Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hişmendiya Erdogan cewherê dewletê ye

15/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Îdlib, Hirmiya ne kemilî
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Dîroka aloziya Sûriyê mirovan fêr dike ku kêliya tê jiyîn li gorî pêşketinên hinek şert û mercan xwe diguhere. Lê navnîşan dîroka aloziya Sûriyê ji celadê gelên Sûiryê pirtir dîktator Erdogan e. Bi qasî ku serokçeteyê Tirk bandor li pêvajoya aloziya Sûriyê kiriye, celadê Sûriyê nekiriye. Tiliya wî di hemû xwîna ku li vî welatî rijiye de heye. Çiqas komên çete yên terorîst li ser vê xakê hene, wî xwedî kirine û piştgiriya siyasî, leşkerî û lojistîk daye. Ango şoşbanê terorîstên Sûriyê û cîhanê serokê AKP Erdogan e. Bi her pêşketineke hêzên demokratîk li ser vê xakê re mudexeleyek wî ya xilaskirinê çêdibe. Di oxira parastina kurtêlxwarên xwe de bedelên giran li ser hesabê gelên Kurdistan û Tirkiyê dide. Êdî civaka Tirkiyê di bin dên û kirîzên civakî de fetisandiye. Ji xwe sedem û organîzatorê kaosan e.

Erdogan hemû hebûnên xwe bi riya itîfaqan jiyanî kiriye. Him bi hêzên hegemon ên xwedî bandor û him jî bi çeteyan re itîfaq dike. Li Tirkiyê aboriya welêt bi serdestiyeke hiyarerşîk xesib kiriye û bazirganiya xwe ya narkotîk, senayiya çekan, neft û mirovan bi rê ve dibe.

Di çarçoveya gefên Erdogan ên bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, diyar bû ku wê di demeke nêz de peymana projeya hilberîna hîlokopterên Atak ên pêşketî û tanga Altay bê muhrkirin. Her wiha Erdogan diyar kir ku wê dest bi hilberîna fûzeyên Kiroz û gelek cureyên din ên kuştina mirovan bike. Vê zihniyeta Erdogan û malbata wî ya serdest bandor li rêbaza desthiladariya li Tirkiyê kiriye. Piştî ku hemû serdestiyên Tirkiyê di şaneya malbata Erdogan de kom bûn, siyaseta xapînok a ku sernavê wê demokrasî û aşîtî bû hate deşîfrekirin. Bi serdestiya li ser şîrketên çek, neft, gaz û fihûşê civaka Tirkiyê di nav aloziyan de xeniqandin. Ji berjewendiya wan e ku alozî dewam bikin. Yan dê çawa wê hilberînê xerc bikin? Eger ne ji çeteyên nola DAIŞ, Elqayîde û hinek xinizên Kurdan bûya wê Erdogan çawa nifta Îraq, Başûrê Kurdistanê û Sûriyê bidiziya? Ji bona ku van têkîliyên xwe rewa bike û diziya xwe meşrû bike berê xwe da itîfaqa bi Rûsya re. Itîfaqa Gaz Streem bi Rûsya re jî di wê heyamê de pêk hatiye. Li aliyê din ê itîfaqê him amûr û alavên çete û him jî çîna mafyoz a Pûtîn serdest e.

Dema ku ev elementên han di hundirê yek qoşxaneya berjewendiyan de digihin hev, ji şêweyê çors a dewleta heyî wêdetir, cewherê hişmendiya kirêt a dewletê tê vedîtin. Ango komek rêbir, çete û cerdevanên sîstema hegemon in. Ji bona ku jiyînî bin berê xwe didin rêbazên talan, asîmîlasyon, xapandin û şîdeta fîzîkî. Ger mirov van gef û gurên Erdogan yên vê dawiyê ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê çarçoveyê de binirxîne, tekez wê encam zelaltir û rastir bin. Ger mirov jî dîroka têkîliya rejîmên Tirkiyê ji 1923an û vir de bi komên çete û Rûsya re vekole, wê bi awayekî têrker rewşa roja me ya îro û dagirkeriya li Efrînê bê vegotin. Rejîmên Tirkiyê bi riya afirandina girûpên çete her bûye jêdera aloziya herêmê. Ti caran ne osmanî û ne jî Tirkiyeya cumhuriyetê bi Rûsya re ketiye aloziyê. Berovajî wê, Rûsya û çeteyan Tirkiyeya 1923an bi itîfaqa Lozanê re afirandin. heyanî ku sîstema Erdogan li ser sehna desthilatdariyê be wê aloziyên herêmê bidawî nebin. Ancax bi qelandina vê sîstemê re aşîtiya herêmê û ya cihanî pêkan be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.