Rojnameya Ronahî

Li eniyên Baxozê û Hecînê şer girane

QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. Li gorî vê yekê, 121 terorîst hatine kuştin û 3.126 sivîl jî hatine rizgarkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), li ser bîlançoya 24 saetên dawî ya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“ENIYA BAXOZÊ:

Terorîstan bi çekên giran û sivik nuqteyên şervanên me topbaran kirin, paşê jî hewl dan êrîşeke mezin pêk bînin. Şervanên me bersiva êrîşan da û şerekî giran rû da. Di şer de terorîstan derbên giran xwarin, kuştî û birîndarên wan çêbûn. Her wiha miqdarek çek û cebilxane û erebeyeke bombebarkirî ketin destê şervanên me.

Danê nîvro, şerê giran qewimî, terorîstan hemû çekên giran û sivik û siûqast bi kar anîn, şervanên me jî bersiva êrîşan dan.

Danê êvarê, şervanên me avêtin ser bargehên terorîstan û hejmarek ji wan kuştin û yên din reviyan. Şervanên me li vê eniyê her bi pêş ve diçin. Tevî rewşa nebaş a hewayê jî 23 nuqteyên din ava kirin.

Li aliyekî din ê heman eniyê terorîstan êrîşî navend û nuqteyên hêzên me kirin, hêzên me bi lehengî bersiv dan êrîşê. Li ser vê yekê şerekî giran di nava 4 saetan dewam kir. Di encamê de hejmarek terorîst hatin kuştin û birîndarkirin.

Terorîstan hewl dan ji nû ve xwe komî ser hev bikin da ku amadekariya êrîşa sêyemîn bikin, lê şervanên me bi dijwarî li baregehên terorîstan xistin. Di encamê de şerekî giran rû da, terorîstan hemû çekên sivik û giran bi kar anîn, lê şervanên me hemû êrîş têk birin û bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndarkirin, yên din jî reviyan.

Li deverên din ên heman eniyê şer giran e. Terorîstan çekên giran û sivik, topên hawan û fuze bi kar anîn. Şervanên me hemû êrîş têk birin û hejmarek terorîst hatin kuştin û birîndar bûn. Li aliyekî din balafirên Koalîsyona Navdewletî baregehên terorîstan kirin hedef.

ENIYA HECÎNÊ:

Li vê eniya ji danê sibehê ve şerê giran di navbera şervanên me û terorîstên DAÎŞ’ê de rû dide. Terorîstan êrîşî nuqteyên şervanên me kirin û şerê giran derket. Di encamê de bi dehan terorîst hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. Li vir miqdarek çek ket destê şervanên me. Şervanên me her wiha 35 nuqteyên nû ava kirin.

Terorîstan careke din bi hemû cûre çekên giran û sivik êrîş kirin. Di encama bersivdana şervanên me de bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndarkirin. Şervanên me li vir bi 2 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Her wiha 3 hezar û 126 sivîl ku terorîstan wan wekî mertalên zindî bi kar di anîn rizgar kirin û ew derxistin cihên bi ewle yên rizgarkirî.

BÎLANÇOYA ŞERÊ ROJEKÊ

-Hejmara kuştiyên terorîstan: 121

– 44 baregeh hatin rûxandin, 1 doçka û 1 erebeyeke bombebarkirî hatin teqandin. Her wiha 7 rêyên leşkerî ku terorîstan bi kar di anîn hatin qutkirin.

– Çekên ketin destê şervanên me: 3 kalaşnîkov, 1 espagno, 2 erebeyên bombebarkirî.

-Derbên balafirên Koalîsyona Navdewletî li DAÎŞ’ê xist: 50 derbe.”