Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê DAIŞ’iyên di destê QSD’ê de çi bibin?

22/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Li Idlibê gelo şerê dewletan destpêdike?
Share on FacebookShare on Twitter

Ezîz KOYLUOGLÛ

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka Trump got ku ew ê di demek kurt de hemû hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin. Ev gotinên Trump him li herêmê him jî di nava Emerîka de hejandinek daçêkirin. Ji xwe gelê herêmê dizanibûn hêzên ji derve hatine Sûriyê wê neçarbin derkevin. Lê ev li gorî hemû çavdêran wê piştî lihevhatina li ser Sûriyê û zelalkirina pêşeroja Sûriyê pêkbihata. Lê Trump ne li gorî herkesê li ser lihevkiribû, wek tê gotin li gorî Trump kir. Ev gotinên Trump ji rastiya li ser erdê tê jiyîn pirr dûre. Berovajî vê tê wateya destekdayîna terora DAIŞ’ê.
Wê herêm guhertinekî wiha bi carekî çiqas bikaribe pêşwazî bike, niha ev cihê gumanê yê. Wê ewlehiya herêmê di gelek aliyan de bixe bin metirsiyê. Yek ji wan mertisiyan jî grûbên veşartî yên DAIŞ’ê ku her roj li herêmê teqînan pêktîne. Ev çalakiyên ku bi armanca aramiya herêmê xerab bike pêk tên di rewşeyek wiha de wê zêde bibin. Ne tenê li herêmê wê bandora xwe li hemû cîhanê bike.
Dîsan DAIŞ heta niha jî beşek axa Sûriyê didestê xwe digre û direwşek wiha de dibe ku ev herêmên didestê xwe firehtir bike. Ev ne tenê li Sûriyê wê Iraqê jî bandoriya xwe bike, hebûna DAIŞ li Iraqê xurtir bike.
Ger li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşek pêk were -bi taybet gefên dewleta Tirk ya dagirker di vê demê de zêdebûye- wê hemû hevsengiya li hêrêmê biguherîne. Ne tenê Sûriye, wê bandorê li Iraq û welatê din yên Ereban bike. Dagirkirina herêmê wê li ser Erebistan û Îranê jî bandorê bike û herêma dagirkiriye wê bixwaze fireh bike.
Tê xuya kirin gotina vekişînê yê Trump wê di rewşa ewlehiya herêmê de guhertinek mezin çêbike. Îro li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di girtîgehan de bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê hene. Dîsa bi deh hazaran malbatên wan hene. Di rewşeke ku aramiya herêmê xerab bibe wê rewşa wan terorîstan çi bibe?
Niha ji bo parastina cihanê, Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê wek dîwarekî ketiye navbera terorê û cîhanê. Niha bi taybet dewleta Tirk ya dagirker dixwaze zêdetir terorîstan bikarbîne û dixwaze ev dîwarê QSD’ê rabike. Ji bo wê jî amadekariyan dike da ku êrîşî herêmê bike.
Ger diwarê parastinê yê QSD’ê yê lidijî terorê rabe, wê cîhan bikeve bin xeteriyek mezin. Niha biryara vekişîna leşkerên Emerîkî ji Sûriyê ev dîwarê li dijî terorê lewaz dike.
Niha nîqaşek wiha heye gelo rewşek awarte çêbibe wê terorîstên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çi bibe?
Yek; QSD, wê ji ber aloziyê nikaribe bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê di zîndanan de bihêle û neçare wan berde. Çawa li ser Tirkiyê re derbasî herêmê bûn, wan dîsa şandina Tirkiyê.
Du; Girtiyên DAIŞ’ê teslîmî rejîma Sûriyê bike û xwe ji wan xelas bike. Wê rejîma Sûriyê çiqasa vê yekê qebûl bike, ne diyare.
Sê; Hemû terorîstê DAIŞ’ê cezayê îdamê bide wan û wan înfaz bike.
Tê diyar kirin ev hemû tê nîkaş kirin. Di rewşek awarte de QSD, nikare wan li cem xwe bihêle û parastina wan bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.