Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girîngiya Şaredariyên Bakur (2)

17/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Camiya Emewî nebû, ya Kolnê heye
Share on FacebookShare on Twitter

Burhan ERDEM

Di nava xirecira îktidarê de, mijara hilbijartinên herêmî yên li Bakur û Tirkiyeyê li paş dimîne. Lê xweş tê zanîn ku, tirseke wendakirinê ya vê îktidarê tunebûya, wê ewqasî bi şaşaa êrişî kurdan nekiriba. Şaredariyên Bakur li aliyekî, li metropolên mezin ên Tirkiyeyê jî, li gorî salên borî şanseke mezin a serkeftina HDPê peyda bûye. Li hin bajaran, dengên HDPê roleke kilît dilîze. Ango HDP bi kê re be, destekê bide kîjan namzedî, wê serkeftin a wî namzedî be.
Niha li Tirkiyeyê belediye, îdareya taybet a bajaran û gund weke sê saziyên rêveberiyên herêmî di jiyana mirovan de cîhê xwe digrin. Tevî vana, belediyeya bajarê mezin jî di salên dawîn de weke modeleke nû ketiya jiyana mirovan. Gund û belediye ji bilî rêveberiyên herêmî weke îdareyên civakê jî tên nirxandin. Cihêtiya di navbera van îdareyan de tenê li gorî nufûsa wan tê kirin û vana xwediyê îdareyeke mahalî ne.
Lê Îdareyên Taybet ên Bajaran xwediyê cihêtiyeke girîng e. Sehaya faaliyeta Îdareyên Taybet ên Bajaran, sînorê hemû bajêr digre nava xwe. Û faaliyetên wê ne li gorî nifûsê, lê li gorî faktorên, îdarî, civakî û ekonomîk, ji aliyê rêveberiya navendî ve tê tayin kirin. Yanî bi gotineke din, gund û belediye li gorî civaka mirovan hatine sazkirin, lê Îdareyên taybet ên Bajaran ji jor ve û bi awayekî sûnî hatine tayînkirin.
Niha li Tirkiyeyê 30 belediyeyên bajarên Mezin hene û 51 belediyeyên bajaran hene. Hejmara belediyeyên navçeyan 919 ye û hejmara belediyeyên nahiyeyan 397 e. Herwiha li Tirkiyeyê 18333 gund hene ku ji bo van gundan muxtar tê hilbijartin. Li her bajarî jî Îdareya Taybet a Bajêr heye ku hejmara vana jî 81 e. Lê ji vana gişan zêdetir bala herkesî li ser şaredariyê ye. Lewra xwediya hêzeke mezin a rêveberiya navçe û bajaran e.
Ji ber koça van salên dawî û bi taybetî ya piştî hewldana darbeya ku AKPê veguhezand ya xwe, li 81 bajarên Tirkiyeyê nifûsa kurdan zêde bû. Hin bajarên anatoliyê -yên wisa adetî bi rastgiriya Tirkiyeyê re ne- ne di navê de, li her bajarê Tirkiyeyê, rêjeyeke bi qasî ji % 10 a potansiyel dengên kurdan peyda bûne. Herwiha beşên civakê yên di van salan de bûne maxdûrên îktidarê gelekî zêde bûne. Ev hemû dikarin ji HDPê re bibin dengên protestoyê ku yên kurdan ên adetî lê were zêdekirin, rêje gelekî zêde dibe.
Hê di bîra me de ye ku di demekê de kes ne li bendê bû çawa rêjeya dengên HADEPê zêdebûbû. Hilbijartina yekem a kurdan xwe lê nîşan dabûn ew hilbijartina herêmî ya tevî hilbijartinên parlamentoyê di 18 nîsana sala 1999an de pêk hatibû.Di vê hilbijartinê de 20 partiyên siyasî daketibûn qada bezê û di nava van partiyan de HADEP jî hebû. Cara pêşîn siyaseta kurd 37 belediyeyên bajarên Kurdistanê bi destxistibûn. Ev yek jî mijara herî derkete pêş a vê hilbijartina herêmî bû. Di salên pey re de, êdî derxistina namzetên serbixwe, li ser vî esasî hatibû danîn û ev yek her bilind bûbû ku di 2015an de gihaştibû lutkeyekê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.