Avest AMARGÎ
Gelê Kurd, di demeke wisa de derbas dibe, hem pir awerteye û hem jî bi xetereyan ve dagirtiye. Ev xeterî ji roja ku Rêber APO dest bi meşa azadiyê kir û heya îro bê navber berdewam dikin. Bi dîlgirtina Rêber Apo re, ev xeterî şêwayê xwe, hişmendiya xwe û kiryarên xwe roj bi roj û bi her awayî guhertin. Dilgirtina Rêber Apo, ji bo her kurdekî û ji bo her jineke Kurd sedema hebûn û nebûnê ye.
Di dîroka gelê Kurd de çanda berxwedanê kûre û li seranserî kurdistanê bi fikirên Rêber Apo veguheriye nêrandinekî felsefîk û şêwazekî çanda jiyanê. Çanda berxwedanê, bi hebûna jina Kurd re bûye yekpare. Ev çanda berxwedanê di pêşve çûna tekoşînê de, bi pêşengtiya jina Kurd re her tim heqîqeta evîna jiyana azad, li Kurdistanê bi xwe re afirand û îro jî berdewame. Evîna jiyana azad li girtîgehê, di pêşengtiya Sarayan de, dest pê kir, li çiya, di pêşengtiya Bêrîtan û Zîlanan de, li Rojava, di pêşengtiya Arîn, Avesta û Barînan de, li Rojhilat, di pêşengtiya Şîrîn Elemihulî û Zeynep Celalyan de, li Başûr, di pêşengtiya Viyan û Destînan de berdewam kir û di kombûna vê mîras û nirxan de sekna bi rûmet ya Leyla Güven wateya xwe mezine.
Tecrîda girangirî ya li ser Rêber Apo, her ku diçe hêrsa gelê Kurd û bi taybet hêrsa jinan mezin dike. Ev mezin kirina hêrsê bê goman pêşî li mezinahiya çalakiyan jî vedike. Çalakiya grava biçîbûnê ya Leyla Güven, deng vedana vê hêrsê ye. Ev çalakiya, bilindkirina dengê hemû jinan, li hemberî faşîzm û dagirkeriyê ye. Her ku tecrîd giran dibe faşîzm baskên xwe vedike, êrîşên xwe dijwar dike û hewl dide bi van êrîşan jî hêza gel ya dijberî faşîzmê bi rêxistinkirî tûne bike. Tirkiyê bi girankirina tecrîdê re destê xwe kiriye qirika gelê Kurd û hewl dide bifetisîne. Li Bakûr, Başûr û Rojavayî Kurdistanê, faşîzm û nijetperestiya tirkiyê, weke merê di defika nêçîrê de sekinî be, li ber her gaveke Kurd davêjin sekiniye û tevgera pê vedanê dike. Li hemberî vê faşîzma gur bûyî tenê rêyeke heye ew jî berxwedaneke bi rûmet û jiyaneke faşîzmê têk dibe hilbijartine.
Leyla Güven, rêya berxwedana bi rûmet ya ku Mazluman, Kemalan, Xeyrîyan, Akîfan, Alî Çîçekan û Sarayan diyarî mirovahiyê kirin hilbijart. Bi sekna xwe ya serhildêr, di şopa wan kesayetên dilpak, wêrek û girêdayî doza gelê xwe bûn de dimeşe û ev meşa wê her roj bi hezaran kesî digire nava xwe. Bi bedena xwe bûye sîper ta ku ji pêşde çûyîna faşîzmê re bibêje; hun karin çalakiyên me asteng bikin, lê nikarin dilê me yê ku tenê û tenê ji bo Rêber Apo lêdide bidin rawestandin. Ev çalakiya grava birçîbûnê, di nava xwe de ji fîzîkî zirar dayîna xwe wêdatir peyameke dîrokî hildigire nava xwe. Ev çalakî banga bilindkirina tekoşîn û berxwedanê ye. Ev çalakî, li hemberî dengê li dijî faşîzmê lewaz bûye, rabûneke însanî û kedê ye.
Leyla Güven, salên dirêj, bi hişmendiya parastina rûmeta gelê xwe û hemû jinan her kêliya jiyana xwe di nav tekoşînê de derbas kiriye. Keça wê bi hin vegotinên giranbuhê behsa tekoşîna dayîka xwe dike û heyraniya xwe li hemberî mezinbûna dayîka xwe tîne ziman. Keça wê wiha dibêje; ‘dayîka min, Leylaya gelê xwe ye.’ Di rastiyê de ev çalakî wateyek xwe ya wisa giranbuha hildigire nava xwe. Van rojan dengê Qêrîna Leyla, li hemû girtîgehan, Kurdistanê û Awrûpê belav bûye. Gelê Kurd li her qada têkoşîn lê dide bûye xelek li dora vê çalakiyê. Bi yekîtiya gelên azadîxwaz û rêxistinkirina jinan, wê faşîzm têk biçe û berxwedan bi serbikeve.





