Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwe parastin mafekî herî rewa ye

18/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bakurê Sûriyê  neçare demokrasiya xwe kûr bike
Share on FacebookShare on Twitter

Avesta AMARGÎ

Em di demeke wisa de derbas dibin, mirov her kêliya ku tê de dijî, hewcehî bi analîzên Rêber Apo yên di derbarê tekoşîna gelê Kurd û rojhilata navîn de kirine dibîne. Ya ku gelê Kurd, û rojhilata navîn ji vê qirîza tê jiyîn rizgar bike jî dahûrandin, tespît, tehlîl û rêya çareseriya ku Rêber Apo pêşkêş kirî ye. Rêber Apo, di dahûrandinên xweyî dema derbas bûyî de li ser bûyîna xwedî hêzê gelek radiweste. Ji bo şerê şoreşgerî yê li Kurdistanê dest pê kiriye jî li ser bingeha tespîteke wiha dide rûnişkandin. Rêber Apo wiha dibêje; ‘Ger hêza me bi qasî em dinyayê fetih bikin hebê jî, em êrîş nakin, lê ger dinya werê ser me, emê heya dawî li berxwe bidin û parastina xwe bikin.” Ev perspektîf li gor rewşa niha li Kurdistanê tê jiyîn derbasdare.
tevgera azadiya kurdistanê, roja ku dest bi tekoşînê kir û şûnde şer, li ser hişmendiya bîra, xwe parastinê dest pê kir. Di ser vê tekoşînê re 40 sal derbas bû, lê hîna jî tekoşîn bi hemû dijwariya xwe li her çar perçeyê kurdistanê, bi vê hişmendiyê berdewam dike. Rêber Apo, di gelê Kurdistanê de, hişmendiya parastinê, serî de di fikir, bawerî û hêvî avakirinê de ava kir û ev yek bi awayekî mukemel bi serxist. Derketina tevgera Apogeriyê, ji bo gelên Kurdistanê, beriya her tiştî derketinekî xwe parastinê bû. Ango bi parastinê vegera li hebûna xwe bû. Ev heqîqet, bi kedeke bê hempa ya Rêber Apo re, bi ser ket. Ev meşa gelê Kurd, ku weke meşekî meratonî hate bi navkirin li ser bingeha xwe parastinê û pêşxistina parastinê bi pêşde çû. Di vê meşê de li ser gelê Kurd û tevgera wê, hêzên dagirker bi hezaran rêbaz ceribandin, da ku ev meş bi sernekeve, lê tu rêbaz nehat bi serxistin, ji ber gelê Kurd êdî çeka xwe parastinê fêr bûbû. Dizane êdî, wê çeka parastinê li kuderê, hemberî kê û çawa bi karbîne.
Gelê Kurd, bi gelek bedelên giranbuha hişmendiya parastinê, avakir û xwe gîhand van rojan. Ev avakirin, li xweşa tu hêzekî ku tiliya wan di dagirkirina Kurdistanê de heyî ye neçû û naçe. Pergala kapîtalîst, hişmendiya nijedeperest û dewletparêzên qirker, roja îro li hemû Kurdistanê hêza êrîşkirinê xistine dewrê û bi van êrîşan jî, dixwezin kurdistanê, ji hişmendiya parastin û xwebûnê qut bikin. Ji bo vê bikin, çi ji destê wan tê dikin. Dîsa Rêber Apo di parêznameya xweyî dawî de girêdayî parastinê diyardeyek din wiha aniye ziman; Ger civakek ne rêxistin kirî be nikare xwe biparêze, ger nikare xwe biparêze, wê weke mirîşka serîjêkirî lê werê.’
Ev diyarde raste rast rewşa rojavayî Kurdistanê ango Bakûrê Sûrî radixe ber çavan. Eger gelên Bakûrê Sûrî, asta rêxistinkirina pergala xweyî heyî baş di nava ahengiyekê de biherikîne û di ronahiya perspektîfên Rêber Apo de biparêze, wê her êrîşa ku pêşbikeve mahkûmî binkeftinê û vala derxistinê bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.