Derwêş M. FERHO
Ludo De Brabander, di pirtûka xwe ya nuh, Utopya Kurdî de, balê dikşîne ser rastiya vê demê.
Bi deh salan e ku li hember Kurdan, Tevgera Azadiyê û pêşengên wê de propagandeyeke kûr û demdirêj tê kirin. Ev dijminahî ne bes ji aliyê dezgeha dewleta Turk dibe. Alîgirên wê, xwedîgiravî rewşenbîr, akademisyen, rojnamevan û nivîskarên wê jî di nav vê tomika bêbextiyê de ne.
Li Ewropa, kampanya van hêzan bê navber darîçav e. Hemû derfetên xwe bi kar tînin ku qirêjî, zor û îxaneta di hember Kurdan de ji raya giştî veşêrin. Weşana 200 rûpelî , ji serî heta dawî derew, înkar, xap, dep û dolabên hêza tarî ya dewleta Turk nîşana vê yekê ye ku Ludo De Brabander dest bi lêkolîn û gerînên xwe li ser pirsgirêka Kurdî dest pê dike. Yekemîn car tev komek hevalên xwe bi trêna aştiyê ya Musa Anter diçe Amedê. Amed, Mêrdîn, Midyad, Mizîzex, Cizîr, Şirnex, Batman, Sêrt, … Bi kesayetî û saziyên Kurd re axaftin, guhdariya wan kirin û vegeriyan. Dewlet û medya Turk ew bi navê “terorîsten aştiyê” tohmet kirin. Ji wê rojê û paş re di her fersendê de, derfetên xwe bi kar anîn û li ser rastiya pirsgirêka Kurdistanê rawesta.
Utopya Kurdî, pirtûka nûh ya Ludo De Brabander e ku ji aliyê EPO hatiye weşandin. Bi awayekî fereh û kûr, bi çavekî objektîf vê mijarê şîrove dike. Utopya Kurdî, xewn û daxwaza tevgerek ji bo civakek têr perspektîf, pêkanîna dezgehek û jiyanek bi hevra ku bersivê dide pirraniya pirsgirêkên wê civaka Kurdistanê. Civaka ji Kurd, Suryanî, Asûrî, Kildanî, Turk, Ereb, Çerkez, … Islam, Mesîhî, Êzîdî, Alevî, … pêk hatiye. Di hemû qadên jiyanê de parvekirina demokratîk a îdarê heye. Li her cî û ji bo her mercî jin û mêr riknê vê utopyayê bi hevra dideynin.
Utopya Kurdî, bi bîr û bawerî, bi îdeolojiya birêz Abdullah Öcalan hatiye xemilandin. Rêzdarî ji her gel, ol, bîr û bawerî re heye. Her gel û ol li ser esasê pêdiviyên xwe di nava civaka herêmê jiyana xwa dihûne. Lê ev hûnandin di heman demê de li ser esasê ku cîran jî hene û hesabê wan jî were girtin dibe. Perwerde bi zimanê dayikê dibe û her gel ji pêkanîna vê bernamê bi zimanê dayikê berpirsiyar e. Ango, tiştê li Rojava û Bakurê Suriyê di vê demê de ava dibe, ji gelek ciyên Ewropa pêştir e. Di herêmên ku hê jî di bin nîrê Îslama radîkal de û feodalîzmê de dijîn pêkanîna vê utopyayê ne hêsan e. Lê weha xuya ye ku Kurd vê projê serketî bi rê ve dibin.
Ludo De Brabander, bi awayekî objektîf, zanistî, li ser Tevgera Kurdî dinivîse. Têkoşîn, serketin, pêkanîn û bidestxistinên Kurdan li Bakur û Rojava şîrove dike. Di heman demê de jî li ser rewşa Başûr û Rojhilatê Kurdistan jî bîr û baweriyên xwe dibêje. Bi awayekî dostane Tevgera Azadiya Kudistan û hedefên wê dide nasîn û hêvî û gomanên xwe jî dinivîse.
Di nav pêşgotinê de jî baweriya wî bi guhertina tewra cîhanê liser pirsgirêka Kurdî û pêşengên wê heye. Mîna Nelson Mandela û Yaser Arafat ku di destpêkê de terorîst dihatin dîtin, lê paşê bûne qehremanên xwedî Nobela aştiyê ewê rêberê Gelê Kurd û pêşengên wê ku niha têkoşîna azadiyê bi rê ve dibin jî bi heman nîşanê werin xelatkirin.
Utopya Kurdî, Ludo De Brabander (Qanûn, 2018)





