Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gel li hember zulmê bi biryar e

18/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gel li hember zulmê bi  biryar e
Share on FacebookShare on Twitter

Hozan SEYÎDXAN

Roj bi roj û her ku diçe zindanên rêjîma desthilatdar a AKP ê, werdigere navendên zulim û îşkençê.
Rêjîma faşîst a deshilatdara Akp ê ku vê zulim û zorê ji xwere weke metûtekê li dijî girtiyên kurd û azadîxwazan pêk tîne û hemî deriyên deng birînê li ber girtiyan asêkirine. Çima tercît di ser hemû pirsgirêkanre girinktir tê girtin, ji ber ku ev rengê tecrîd heman demê tê wateya tecrîda li ser civak, ziman û hebûna kurdan, kesayetên siyasî û girtiyên azadixwaz. Wek ku tê zanîn tecrîda li îmralî di çarceveya siyasî ya herî giran pêk tê. Ji ber vê egerê Kurdistaniyên li welat û yên li derveyi welat ji bo protestokirin û şikandina tecrîda li ser rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan li gelek dever û navendan ketine girevên birçîbûnê.
Çalakgirên grevên birçîbûnê dibên heta ku ev tecrîd bi dawî nebe ewê heman çalakiyên xwe bi zexim û hê xurtir bidûmînin. Wekîla kurd Leyla Guven dema ku biryara greva birçîbûna bê veger da, di destpêka peyama xwe de wiha anî ziman, “ez di çalakiya xwede xwedî helwest û biryarim, em weke jinên kurd da ku vê tecrîdê perçebikin bedel çi dibe bila bibe emê xwe ji vê tekoşînê re bikin pêşeng dîsa jî yên ku wê bi ser bikevin em bi xwe ne.”
Leyla Guven bi vê çalakiya xwe, misoger kir ku ti car dîwarên zindanan nikarin dengên azadîxwazan bibirrin, çawa ku di berxwedana zindana Amedê de Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş‘an bi çalakiya xwe ew dîwarê zulim û zorê hilweşandîn û bi dirûşmeya berxwedan jiyane bi miloyanan gel li dû xwe şopandin, va îro jî bi miloyonan gel bi durûşmeya “em sîstema îmraliyê hilweşînin, bi rêbertiya xwere azad bijîn” heman berxwedan berdewame.
Gel dibêje dem dema xwedî li xwe û li rêbertiya xwe derketinê ye. Îroj li hemî qadan girseya gelê kurd ji bona şikandina tecrîdê li ser piyan e, hunermend û ronakbîr jî bi tevlêbûn û helwesta xwe ya van çalakiyan de dikarin roleke , xwe a pozitîf bilîzin. Ev jî tê wê watê ku bi şikandina vê tecrîdê re dawî li qirkirinên siyasî û çandî jî tên.
Rêjîma AKP‘ê bi kiryarên xwe yên derî mirovatiyê ku êdî ne tenê Kurdsitan her wiha temamê Tirkyê xistiye zindaneke dorpêçayi û di Rojhilatanavîn de weke dewleta herî zulumkar û mafxur tê nasîn, ger çi bibe jî bila bibe wê ev zulim û zor dewam neke û xuyaye ku gelê kurd bi bexwedan û têkoşîna xwe xwedî biryare ku ewê vê pêvajoyê wergerîne pêvajoya azadî û serkeftinê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.