Zekî BEDRAN
Nûnerê Emerîka yê Sûriyê J. Jeffrey berî biçe Enqerê got ku pêwîste dawî li Astana bê anîn. Li Enqerê jî got, “pêvajoya Astana ji aliyê rêveberiya Sûriyê de bi serneket.” Eşkereye ku pirsgirêka Sûriyê gelek tevliheve û yên ku tiliya xwe dixin navê gelek in. Me ev pirsgirêk di nivîsên xwe yên berê de û bi hinek aliyan anî ziman. Ger Emerîka bixwesta dikaribû hê zêde Astanayê bê bandor bike. Lewra Rûsya, Îran û Tirkiyê ne ku ji bo Emerîka bi bandor bibe ev pêvajo destpêkirin. Bi taybetî Rûsyayê ji bo ku bi hevre tevbigerin xwest her du dewletên netewe yên bi bandor yên herêmê bide cem xwe û wan çalak bike. Îran ji xwe li Sûriyê bû û li gel Rûsyayê piştgiriya rêjîmê dikir. A pirsgirêk Tirkiye bû. Rûsyayê dijmintiya Tirkiyê ya li Kurdan baş bikaranî û hikûmeta Erdogan kişand cem xwe. Li Astana û Soçî Efrîn pêşkêşî dewleta Tirk hat kirin.
Emerîkayê plana li ser Efrînê erê kir. Got em têkilî Efrînê nabin û derî ji Tirkiyê re vekir ku biçe cem Rûsyayê. Ji ber Tirkiyê jî ev yek dît hê zêde bi Rûsyayê re hevkarî kir û nûnertiya hêzên çekdar yên li Îdlibê girt ser xwe. Tirkiyê ji Rûsya û Îranê zêdetir êrîşî Emerîkayê kir û xwest ku ji Sûriyê derkeve. Ger DYE’yê li Efrînê helwest nîşan bida û li dijî dagirkeriyê derketiba wê Tirkiyê îro nikariba ewqas gefan li rojhilatê Feratê bixwe. Piştî dagirkirina Efrînê jî Emerîka û Ewropa li dijî paqijiya etnîkî bisekiniyana û bixistina rojevê wê Erdogan dîsa nikariba gefan li rojhilatê Feratê bixwe. Ev siyaseta DYE’yê ya hevnegirtî ku Efrîn ji Tirkiyê re hişt bû sedem ku Tirkiye hê zêde nêzikî Rûsyayê bibe. Rûsyayê dema ku Efrîn pêşkêşî Tirkiyê kir Emerîkayê jî erê kir. Tirkiyê dît ku wê Emerîka heta kuderê bi Kurdan re bimeşe û bi hêza ku ji vê girt çeteyên xwe li rojhilatê Feratê bi cih dike û eşkere dibêje ku wê dagir bike. Herêmên ku Erdogan dibêje “ezê dagir bikim” Emerîka jî lê heye. Her wiha Kurd, Ereb û komcivatên din yên li herêmê hê jî li dijî DAIŞ’ê di nava şerekî de ne. Erdogan gefan li gelê li rojhilatê Feratê yê ku hevparê Emerîka û Koalîsyonê ne, dixwe. Emerîka jî li şûna ku helwestê nîşan bide hewl dide Tirkiyê aş bike.
Dewlet Tirk di dîroka xwe de hikûmet û tifaqa herî nijadperest û faşîst avakiriye. Hewldanên ji rêzê yên Emerîka nikare van hêzan rawestîne. Bi gotina “Astana êdî bê encame” jî tiştekî naguhere. Çima Emerîka niha vê yekê dibêje? Lewra yên ku beşdarî pêvajoya Astanayê bûne li dijî Emerîka û hêzên Bakurê Sûriyê dibin yek. Karê Emerîkayê asteng dikin. Rûsya vegeriye rojên şerê sar. Bi gotina “Emerîka wê dewletê bi Kurdan bide avakirin” hem Tirkiyê sor dikin û hem jî piştgiriya Tirkiyê dikin. Ger Tirkiye êrîş bike û berê DAIŞ û El Nusrayê bide ser rojhilatê Feratê wê Rûsya û Îran ji vê yekê sûd wergirin. Li gor wan wê ev êrîş bê îstikrariyê ava bike û bihêle ku Emerîka ji Sûriyê derkeve. Ji dil xwe de wê bi kevirekî li çend çûkan bi hevre bidin. Wêranî û jenosîda li ser Kurdan ne xema wan e. Ger wiha nebuya wê ji dewleta Tirk re bigotana tu li Efrînê çi dike. Em bala xwe bidinê, Rûsya, Îran û Sûriye ji Tirkiyê re nabêjin tu li Efrînê çi dike. Emerîka û Ewropa ji Tirkiyê re nabêjin tu çima li Efrînê paqijiya etnîkî dike. Ev helwesta wan balkêş e. Hemû jî bêdeng in û Tirkiye li pêş çavên cîhanê li Efrînê paqijiya etnîkî dike. Ya herî balkêş jî ew e ku hem DYE û hem jî Rûsya li dijî berxwedana ku li Efrînê li dijî dagirkeriyê tê kirin e. Wan bi xwe Efrîn ji nijadperestiya Tirk re hiştine û ji Kurdan re dibêjin hûn jî bihêlin. Sekna van dewleta dihêle ku Tirkiye berê xwe bide rojhilatê Feratê. Emerîka û Ewropayê Efrîn bixistana rojeva cîhanê wê Tirkiyê nikariba bi ser rojhilatê Feratê de here. Wê dawî li Astana û Soçî jî bihata. Dema ku ev yek pêk nayê Tirkiye bi piştgiriya Rûsya û Îranê êrîşî rojhilatê Feratê dike û dixwaze dawî li Emerîka kû hevparê wî bîne.





