Mihemed ŞAHÎN
Vîna 14’ê tîrmehê jehrkuja hişmendiya Kenan Evren e. Heke hîkûmeta Erdogan li vîna Kenan Evren xwedî derbikeve hewceye Kurd jî li vîna 14’ê tîrmehê xwedî derbikevin. Çalakiya Leyla Guven xwedî derketina li vîna 14’ê tîrmehê ye.
Bi sedan sale li Kurdan Kurdîbûn hatiye qedexekirin. Kurd dikarin wekî Tirk, wekî Ereb, wekî Fars bijîn lê nekarin li welatê xwe wekî Kurd bijîn. Kurdê ku bixwaze wekî Kurd bijî ne li Kurdistanê tenê, li ser erdnîgariya cîhanê jê re mafê jiyanê tune ye. Lewre bi sedan sale di vê erdnîgariyê de têgehên Kurd û Zîndan, Kurd û qirkirin, Kurd û sêdar, Kurd û mişextî, Kurd û penaberî bûne cêwik.
Ji bo Kurdîbûna kurdan bi Kurdan bidin jibîrkirin bi rêbazên herî dijwar Kurd qir kirine, rêber û serokên Kurdan darde kirine û cenazeyên wan bi rojan sêdaran de daliqandî hiştine, bi mişextkirinê li çar hêlên erdnîgariya Anatolyayê û rojhilata navîn belav kirine têrnekiriye, bermahiyên wan jî avêtine zîndanan. Piraniya stranên Kurdan ên ku dîroka me vedibêjin bi trajediyên dilsoj ên qirkirin, dardekirin, mişextkirin û zîndanan dagirtîne.
Dakirkeran zîndan weke aşên hêrandina Kurdên berxwedêr bikar anîne. Wargehên şikandin, çong dan û teslîm girtina civaka Kurd bûn. Goristanên vîn û xeyalên Kurdistanê bûn.
Ji sala 1982’an şûn ve wateya zîndanan guherî.
Derbeya leşkeriya 12’ê îlon a 1980’yan jî weke hemû derbeyên beriya xwe ji bo çewisandin û teslîm girtina civaka Kurd pêk hatibû. Civaka Kurd careke din bi qirkirin, dardekirin û mişextkirinê re rûbirû mabû. Ji bo teslîm girtin û tasfiye kirina vîna Kurd careke din hemû serok, rebêr û pêşengên Kurdan xistibûn zîndanan. Ji bo siyseta xwe ya nebixêr jî zîndana Amedê weke navendeke taybet diyar kiribûn. Bê guman weke navend diyarkirina Amedê netesedufî bû. Amed paytexta dilê Kurdan bû, kelheya berxwedanê bû. Armanc di dilê Kurdistanê de, di kelheya berxwedanê de teslîmgirtina vîna Kurd bû.
Bêguman pêşengên Tevgera Azadiyê di vê zanebûnêde bûn. Hesab û plansaziyên wan jî hebûn. Herçiqasî dîlgirtî bin û di destê wan de qet tiştek tune be jî vîna wana ji pola hebû. Çekê ku karibe vînê bikuje tune bû. Lewre berdêla wê çiqasî giran be jî wê di Kelheya Berxwedanê de vîna Kurdê azad biparastina.
Pêşengên Tevgera Azadiyê bi çalakiya xwe ya birçîbûnê ya 14’ê tîrmeh 1982’yan plansaziyên nebixêr ên derbekaran hemû têk birin. Hetanî wê rojê mirina ku di destê dijminde çeka teslîm girtin û çongdanînê bû bi çalakiya 14’ê tîrmehê ji dest hat girtin. Pêşengên tevgera azadiyê bi dûrişma xwe ya “Em bi qasê ku di oxira wê de bimrin ji jiyanê hes dikin” roj bi roj, gav bi gav, dîrhem bi dîrhem bi helîna laşê xwe mirina bi rûmet pêşwazî kirin. Mirina ku dijmin xwestibû weke tirs û xof li ser wan bide ferzkirin di oxira jiyana bi rûmet de bi kêfxweşî û bextewarî hatibû pêşwazîkirin. Tirs û xof di şexsê berxwedêran de têkçûbû û li xwediyê xwe vegeriya bû.
Pêşengên Tevgera Azadiyê bi vîna xwe ya ji pola tenê mirin bê wate nekirin di heman demî de wateya zîndanan jî guhertin. Bûn kevir û yek bi yek diranên aşên hêrandinê şikandin. Têkçûn, çongdan, teslîmgirtin û tasfiyekirina civaka Kurd a ku her carî weke qedera nebixêr li zîndanan dihat dubare kirin berevajî kirin. Zîndan kirin qada vejînê, qada berxwedanê, qada tolhildanê, qada guherînê, qada hesap pirsînê, qada zanîn û zanistiyê.
Ji ber wê ye ku di serdemên herî girîng, herî xeternak û herî dijwar de mudaxaleyên herî girîng û herî watedar ji zîndanan tên, bi serkeftin û bi destkeftiyên girîng bi encam dibin.
Weke ku tê zanîn ji 2015’an virveye hikûmeta Erdogan li dijber civaka Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin. Bi çanda xwe ya qirker, vêranker, talanker û xespkar ji çar hêlan ve êrîşê civaka Kurd dike. Hiqûq, pîvan, nirx, exlaq nasnake. Nirx û rûmetên civaka Kurd bi awayeke hovana bin pê dike. Rêberê Gelê Kurd Ocalan’ê ku vîna civaka Kurd temsîl dike ji 5’ê Avrêla 2015’an vir ve ye di bin tecrîdeke mutlaq a der mirovî de ye.
Bi kurtahî civaka Kurd dîsa di serdemeke gelek girîng û di pêvajoyeke gelek dijwar de bi xeternakên gelek mezin re rûbirû ye.
Diyare ku hikûmeta Erdogan hişmendî û armancên derbekarên 12’ê îlonê ji xwe re esas digre. Dixwaze tola têkçûna derbekarên 12’ê îlonê hilîne û serkeftina ku wan bi dest nexistiye ew bidest bixe.
Jehrkuja hişmendiya derbekaran vîna 14’ê tîrmehê ye. Nexwe hewceye Kurd jî bi xurtkirin û geşkirina vîna 14’ê tîrmehê bersîv bidin vê hişmendiya qirker.
Di pêvajoyeke wiha de, di hêlîna berxedana vîna 14’ê tîrmehê de, li ser kok û rehên qedîm ên kelheya berxwedanê, weke çîruskekî destpêkirin û geşbûna çalakiya Leyla Guven netesedufiye. Pêngaveke watedar û dîrokî ye.
Tirs û xofa ku berxwedêrên 14’ê tîrmehê xistibûn dilê derbekaran, Leyla Guven jî xistiye dilê hikûmeta Erdogan. Êrîşên qirkirina siyasî yên ku di avahiyên HDP’ê de li ser çalakgeran pêk tên tirs û xofa dilê wan dide der.
Ew jî dizanin ku dûrişmeya vîna 14’ê tîrmehê “an serkeftin, yan serkeftin”e. Çi bikin jî wê nekaribin xwe ji aqûbeta derbekarên 12’ê îlonê rizgar bikin.





