Medeni FERHO
Şerê li Rojhilata Navîn, şerê cîhanê yê 3. ne. Her kes di vê babetê de hemfikîr e. Lê, heta îro kesekî destpêka vî şerê qirêj, ku navenda wê bûye Kurdistan ne aniye ziman. Kurd jî, tenê di çarçoveya exlakê rojane de nirxandinan dikin. Rast e, exlakê rojane pîroz e, lê di siyasetê de ev exlak nîne.
Her kes, destpêka şerê 3. yê cîhanê, 11 Îlona 2011an, êrîşa li dijî kuleyên dubirak yên Emerîka dibîne, ev kêm e…
Piştî êrîşê, serokê Emerîka W. Bush “şerê xaçparêzî” dikirand, lê zû tê vegeriya. Şer, wekî şerê şaristaniyan jî hate binavkirin, lê negirt. Belkî dibin cilê de û derxistina DAIŞê, berhemê gotina “şerê xaçparêzî” be, lê eşkere nebû.
Piştî êrîşa li Emerîka, Emerîka li Iraqê, tenê bi hêza xwe haraket kir. Bi bihara Gelan re rewş hinekî zelal bû. Lê piştî ku Komploya Navneteweyî kirin rojevê, rewş guherî.
Komplo destpêka şerê 3. yê cîhanê ye. Lê pratîka şerê cîhanê, piştî tecrîdê ye. Bi tecrîda li Imralî re, çeteyên DAIŞê derketin holê. DAIŞê berhemê, hêzên global û herêmê ye. Dewletên herêmê û Ewropa jî, çeteyên DAIŞê destek kirin.
Dema çeteyên DAIŞê, Musil dagir kirin û berê xwe da Suriye û Kobanê, dewletên Ewropa, herêmê û Tirkiyê, bi desteka xwe ligel DAIŞê bûn. Bi derketina çeteyên DAIŞê re, hêzên wek Rusya û Îranê, derketin meydana cengê. Meydana cengê jî Kurdistan bû.
Her kesî digot, netewe-dewlet wê werin biçûk kirin û Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin di pratîkê de ye. Wexta ku, DAIŞ êrîşî nirxên mirovahiyê kirin û guhdariya efendiyên xwe nekir, hêzên global, bi taybetî Ewropa û Emerîka ketin nava tirsê.
DAIŞê, ji bilî Tirkiyê û Israîl li dijî her dewlet û lîderî gef xwarin. Piştî vê, Emerîka jî derkete meydana cengê. Êdî şerê cîhanê yê 3. bu holka berjewendiyan.
Tirkiyê, ji roja pêşî ve, dibin cilê de DAIŞ destek dikir, piştî DAIŞê li Kobanê têk çû, Tirkiyê bi hêza eskerî dakete meydana cengê.
Balkêş e, her kesî, bi taybetî Tirkiyê, digotin Haraketa Azadiya Kurd, PKKe, rêkûpêkiya Rojhilata Navîn xera dike, dixwaze sinorên 4 dewletan ji holê rake, peymana Sykes-Pîcot tune bike. Tirkiyê, yek carê, DAIŞê jî wek terorîst bi nav nekir. Piştî şikandina DAIŞê, dewleta Tirk bû xwê û kete agir. Geh li Musilê xwest DAIŞê bi parêze, geh xwest li Kerkûk û Mexmurê, geh li Kobanê xwest çeteyan biparêze.
Rêxistinên îstîxbaratên Ewropa, di raporên xwe de hevkariya Tirkiyê û DAIŞê eşkere kirin. Dîse jî, deng derneket, vê jî dewleta Tirk degel kir û kete nava haraketê, tiştê ku çeteyên DAIŞê nikerîbû bike, Tirkiyê kir. Pêşî Başûrê Kurdistanê dagir kir, behane jî perwerdeya çekdarên PDKê bû. Gelo, li 27 baregehan perwerdekirina çekdarên PDKê maqul e?
Piştre, Tirkiyê êrîşî Efrînê kir û herêm dagir kir. Ev her du dagirkerî berterefkirina Peymana Sykes Pîcot in, kesî deng nekir. Li gel vê jî, Emerîka di kesayeta Birêz Cemil Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan, li dijî pêşengên Haraketa Azadiya Kurd, biryara girtinê da.
Ev biryara Emerîka qonaxa duyemîn ya şerê cîhanê ya 3. ne.
Şerê sêyemîn yê cîhanê, ketiye qonaxek nû û kes nema dikare peymana Sykes-Pîcot biparêze. Sykes-Pîcot, rekihek polayî ya dîlgirtina gelan e. Tirkiyê hem hassasiyeta etnîkî, hem hessasiyetên teolojîk bikar tîne û êrîşî Kurdan dike.
Şerê cîhanê yê 3. vegeriya destîniya şerê yekemîn yê cîhanê û ketiye qonaxek trajîk. Ev qonax bi taybetî ji bo Kurdan û gelên li herêmê û tevahiya cîhanê kiriye rewşek dehşetengîz.





