî ya YDA li Suriyê

Derwêş M. FERHO

Serokê YDA (Amerîka) ragihand ku hêza xwe ya leşkerî ji Suriyê vedikşîne. Ev ragihandin bi rêya Tweetekê da zanîn. Ewê hêza xwe bikşînin, yan na di rojên pêş me de zelal dibe. Lê weha xuya ye, eger ew bi vî awayî Amerîkî rê ji êrîşên dewleta Turkiyê re ber bi Rojavayê Kurdistan heşkere vedikin. Lê, ewê Rusya, rejîm û Îran çi bikin?

Hebûna hêza leşkerî ya YDA li Rojavayê Kurdistan girîng bû. Rê li ber êrîşen hewayî, bejayî ji aliyê dewletên Turkiyê û Suriyê dihat girtin, statuya Rojavayê Kurdistan fermî nebe jî di qada siyasî de dihat pejirandin. Lê xuya ye ku paş têkbirina DAIŞê ji aliyê hêza Kurdî YDA jî mîna gelek dewletên din niyet in pişta xwe bidin Kurdan û wan dîsa bikin qurbana siyaseta xwe ya navdewletî. Dîsa Kurd dikevin nava xefka xiyaneta çendîn caran e û li meydanê ji bo gurên har tenha dimînin.

Peywendiyên YDA û dewleta Turk giringtirîn sedeme e ku ev biryar tê stendin. Ji ber ku hevkariya YDA û hêza parastina Bakur-Rojavayê Suriye, ku YPG-YPJ tê de ciyê xwe digrin, mîna şûjinekê dikeve çavên rayedarên Turk û ji destpêkê ve nerazîbûna xwe didin zanîn. Dewleta Turk ne ji temamiya vê hêzê aciz e. Derdê wê YPG-YPJ, hêza Kurdî ye. Ne ku YPG-YPJ sûcek di hember dewleta Turk de kiriye. Kurdbûna vê hêzê ye ku nayê qebûlkirin û mixabin, YDA di serî de, hemû cîhan bêdeng e. Bi vê bêdengiya xwe jî qirêja dewleta Turk dipejirînin.

Êrîş, zilm û dagîrkirina Efrînê berî çend mehan di bîra me de ye. Dunya di hember vê yekê de bêdeng ma, xwe kerr û lal kir. Dewleta Turk pirraniya xelkê Efrînê mecbûr hişt koçber bibe. Komên xwe yên terorîst di wira de li hev dane hev. Mal û milkê xelkê talan, dizî, xera kir. Ne Rusya, ne YDA, ne jî YE bi awayekî durust dengê xwe kirin. Ji demekê vir ve rayedarên Turk gelek gefan di hember herêmên din yên Rojava jî dixwin. Çend caran êrîş jî birin ser hin ciyan. Şehîd çêbûn, xelk hat qurbankirin. Talan û dizî ji aliyê hêza leşkerî ya Turkiyê û komên çeteyên vê dewletê dubare bûn. Dîsa bêdengî hebû û hê jî heye. Herçend e çend caran rayedarên YDA nerazîbûna xwe da zanîn jî tiştek nehate guhertin.

Federasyona Demokratîka Suriyê ne di dema Efrînê de û nejî niha li hêviya vê biryarê bûn. Hê xiyaneta Rusya li Efrînê bi Kurdan re kir taze ye. Niha jî ev biryar kete rojevê. Niha jî ev xiyanet dubare dibe.

Xuya ye beşek ji rayedarên YDA dixwazin peywendiyên xwe, NATO û Turkiye taze bikin. Wî beşê YDA serê xwe li ber gef û nerazîbûnên dewleta Turk tewandin. Kirrîna çekên nuh (Patriot ground-air missiles ji Raytheon) ji YDA bi buhayê 3,5 milyard dollar ji aliyê Turkiyê rê li ber çekên Rusya jî girt. Pirsgirêka Kirim li nabera Ukrayna û Rusya, Iran, rewşa Turkiyê di vê pazarê de ne. Çiqas ji siyasetmedarên YDA bi vê biryarê razî û kêfxweş in pirseke din e. Ji ber hin dengên din tên bihîstin ku bi vê biryarê ne hemfikirin. Çend senotorên ji partiya Republik û çendeke demokratan nerazîbûna xwe dan bihîstin. Wezîrê parastinê ^sitîfa xwe da. Wan da zanîn ku daxwaza Pentagon ne ev e. Wan da xuyakirin ku plana mayinê hebû û di wê çarçewê de kar dibû were kirin. Ev biryar ji aliyê Trump û ekîba wî hatiye dayin.

Rejîma dîktator ya Suriye, Îran û Rusya, bi vê biryarê çawa tevdigerin pirseke giring e. Gelo Rusya û Îran ewê çi bikin eger Turk bikevin herêmên din li Suriyê? Kêfxweş dibin yan na? Gelo ewê rejîm û hêzên Bakur-Rojava li peywendiyên nuh negerin di hemberê hêzên dagirker de?

Hêzên Bakûr-Rojavayê Suriyê di berxwedana xwe de bi biryar in û ewê di her qadî de bersiva êrîşên ji ku tên bila werin bidin. Ew dizanin ku ewê berxwedana wan bibe sedema gelek qurban û zererê. Serê xwe ji îxanet û bêbextiyê re natewînin. Serketin ya wan e.