Mihemed ŞAHÎN
Komara Tirk li ser esasên tunekirina civaka Kurd ava bûye. 95 sale siyaseta tuneker bê navber di meriyetê de ye. Temenê hikûmetan, temenê serokwezîran bi serkeftina siyaseta wan a qirker a ku li dijber civaka Kurd dimeşanîn ve girêdayî ye. Çiqasî Kurdan zêde qir bikin û zêde xwîna Kurd birêjîn ewqasî temenê desthilatdariya wan dirêj dibe.
Bi taybet piştî ku derbekarên 12’ê îlon 1980’an di çewisandin û teslîm girtina civaka Kurd de bisernektin hemû hikûmet bi îdaya çewisandin, têkbirin û teslîmgiritina civaka Kurd hatin ser kar. Hemûyan dixwest serkeftina ku derbekaran nekarîne bidest bixin ew bidest bixin. Hemû rê û rêbazên xwe yên kirêt ên hezar salî ceribanadin lê yek jî biserneket. Ew bixwe têk çûn û çûn sergoya dîrokê. Di encam de aborî têk çû û pergal xitimî. Wê têkçûn û xitimînê rê li desthilatdariya AKP’ê vekir.
Erdogan û hevalên xwe dizaniyan ku heke di şerê kurdan de israr bikin wê temenê desthilatdariya wan jî wekî yên beriya wan kin be û wê zûtir herin sergoya dîrokê.
Lewre, hikûmeta AKP’ê ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe bi paradîgmayeke nû dest bi kar kir. Qala guhertina pergalê kir, qala demokrasiyê kir, qala projeya endamtiya yekîtiya ewropayê kir, qala çareserkirina pirsgirêka Kurd kir, qala mafên mirovan kir, qala heq, hiqûq û edaletê kir. Bi saya vê paradigamaya xwe ya xapînok ji hemû beşên civakê û ji piraniya kesên lîberal piştgirî girt, pergalê dewletê bidest xist û desthilatdariya xwe qayim kir.
Di wê pêvajoyê de paradîgmaya AKP’ê ya serkeftina hilbijartinan rawestandina şer bû, aramî bû, nîqaşên demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd bû. Lewre beriya hemû hilbijartinan pêvajoya hevdîtinên Îmralî yên bi Rêberê Gelê Kurd re dest pêdikirin. Bi rica û minet, bi dana soz û bextên çareserkirina pirsgirêka Kurd agirbest dixwestin.
Di sala 2015’an de rûpoşa AKP’ê ket. Piştî ku rûpoş ket AKP vegeriya ser paradîgmaya xwe ya esasî ya hişmendiya 95 salî. Şirîkatiya AKP’ê û MHP’ê jî li ser paradîgmaya 95 salî ya ku tunekirina civaka Kurd esas digre pêk hat.
Lewre ji sala 2015’yan vir ve ye paradîgmaya AKP’ê ya serkeftina hilbijartinan jî guheriye. AKP ya ku beriya hilbijartinan agirbest dixwest niha beriya hilbijartinan şer dixwaze. Her hilbijartinek tê wateya geşkirin û kûrkirina şerê dijber Kurd. Her hilbijartinek tê wateya qirkirina civaka Kurd. Erdogan jî weke hikûmetên beriya xwe serkeftin û domdariya desthilatdariya xwe di çewisandin, qirkirin û teslîm girtina civaka Kurd de dibîne.
Pêvajoyên qirker yên beriya hilbijartinên pûşper û mijdarê yên 2015’an di bîra me de ne. Pêvajoyê dagirkirin, talankirin, wêrankirin û guherîna demografiya Efrînê yê beriya hilbijartinên 24’ê pûşper 2018’yan di bîra me de ye.
Niha dîsa em ketine pêvajoya hilbijartinan. Desthilatdariya Erdogan û Bahçelî di tengasiyê dene. Şerê wanê bêpîvanê yê dijber Kurd di 3 salî de ew anîne ber têkçûnê. Aborî têk çûye, pergal xitimiye û di qada navneteweyî de bê rûmet bûne. Hesab dayineke giran li benda wane.
Her ku 31’ê adarê nêz dibe tirs û xofa wan bilind dibe. Her ku tirs û xofa wan a têkçûnê bilind dibe hêrs û kerba wan a dijber Kurd jî zêde dibe. Her ku hêrs û kerba wan zêde dibe weke gayê Spaniyê ku sor bibîne êrîşê Kurdan dikin. Di tehdît, şantaj û gefxwarinên xweyên li ser civaka kurd û yên li ser muxalîfan de bêpîvan dibin.
Êrişên li ser Mexmûr û Şengalê, çavsoriyên wanên li ser Rojava nîşan didin ku hikûmeta Erdogan û Bahçelî serkeftina xwe ya hilbijartinên 31’ê adarê careke din bi qirkirina kurdan ve girêdane. Wisa xwiya dike wê careke din êrêşê Kurdan bikin, wê careke din Kurdan qir bikin û vegerin ji Tirkan deng bixwazin. Wê careke din hewl bidin bi xwîna kurdan sindoqan tijî bikin, ne bi dengan.
Ji sala 1980’an vir ve hemû desthilatdariyan xwestibû bi heman rêbazî temenê desthilatdariyên xwe dirêj bikin. Lê tu yek jî negihîşt armanca xwe. Her ku şer gur kirin, her ku zêde Kurd qir kirin, her ku zext û zordariyên xwe dijwartirk kirin temenê xwe jî ewqasî kin kirin. Tu yekî nekarî xwe ji qedera têkçûnê rizgar bike. Hemû yek bi yek çûn sergoya dîrokê.
Bêguman heman aqûbet li benda deshilatdariya AKP-MHP’ê ye.





