Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerxwazî û Aştîxwazî

10/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şaredarî ji bo kurdan çi ye
Share on FacebookShare on Twitter

Tayîp TEMEL

Bi girtina Sirri Sureya Onder û cezakirina Demîrtaş û Baluken peyamek girîng ji hêla dewletê ve hat dayîn. Wan peyama; ‘Qet hêviya çareseriyê û muzekereyan nekin’ da û qasidên aştiyê jî avêtin zîndanê
Gelê kurd bi sed salan e ku di şert û mercên şer de dijîn. Bi taybetî jî di 35 salên dawî de kurdan şahîdî ji şerekê nedîtî yê ku mînakên wî li dinyayê kêm tên dîtin kirin. Neyar kurdan qetlîam û jenosîdên hovane li ser wan meşandin. Ji ber vê yekê jî di lûxata kurdan de peyvên wekî ‘ŞER’, ‘QETLÎAM’, ‘QIRKIRIN’ cihekê girîng digire.
Dibe ku ji ber dijwariya şer û cenga giran be di ferhenga kurdan de cihê peyvên ‘AŞTÎ’ û ‘ÇARESERÎ’ gelek mezin e. Kurd ji heft salî heta 70 salî dema devê xwe vedikin dibêjin; ‘Em aştiyê dixwazin’… Di şert û mercên dijwar ên şer de jî û di nava aramiyê de jî daxwaz û doza wan her û her ‘AŞTÎ’ ye.
Li gorî gelek zanyarên civakî û siyasî ‘AŞTÎ’ tenê nayê wateya ‘rewşa bêşer û aram’, her wiha tê wateya nêrîna li jiyanê û pejirandina xwezaya civak û gerdûnê. Heke hêzek an jî kesek xwedî feraset û zîhniyeta serdest û hikûmdariya li ser civak, xweza û derdorê be ne mimkûn e ku mirov li wir behsa ‘rewşhala aştiyê’ bike.
Îro li hemû cîhanê tu peyv bi qasî têgeha ‘AŞTÎ’ yê nehatiye pîrozkirin û li ser tu gotinên din ev qas stran, helbest û nivîs nehatine nivîsandin. Tevî ev qas eleqe û pîrozkirinê jî mirovahî hîn jî li hemû deverên cîhanê birçî û tîn in bo aştiyê.
Bêguman gelek sedemên vê yekê hene. Lê sedema esasî û girîngtir jî ew e ku her kes wateyeke cuda li gotina ‘AŞTÎ’ bar dike.
Li gorî hinek zanyar û civaknasan aştî encax piştî jiholêrakirina hest, hiş û rewşa şer bê sazkirin. Ango ew kes û derdor di wê baweriyê de ne ku AŞTÎ bi tunekirin û jiholêrakirina rewşa dijber dê bê fêmkirin û peydakirin.
Em bên ser mijara kurdan a aştiyê û hêviya çareseriyê…
Rewşeke pir aşkera heye. Li holê dewlet û hikûmeteke ku bi amûr û artêşeke mezin êrîşî kurdan dike heye. Rayedarên vê hikûmeta êrîşkar bi tu awayî behsa aştî û diyalogê nakin û her tim dibêjin ‘em ê koka wan biqelînin’.
Li aliyê din jî Tevgera Kurd a di her şert û mercan de behsa girîngiya aştî, diyalog û muzakereyan dike heye.
Gelo di rewşa heyî de divê aştîxwaz û alîgirên çareseriyê bangî kîjan alî bikin? Divê dijberên şer li hemberî kîjan alî rawestin?
Bêguman divê helwest li hemberî aliyê ku şerxwaz bê nîşandan û heta divê ew derdor hemû li kêleka kurdên azadîxwaz û aştîxwaz cihê xwe bigirin.
Lê tiştek zelal heye ku aştîxwaz ji dewleta şerxwaz bêhêvî ne û heta ji ber zextan nikarin bi rehetî helwesta xwe li hemberî wan nîşan bidin. Vêca bi rehetî bang li kurdên di bin xetereya qetlîamê de ne dikin ku ‘aştî û diyalogê’ esas bigirin.
Êdî zelal e ku heta aştîxwaz û derdorên dijberiya şer dikin li hemberî êrîşên dewletê ranewestin û pêşî li wan negirin, nikarin behsa aştî û diyalogê ji bo aliyê kurd bikin.
Heta li gorî Peymana Medîneyê divê navbeynkar bang li her du aliyan bikin da ku aştiyê pêk bînin, lê kîjan alî qebûl neke divê li hemberî wî alî bikevin nav têkoşîneke çalak û aktîf.

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.