Sîpan ŞÎNDA
Ji beriya du heftiya me qala sinsila Kurdan ya civakî kiri bû. Di wê nivîsê de me malbat, babik û mal vegotî bû. Di vê nivîse de ji emê li ser sinsila civaka Kurd dewam bikin. Sinsila civakên hemdem kurt e. Ji ber wê analîz kirina sinsila civakên hemdem ji vî alî ve hêsanîtire. Emê niha behsa pergala bûye bela serê Kurdan, eşîretê bikin.
Eşîret: Peyva eşîretê bi xwe ji zimanê Erebî tê. Rêxistin kirina civaka Kurd, demekî dirêj li dor pergala Eşîretê xwe rêk û pêk kiriye. Eşîr, ji komên kû bi sedan salane li gor irf û edetên kû wan hevve girê dide dijîn re tê gotin. Ji wê pergala kû li gor mejiyekî hevpar hatiye avakirin re ji Eşîret tê gotin. Eşîret, rexistinbûyîneka hişmendiya kollektîfe. Ev kollektîfiya henê ji pêdiwî û berjewendiyên hevpar tê. Dema pêdiwî yan ji berjewendiyên mirovan yên hevpar hebin, ji bûna van pêdiwiyên xwe pêk bînin û berjewendiyên xwe yên hevpar biparêzin, xwe bi rêxistin dikin. Di bingehê avakirina pergala eşîretê de parastina ewlehiyê, debara aborî, hîssa xwe girêdayî dîtina komekê ve, tevilbûna têkiliyên civakî heye. Ev pergala henê pergaleka hêsaniye û ne pêşketiye. Lêbelê pergalek wisa ye, rayên wê ketine di nava giyan û mejiyê civakê de û bi sedan salan xwe daye jiyan kirin. Ji aliyê rêxistin kirin û rêvebirina civakî ve çi rêgezên eşîretan yên nivîskî nînin. Di nava vê pergalê de ji rêgezên girber pitir rêgezên razber derbasdarin û ji xwe, ji ber vê evqas demekî dirêje bi awayekî evqas hêsanî xwe daye jiyan kirin. Di nav pergala eşîretê de parastina ‘kevneşopiyê’ hîmê herî girînge. Gelo ev kevneşopî çi ye û ji bo endamên eşiran tê çi watê? Di serî de li gor pergala eşîretê, parastina irf û edetên wan, rêz girtin û xwedî lê derketina bav û kalên wana ye. Ew, vê weke mîratekê ji xwe re dibînin. Ev kevneşopî, rêz girtina axayên eşîrê, guhdar kirina gotin û emrên wan, parastina namîsa eşîrê, parastina herêm û malê eşîrê, tevilbûna jiyana eşîrê, xwedî lê derketina nirxên eşîrê ye. Ne ev tenê, divê endamên eşîrê, rêgezên eşîrê di hindirê xwe de vehewîne û jiyana xwe li gor rêgezên eşîrê rêk û pêk bike. Divê endam ji cil û bergên li xwe dike heyanî rabîn û rûniştina xwe li gorî irf û edetên eşîrê bijî. Di jiyana eşîretan de nûjenî gelik kême û pergala eşîretê ji nûjeniyê re, xwe nûve kirinê re girtiye. Tiştên nû zû bi zû di nava pergala eşîretê de nayên qebûl kirin. Her endamekî eşîran xwe weke berevanekî vê pergalê dibîne. Her çend di nava vê pergalê çi rêgez û zagonên nivîskî nebin ji, ev ji bo endaman ne girînge.
Di nava vê pergalê de çi hêzên leşkerî yên fermî nînin. Lê dema mijar dibe parastina eşîrê û endamên wê, hemî zilamên eşîrê weke leşker û şervanin. Yê kû xwe ji vê bide alike, di nava pergalê de tê şermezar kirin. Di nava pergalê de sûc kollektîfe. Dema di nava du eşîran de şer derdikeve, hecgo hemî mêrên eşîrê sûc kirine tê qebûl kirin. Rêvebirina eşîretê ne ji kesekê tinê pêk tê. Lêbelê gotina serek eşîr hemî tişte. Axatî û serek eşîrtî ji babî digihê kurî yan ji birayî. Dema biryarên mezin bên standin serek eşîr bi axayên eşîrê re di şêwire, lê gotina dawî dîsa her ya serek eşîre. Di nava vê pergalê de xwendin gelik kême.





