Rojnameya Ronahî

Welatiyên Çilaxa li dijî gefên dagirkeriyê meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Meş û çalakiyên li dijî gef û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk yên derbarê Bakurê Sûriyê de dewam dikin.

Şêniyên navçeya Çilaxa li dijî êrîşên dewleta Tirk meşek li dar xist û dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir.

Meş ji qada navendî ya navçeyê dest pê kir. Di meşê de alên QSD, YPG û pankartên bi nivîsa “Na ji terora Erdogan re” û “Bijî biratiya gelên Sûriyê” hatin hildan.

Meş li qada navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de yek ji rêveberên PYD`ê Sirûr Şetî axivî û destnîşan kir ku şervanên QSD, YPJ/YPG`ê li dijî hemû hêzên terorîst li Sûriyê sekinîn û li ber xwe dan, hemû planên dijmin pûç kirin û bang li hemû gelan kir ku li dijî gefên Erdogan yekitiya xwe ava bikin.

Şetî diyar kir ku ew tu carî derfet nadin tu kesî ku xaka wan dagir bike û bang li hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan kir ku li dijî gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta dawiyê bisekinin û li ber xwe bidin…ANHA