Medenî FERHO
Sedsala 20an, bi şerê yekemîn yê cîhanê dest pê kir. Bi xwîna milyon mirovan, netewe-dewlet hatin avakirin. Li ser xaka Kurdistanê, sê nexşeyên dewletên tempon hatin xêz kirin.
Her kesî got, dem û dewranên xewn û xeyalên emperetoriyan bi dawî bûn. Lê xewn û xeyalên Tirkên Îttîhadî, “dewşirmeyên Osmanî”, ji nû de pişkivîn û bûne qotika gelan.
Xwestin, ronahiya aqil, xewn û xeyalên Kurdan bikujin, îro jî dewam dikin.
Îttîhadî, serdema faşîzma zindî ye û îro jî, dewam dike. Dixwazin, nûansa Kurdan, di aliyê cografîk û kulturî de bikujin. Mixabin li Başûr serketin bidestxistine.
Bi îdeolojiya faşîst, Erdogan jî, bi tifaqa faşîst û heman aheng û şîîrîyatê, musîkî û “lafzê-gotinê”, dixwaze Kurdan tune bike. Ev mejiyekî kûfikî ye!…
Tecrîda li Imralî jî, encama vê hişmendiya kûfikî ye.
Dibêjin, faşîzm di kesayeta Hîtler de, hatiye mahkum kirin, lê ne rast e. Sîstem, faşîzmê di nava xwe de diparêze û dema pêdiviyê pê dibîne derdixe holê.
Îro, li Rojhilata Navîn faşîzm Tirk-î heye û tê xwedî kirin. Faşîzma Turk-î, hem komên çete diparêze, hem bi artêşa li ser bingeha derşirmeyan hatiye avakirin, bi slogana “sêva sor” xaka Kurdan dagir dike, wêran dike, komkujiyan dike, demografiya wê diguhere. Ev teva sucên mirovahiyê ne.
Eger faşîzm hatibe mahkum kirin, gelo vijdanê mirovahiyê çima sucên dewleta Tirk li hemberî Kurdan nabîne û bêdeng e ?
Nîjadperestiya Tirk-î îslam, bi pêşengiya Erdogan, Rojhilata Navîn kirine volqanek li ber teqînê. Hemberî ku dewşirmeyên Osmanî bûne Tirk, ji bo avakirina “millet”ekî, xwîn û hestiyên gelan kirin xerca vê armancê. Îro jî dixwazin bi tunekirina Kurdan, bigihin encamê.
Lewma bi hemû hêza xwe êrîşî sax û miriyên Kurdan dikin. Ji aliyekî ve saxan dikujin, ji aliyê din ve gorîstanan xera dikin, gund û bajaran kavil dikin.
Lewma bi hemû hêza xwe êrîşî hişmendî û dîroka Kurdan dikin, hem wargehên dîrokî tune dikin, hem ziman û saziyên kulturî qedexe dikin.
Lewma hişmendiya zindî û feylesofê sedsalê Birêz Ocalan tecrîd dikin.
Lewma îradeya gelan, di çarçoveya qirkirina siyasî de diavêjin zindanan.
Ev kuştina mirovahiyê ye!… Vê zihniyeta kûfikî, Tirkiyê û Rojhilata Navîn kirine volqanek li ber teqînê.. Îran û Erebîstana Siudî jî, agirê di volqanê de gûr û geş dikin. Lê, faşzîma Tirk, pêşengiya hemû kiryarên faşîzan dike. Dixwaze, hevsengiya gelan ya Rojava ji holê rake. Cîhan jî bêdeng e!
Vijdan, hiş û hewn, (aqîliyet), edalet û hiquqê li hemberî kiryarên faşîzan ranebê, derew in, batil in û faşîzmê diparêzin.
Eger, sîstema kapîtalîst, di faşîzma Erdogan û AKPê de, bi israr be, volqana li Rojhilata Navîn wê biteqe. Teqîna volqana li Rojhilata Navîn, wê ji hemû volqanên di dîrokê dijwartir be û şerekî navneteweyî ya sed salî dest pê bike.
Faşîzma Hîtler, Ewropa tune nekir… Lê nirx, pîrozî û rumeta mirovahiyê dibin piyan de parçe kir.
Faşîzma Erdogan, AKP/MHPê jî nikare gelê Kurd tune bike, lê wek di mînaka çeteyên DAIŞê de xuya kir, wê rûmet, pîrozî û nirxên mirovahiyê dibin piyan de parçe bike.
Rojhilata Navîn di buhranê de ye. Dema Rojhilata Navîn di buhranê de be, cîhan di buhranê de ye. Çavkaniya vê burhanê, şerê yekemîn yê cîhanê ye û parçekirina Kurdistanê ye. Avakirina sê netewe-dewletên tempon in. Li sê dewletên tempon, yek gel, yek netew, yek ol nîne… Yek yek, derewa Erdogan e, derew jî, ne dibine qanunên ilahî, ne dibin kanunên insanî.
Riya çareseriya buhrana wek volqana li ber teqînê, gelê demokratîk, siyaset û Desturnameya demokratîk e.





