Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vîna azad serketina misoger e

22/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Îdlib, Hirmiya ne kemilî
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Beriya çend rojan serokê Amerîka Trump ragihandin ku êdî ti hewceya mayîna Amerîka li saha Sûriyê nemaye û dê hêza xwe ji wê herêmê vekişîne. Vê birayara Trump derdora wî û hevlabendên Amerîka yên navdewletî xiste panîkê. Ji aliyê xwe ve Fransa û Ingiltire ev biryar weke ne di cih de pênase kirin. Her wiha wê ev biryara Trump gelên herêmê rûbirûyî xeteriyên cidî yên qirkirinê bike. Nûnerê Fransa yê NY destnîşan kir ku: pêwîste Amerîka aramiya herêmê, ewlehiya gelên herêmê û rêgirtina li ber vegereke muhtemel a çeteyên DAIŞ bixe hesabên xwe. Heman nûnerê Fransa yê NY tekez kir ku ew ê di nav hefteyên bê de ji bo parastina ewlehiya hevalbendên Amerîka li Sûriyê ku di nav de hêzên QSD jî hene kar bikin. Aliyê din ve Rûsya, Tirkiyê û Îranê vehesîna xwe ji biryarê re nîşan dan. Her aliyekî jî ev biryar sparte qaşo siyaseta xwe ya rast di herêmê de! Tirkyeya ku demeke gef û guran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe biryara Trump weke serketina dîplomasiya xwe nîşan da. Rûsyaya ku Tirkiyê dehfî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye diyar kir ku; biryar serketina siyasetên Rûsya nîşan dide. Îrana ku di bin barê sezayên Amerîka û hevalbendên wê de dikule, demildest berê xwe da Tirkiyê û bi serokê wê Erdogan re civiya. Derdê îranê şikandina ambargoya aborî û pêkanîna projeya xwe ya hîlala Şîî ye. Ji xwe rejîma Sûrî jî derdê wê desthilatdarî û tekûzkirina serdestiyan e.Li kêleka van hemû dengan qirecirek li nav saziyên stratejîk ên Amerîka hebû. Hemû saziyên sereke yên Amerîka ku di nav de pentagon, kongrês û wezareta karê derve hene biryara Trump hezim nekirin. Hemû saziyan destnîşan kirin ku wê biryara Trump Amerîka lawaz û bê prestîj bike. Ji ber vê jî bi awayekî bilez ketin nav hewldanên îqnayê ku Trump ji vê biryara xwe vegere.
Ji xwe di aliyê fezayî de gengeşe û şîroveyên dihatin kirin saheyek din a qireciran e. Her aliyek li gorî jêdera xwe ya hişmendî pêşniyar û lome dikirin. Di gelek nerînên derdiketin de bandora şerê taybet û perspektîva odeyên şerê derûnî ên MÎt`a Tirk ber bi çav bûn. Wek ku çawa rê li ber rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibe girtin, hinekan rejîm û Rûsya pêşniyar dikirin û hinekan jî xeta ku xwe spartiye îradeya MÎT`a Tirk pêşniyar dikirin. Qey te digot hemû riyên vê rêveberiyê bi vê biryara Trump re hatine girtin? Ma gelo Trump û Amerîka li kuderê bûn dema ku me xaka xwe rizgar dikir û diparast. Ma li Serê Kaniyê û Qestel Cindo Trump hebû? Serpêhateya berxwedana gelê me rave dike ku; ti carî hêza me xwe spartiye ti aliyên derve. Herikîna dîroka Şoreşa Rojava jî vê yekê piştrast dike. Qiwata ku xwe spartiye hêza xwe ya xweser û civak xwe esas girtiye, tekez li beramberî biryarên bi vî rengî bê altirnatîf namîne. Ji ber vê yekê gelekî girînge em rastiya şoreşa xwe nas bikin û bila pişta me bi hêzên me saxlem be. Ti carî nivînên xelkê bi qasî çiya, deşt û newalên me, me germ nakin. Heya vê rojê em bi vê baweriyê hatine, em ê ji vir û pê ve jî bi vê baweriyê statutaya xwe tekûztir bikin. Hîna çerxa vîna Berxwedana Serdemê digere. Serketina gelên birêxixtinkirî yên xwedî vîna azad li gorî zagonên gerdûnî jî
misoger e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.