Farûk SAKIK
Dema rûpelên dîrokê 12’ê Îlona sala 1980’ê nîşan dida, li Tirkiyê darbeyek leşkerî pêk hat.
Û ewroj gelên ku li Tirkiyê dijiyan rastiya Faşîzmê dîtin.
Çiqas şoreşger, welatparêz, demokrat hebûn girtin û avêtin zîndanan. 3 zîndanê navendî hebûn; Metrîs, Mamak û Amed.
Li zîndana Amedê kiryarên hovane li dijî şoreşgerên kurd û bi taybetli dijî girtiyên doza PKK’ê pêk dihatin.
Li derve jî, ji bo redkirin û tunekirina kurdan, siyasetek taybet ku ji navenda dewletê ve biryar hatibû girtin, dihat meşandin.
EWROJ…FAŞÎZMA EVREN
Salên bêdengiyê bûn.
Di sala 1982an de girtiyên doza PKK’ê ji bo şikandina vê bêdengiyê li rê û rêbazek têkoşînê digeriyan.
Di 14ê Tîrmeha sala 1982an de rêyek dîtin. Berxwedana “rojiya mirinê.” Ew roj li dadgehê ji pêşeng û damezrenerên PKK’ê, M.Xayrî Durmuş starta vê çalakiyê da. Û berxwedanê destpêkir.
Dema ku ji dadgehê vegeriyan zîndanê, ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Mustefa Karasu, Fuat Çavgun, Alî Kiliç, Bedrettîn Kavak û Hamîd Kankiliç jî tevlî rojiya mirinê bûn.
Kadroyên pêşengên PKKê, ji roja 45emîn û vir ve, rakirin nexweşxaneyê.
Roja 7ê Îlonê Kemal Pir, 12ê Îlonê Xeyrî Durmuş, 15 Îlonê Akif Yilmaz, 17 Îlonê jî Alî Çiçek, jiyana xwe ji dest dan.
Di rojên dawî de daxwazên wan hatin qebûl kirin. Wê demê Mustafa Karasû dijiya û hevdîtin bi wî re pêk hat.
Pîştî çalakiya rojiya mirinê bi dawî bû, girtiyan hin maf bi dest xistin û doza Kurdistanê jî derbasî merheleyek nû bû.
ÎROJ…FAŞÎZMA ERDOGAN
Sal û dem derbasbûn.
Piştî ku Rêber Ocalan di sala 1999an de dîl hatin girtin, li zîndana Îmrali pêvajoya tecrîdê destpêkir. Her çiqas hin caran ev tecrîd hatibe sistkirin jî, lê di dema dewleta Tirkiyê biryara qirkirina kurdan û tevgera azadiya Kurdistanê dida, ev tecrîd dişidand û bi rêber Ocalan re hemû têkilî qût dikir.
Di sala 2018an de tecrîd ji bo kurdan hat radeyek wisa ku dibûya midaxle bihata kirin û di têkoşîna azadiya Kurdistanê de çalakiyên cuda bahatana destpêkirin. .
Kurdistaniyan biryara çalakiyên greva birçîbûnê yên wekî berxwedana14ê Tîrmehê dan
Bi Leyla Guven çalakiyê destpêkir.
Di 7ê Mijdara 2018’an de Parlementera Colemêrgê ya HDP’ê û Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven ragihand ku, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Ocalan wê dest bi greva birçîbûnê bike. Û maratona berxwedana wê destpê kir.
Piştî ku Leyla Guven dest bi vê çalakiyê kir, demek şûnde jî li Ewropa û her deverên ku Kurdistanî lê dijiyan çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi dorveger destpêkirin.
Roj hat biryarên nû hatin girtin dibûya çalakiyên ku encam jê tê girtin werin destpêkirin. Biyara çalakiya “rojiya mirinê” dan.
Di destpê kê de ji girtiyên zindanan, ji şopgerên berxwedana 14ê Tîrmehê deng hat. Ji 27’ Mijdarê ve li seranserî zîndanên Kurdistan û Tirkiyê çalakiyên gerevên birçîbûnê yên bi dorveger pêk dihatin. 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 15ê Kanûnê de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin.
Dema ku wan dest bi vê çalakiyê kirin li Ewropa jî Kurdistaniyan amadekariya çalakiyek bi vî rengî dikirin.
Di 17ê Kanûnê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê ,15 Kurdistanî bi şîara “Tecrîdê bişkînin, Faşîzmê têk bibe, Kurdistanê azad bike” dest bi greva birçîbûnê kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê a bê dem û bê dorveger bi van 15 kesan destpêkir: Dîlek Ocalan, Gulistan Çiya Îke, Denîz Rojbîn, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Mehmet Nîmet Sevîm, Mûstafa Sarikaya, Mohamad Ghaderî, Denîz Surgut, Ayvaz Ece, Yuksel Koç, Kadro Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yapici.
Çalakgeran tevî Kurdistaniyan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li ber avahiya Konseya Ewrûpayê sedema çalakiyê anîn ziman. Digotin; “hetanî ku ev daxwazên me neyên bicîh anîn wê çalakiya me dewam bike.”
Îroj li gelek deveran ji bo şikandina tecrîdê cûr be cûr çalakî têne lidarxistin.





