Rojnameya Ronahî

Rewşenbîr

Sîpan ŞÎNDA

Di nivîseka beriya niha de me qala entellektûelan kiribû. Îro ji emê behsa rewşenbîran bikin. Ya rast ev nivîsên wiha qiyasê dixwazin. Lêbelê ji ber kû ewqas rê di quncikî de nîne, me nekarî em di nivîsekê de devjeniya vê mijarê berfireh bikin.

Rewşenbîr, kesê kû li ser çand, dîrok, civak, polîtîka nirxandinan dike, dixwîne, dinivîse, lêkolînan dike, rexne dike, li ser pirsgirêkên civakê û yên serdema xwe mijûl dibe, serê xwe pêve diêşîne, analîzan dike, şaşiyan de tîne ziman û devjeniya şaşiyan dike, ji bo civak pêjve biçe di nava livê de be, ji bo pêşeroja civakê xwediyê hizir û ramanên nû be. Rewşenbîr, finda civakê ye. Ew her tim tiştan têkve dide û ji bo civakê li tişta baştir digere. Rewşenbîr bi van teybetiyên xwe dibe eynika serdema xwe. Rewşenbîr ji dîrokê tê. Ger mirov li ser wateya peyva rewşenbîr ya razber bisekine, di hemî serdemên dîrokê de kesên kû ev peywir girtine li ser milê xwe di nava civakê de hene. Lê rewşenbîr, ji aliyê şibandin û xwesiriyên xwe yên di çarenûsa dîrokî de teybetmendiyên xwe yên xweser û têkildarî wan hene. Rewşenbîr, di dîrokê de xwediyê îmajeka bi ked û keft û lefta xwe ya xweser dest xistiye. Ev dest xistin û îmaja henê ne keda rojekê ye.

Di nava pêvajoyê de ev îmaja rewşenbîr distîne dipijê. Wateya peyvê bi xwe ji di nava demê de carna teng yan ji firehtir dibe. Rewşenbîr, her di çi demê de be bila bibe, di nava kîjan ol yan ji civakê de be bila bibe, ew her tim serkêşê dema xwe ye. Bi ramanên xwe ew hemdemê serdema xwe ye. Ji civakzaniyê ve ev peyv dema tê nîşe kirin, rewşenbîr di nava civakê de weke aktorek civakî derdikeve pêş û ew xwe di nava civakê de dide diyarkirin. Di nava bûyerên civakî de rewşenbîr, her tim xwediyê gotin û mîsyonekê ye. Rewşenbîr ne di nava hîyerarşiyekê de ye. Ew ji hîyerarşiyan vedere. Ji xwe mîsyona rewşenbîrî bi xwe çi hîyerarşiyan qebûl nake. Mîsyona rewşenbîrî ewe kû her tim di nava vekolînê de be. Ew her tim li dûv tiştên nû ye. Sekna rewşenbîrî ya civakî, ehlaqî, siyasî, hizrî heye. Ev sekna henê wî têxe kirasê rewşenbîriyê de. Kirasê rewşenbîriyê ne kirasekî tenge, lêbelê hemî kes nikare vî kirasî ji li xwe bike. Rewşenbîr bê minete. Çi mineta ji kesê qebûl nake, tişta kû ew ji dike nikare bike minet.

Kesê li gor hîyerarşî û hesten minetê bi live, ew nikare rewşenbîriyê ji bike. Rewşenbîr her tim ji tiştên otokratîk nerazî ye. Li hemberî van kiryaran xwedî gotinin û rexnedarin. Ew îktîdarên kû dixwazin weke ewrekî reş û tarî li ser civakê koneke vegirin, her tim di serî de rewşenbîrî li pêjberî xwe dibînin. Eva henê di nava dîrokê de bi awayekî girber hatiye eşkere kirin. Di kevneşopiya rewşenbîriyê de bi sedan mînakên wan hene. Rewşenbîr her tim weke mertalekî li hemberî zor û zext û kiryarên îktîdaran sekiniye. Rewşenbîrî gelik caran sergum xwariye, gelik caran ketiye di girtîgehan de, gelik caran li rastî gefên îqtîdaran hatiye, gelik caran zor û zehmetî kişandiye, lê tu caran li hemberî şaşî, neheqî, zilm û zordariya wan serî netewandiye. Riya rewşenbîrî rêya azadiyê ye. Ew her tim azadiya kes û civakê dixwaze. Nabe kû rewşenbîr ji pirsgirêkên serdema xwe yên civakî, polîtîk dûr bimîne. Divê ew xwê ya hemî giraran be, tiliya xwe bike di hemî kunan re.