Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Silav ji bo jina berxwedêr

11/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Polîtîk kirina hestan
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

Hêzên navdewletî li hember tevgera azadiyê pêvajoyek nû dan destpêkirin. Bêguman gelek sêdemên van erîşan hene. Komploya ku beriya vê 20 salan plankirin û meşandin, serneket. Berovajî tevgera azadiyê di van 20 salan de hê xûrtir bû. Her wiha li seranserê Rojhilatanavîn de him bûye hêzek him jî ji bo gelên herême bû hevîyek.

Bêyî ku em bi berfirehî vebêjin, yê ku hişt tevgera azadiyê him li hember komploya navdewletî ser piyan bimîne, him jî bi gav avêtinin nû xûrtir bibe bêguman Rêber Apo bû. Rêber Apo tevî ku dîl hatibû girtin, zanîbû wê çawa him tevgera xwe, him gelê xwe û him jî xwe bi hêz bike.

Lê em jî dizanin ku, hêzên navdewletî ji bo ku tevgara azadî lewaz bikin û Rêber Apo bêbandor bikin komploya li hember Rêber Apo dabûn destpêkirin. Armanc, plansaziyên xwe yên li ser Rojhilatanavîn bûn. Ji bo ku di meşandina van plansaziyan de bi astengiyan rûbirû nemînin Rêber Apo dîl girtin. Êrîşa li ser Rojhilatanavîn û êrîşa li ser Iraqê wiha dabûn destpêkirin. Him êrîş nehatibûn sekinandin him jî di van êrîş û aloziyan de tevgera azadiyê sûdwernegirt. Berevajî çawa hin hêzên destwerdana nava tevgera azadiyê kirin û çawa xwestin tasfiye jî bikin herkes dizane.

Gavavêtinek din jî êrîşa Sûrî bû. Di êrîşa hêzên emperyal li ser Sûrî de tevgera azadiyê dikaribû gelê xwe birêxistin bike û jê sûdwerbigire. Şoreşa Rojava di rastiya xwe de ev bû. Lê armanca hêzên navdewletî bêguman ne ew bû ku tevgera azadiyê di van êrîşan de sûdwerbigire. Lê Rêber Apo tevî ku dîlgirtî bû, bi xeta xwe ya sêyemîn serket û Şoreşa Rojava bû rastî. Tevgera azadiyê jî bû hêzek.

Niha jî dema ku hêzên navdewletî plandikin ku li Rojhilatanavîn de gavek din bavêjin, ji xwere carek din tevgera azadiyê xeter dibînin. Yekemîn, dizanin ku tevgera azadiyê çareseriya herêmî dixwaze. Dûyemîn, dema ku hêzên navdewletî dest bi êrîşek nû li ser herêmê bikin bêguman, tevgera azadiyê yê plansaziya xwe li ser esasê xeta sêyemîn wê esas bigire. Ev jî bêguman wê antî kapîtalîst û dûrî berjewendiyên sermayeya navneteweyî bibe. Berevajî, ev wê bibe xetek nêzî gelan. Ev jî ji bo hêzên navdewletî xetere.

Wê demê tişta ku were kirin carek din bêbandor kirina Rêber Apo û tevgera azadiyê ye.

Tecrîda kûr û giran li ser Rêber Apo ev e.

Bîryara li ser sê pêşengên tekoşîna azadiyê ev e.

Erîşên li ser Rojava ev e.

Erîşên li Başûr ser Tevgera Azadî û RJAK ev e.

Bi kurtahî; nû kirina komploya navnetewî tam jî ev e.

Tam jî di demek wiha de li hember tecrîda Rêber Apo derketin, bi lebatî û bêtirs destpêkirina çalakiyan ji bo şikandina tecrîdê cîhê rêzê ye. Cîhê serbilindiyê ye.

Em bizanin ku, herkes dikare çalakiyên bi bandor lidarbixe. Lê ya girîng ew e ku, di kîjan demê û di kîjan şert û mercan de ev çalakî tên lidarrxistin.

Di demek herî xeternek û hestiyar de gav avêtin û bi gava xwe bêdengî şikênandin, bûyîna wijdan, bi yek gotinê; cihê rêz û serbilindiye.

Bi hêviya ku tevahî civaka demokratxwaz û Kurdên welatparêz û welatê xwe hezdikin dengê jina berxwedêr Leyla Guven bibhîzin û tenê nehêlin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.