Zekî BEDRAN
Dewleta Tirk eşkere kir ku wê êrîşî rojhilatê Feratê bike got ku ji bo vê amadekariyan dike û hêzên xwe li ser sînor komkiriye. Berî niha jî Erdogan li pêş ragihandinê û gelek platformandan de got ku wê êrîşî Bakurê Sûriyê bike û gelê li wir û saziyên demokratîk ku ava bûne belav bike. Erdoganê ku dibêje bila li Îdlibê agirbest bibe, çareseriya siyasî bê dîtin û koçberiya nû nebe, ji bo Bakurê Sûriyê jî ku herêma herî bi ewleye û gel bi hevre bi awayekî demokratîk û aştiyane dijîn qîr dike û dibêje ku wê dagir bike.
Di bin vê êrîşkariyê de dijmintiya li Kurdan heye. Me ev yek gelek caran anî ziman. Erdogan û koma wî timî dibêjin “Şaşitiya ku me li Bakurê Iraqê kir emê li Sûriyê nekin.” Li Bakurê Iraqê Kurdan statuya federasyonê bi destxistibûn. Ji bo Rojava gotin “wê Kurd bi ti awayî nebin xwedî statû û ev xeta me ya sor e.” Niha Bakurê Sûriyê rêveberiyeke herî baş ava kiriye, vê pêş dixe û ji bo hemû Sûriyê jî weke modelekê pêşniyaz dike. Projeyeke yekîtî û demokartîk ya Sûriyê pêşkêş dike. Tê gotin ku hemû gel, bawerî û çand bi awayekî azad xwe bi rêxistin bikin û bi nasnameya xwe bi hevre bijîn. Eşkere ye ku ev model hem ji bo Sûriyê û hem jî ji bo Rojhilatanavîn vebijarka herî azadîxwaz û mayînde ye.
Dewleta Tirk di vê dema ku DAIŞ ber bi dawiyê ve diçe artêşa xwe li ser sînorê Sûriyê komkiriye û dibêje ezê êrîş bikim. Ragihandin aniye ser sînor, raya giştî ya der û hundir ji bo şer amade dike. Lê belê Tirkiye tenê bi hêza xwe nikare ewqas bê perwa bibe. Bi taybetî peymanên veşartî yên Rûsyayê bi dewleta Tirk re rê li ber vê yekê vedike. Îran ji xwe dijminê Emerîka ye, rêjîm jî girêdayî Îran û Rûsyayê ye. Ev hêz dibêjin “bila dewleta Tirk êrîş bike û Bakurê Sûriyê belav bike. Emerîka û Koalîsyon jî çawa li Efrînê li hember dewleta Tirk helwest nîşan nedan û gotin me eleqeder nake û pêşiya dagirkirinê vekirin, niha dîsa Tirkiye zextê li wan dike ku bikevin heman rewşê. Emerîka wê heta kîderê bi Tirkiyê re li hev bike an jî pevbiçe ne diyar e. Lê Îran û Rûsya berê Tirkiyê didin ser Bakurê Sûriyê û hewl didin hebûna Emerîka ya li Sûriyê lewaz bikin. Êrîş û dagirkeriya Tirkiyê ew ê Sûriyê bixe nava pevçûn û aloziyê. Yên ku behsa agirbest û çareseriya siyasî dikin dema mijar dibe Kurd bêdeng dimînin.
Divê rewşê de bar dikeve li ser milê gelên Sûriyê. Hêzên serdest hewl didin ku berjewendiyên xwe biparêzin û bandora xwe ava bikin. azadî, demokrasî û bi hevre jiyana gelan ne xema wan e. Lê yên ku mayînde bibin û bi hevre bijîn gelên li ser vê axê ne. Divê hemû gel li dijî van polîtîkayên xwînî, tarî û berjewendîparêz şiyar bin û dest bidin destên hev. Tê zanîn ku gelê Kurd hê zêde zana û birêxistinkiriye. Her ku diçe Asûrî, Suryanî û Ereb jî tevli vê dibin. Di wan de jî danehev û ezmûnek ava dibe. Fêrî xwe bi xwe birêvebirinê dibin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzeke ku li ser wan hukum û serdestiyê bike nemaye. Di demeke kurt de ezmûna jiyaneke azad û demokratîk bidestxistin. Ji ber vê yekê di serî de Kurd divê hemû gel li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk bi rihê seferberiyê bikevin nava tevgerê. Divê destûrê nedin ku destkeftiyên wan bên tunekirin. Tirkiyê çeteyên bermahiyên DAIŞ û El Nusrayê jî girtiye cem xwe. Ev kom êdî ne Sûriyeyî ne û bûne hêzên paramîlîter yên Tirkiyê. Divê ji netewperestî û lîstikên ku gelan bi hev bidin qirkirin re destûr neyê dayîn.
Dema ku Tirkiye êrîş bike eşkere ye ku wê mirin û weranî pêk were. Azadî û demokrasî bi hêsanî nayê bidestxistin. Gelên Sûriyê şer naxwazin. Hêzên mîna dewleta Tirk şer ferz dikin. Ti mafekî Tirkiyê li ser Sûriyê tune ye. Hiqûqa navnetewî û hiqûqa dewletan didin bin lingan. Berdêla wê giran be jî ji bo ku hebûna xwe biparêzin divê li dijî hêzên zordest û zalim bisekinin. Ti gel ji hêzeke dagirker re nabêje kerem bike were û tiştên ku dixwaze bike. Yên ku ji bo azadiyê berdêlan didin, wê azadiyê biparêzin û li xaka xwe jî xwedî derkevin. Divê gelên Sûriyê hemû hêza xwe, bala xwe û dema xwe bide ser berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk. Divê her mal, her tax û her kolan bibe çepereke berxwedanê.





