Farûk SAKIK
Piştî ku Rêber Ocalan di sala 1999an de dîl hatin girtin, li zîndana Îmrali pêvajoya tecrîdê destpêkir. Her çiqas hin caran ev tecrîd hatibe sistkirin jî, lê di dema dewleta Tirkiyê biryara qirkirina kurdan û tevgera azadiya Kurdistanê dida, ev tecrîd dişidand û bi rêber Ocalan re hemû têkilî qût dikir.
Di demên wiha de, Kurdistaniyan ji bo azadiya Rêber Ocalan û li dijî Tecrîdê kampanya didan destpêkirin.
Têkoşînek dem dirêj diket rojeva gelê Kurd. Ne bi tenê li Kurdistanê, li cîhê kurd lê dijiyan tevlî vê têkoşînê dibûn. Cûreyek vê têkoşînê jî “greva birçîbûnê” bû.
EWROJ….
Di sala 2007an de dema li Kurdistan û li Ewropa ji bo Ocalan kampanya îmzeyan dewamdikir, agahiyek hat ku”Ocalan di hucreya xwe de hatî jehrî kirin.” Parêzerên Ocalan ji porê serê wî mûyek girtin û li labaratuvarên navnetewî dane analîzkirin. Di dawî de gihiştin encama ku Ocalan hatî jehrî kirin. Li ser vê yekê ji bo ku CPT bikeve nav tevgerê li ber deriyê avahiya Konsêya Ewrûpa çalakiya greva birçîbûnê destpêkir.
Di 11’ê Nîsana 2007an de bi 18 siyasetmedar û welatparêzên kurd ve çalakiya rojiya mirinê hat destpêkirin. Daxwaz: Heyetek here Îmralî û ji rewşa Ocalan agahî bigire.
Dema çalakiyê destpêkir, li aliyek jî kampanya Îmzeyan destpêkir. 103 hezar îmze di 11 dê Gulanê de radestî CPT kirin. Li hember birdoziya kurdan CPT neçar ma daxwiyaniyek bide ku wê here Îmraliyê. Li ser vê yekê çalakgeran di roja 59an de dawî li çalakiya xwe hanîn.
Hetanî 27ê Tîrmeha sala 2011an bi Ocalan re hevdîtin çêdibûn. Piştî vê demê cardi tecrîdê destpêkir. Li aliyek jî dewletê biryara wek modela Srî Lanka ya îmhayê xistin meriyetê. Dixwestin PKK û pêşengê vê tevgerê îmha bikin.
Piştî demek ev plana dewleta Tirk eşkere bû. Li ser vê yekê kurdên li ewropa dijîn di navbera 1-18 Sibata 2012an de, ji Cenevre berbi Strasbûrgê ve meşeke dirêj lidarxistin. Navê meşê “Meşa Azadiya Ocalan” bû.
Dema ku ev meşvan gihîştin Strasburgê, ji aliyê 15 siyasedmedar û walatparêzan ve greva birçîbûnê ya bêdem û bû dorveger destpêkir.
Çalakvanan daxwazên xwe di roja 52an de bi CPT dane qebûlkirin û dawî li çalakiyê hanîn.
Piştî vê çalakiyê di 24ê Hezîrana 2012an li Strasbûrgê Çalakiya Nobetê a bêdem destpêkir. Her hefte komek nû vê çalakiyê dewr digire û hetanî roja îro jî dewam dike.
Di 12ê Îlonê de li hemû zîndanên Kurdistan û li Tirkiyê girtiyên PKKê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin. Çalakî di roja 67an de li ser daxwazê Ocalan bi dawî bû û piştî demek muzekereyan destpêkir.
Ji sala 2012an ve êdî hevdîtinên parezêran hatibû qedexekirin. Herî dawî heyeta Îmraliyê di 5ê Nîsana 2015an de hevdîtinek pêkanîn û ji wê demê ve ji Rêber Ocalan tu agahî nedihat girtin.
ÎROJ….
Ji bo dawî li Tecrîdê were Kurd li rê û rêbazek digeriyan. Di demek waha de di 7ê Mijdara 2018’an de Parlementera Colemêrgê ya HDP’ê û Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştina çaremîn a doza xwe a li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê a 9’emîn bû.
Guven di vê danişînê de ragihand ku, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Ocalan wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Piştî ku Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê a bê dem kir, li her deverî Grevên birçîbûnê ên piştgiriyê destpê kirin. HDP’ê bi hemû rêxistin û parlementerên xwe dest bi piştgiriya çalakiya Leyla Guven kirin.
Piştî demek ji bo azadiya Rêber Ocalan, li gelek deverên Ewropa çalakiyên greva birçîbûnê destpêkirin. Îro jî ew çalakî didomin.





