Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girîngiya Şaredariyên Bakur (1)

10/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Camiya Emewî nebû, ya Kolnê heye
Share on FacebookShare on Twitter

Burhan ERDEM

Berovajî cîhanê, li Tirkiyeyê giraniya rêveberiya navendî herku çû zêdetir bû. Heta ku şaredarî ketin destê partiyên koka xwe ji tevgera azadiya kurd werdigirtin. Di hilbijartinên 31ê Adara pêş de jî, bidestxistina van şaredariyan gelekî girîng e.
Dîrokzan dibêjin weke hemû împaratoriyan Rêveberiya Osmanî jî ji demokrasiya herêmî re biyanî bû, ji xwe mefûma demokrasiyê li cem wan nedihate nasîn. Heta sedsala 19 an rêveberiya klasîk a Osmanî ji bo li herdeverê gel tevlî rêveberiyê bibe tu karek nekiriye, çêkirina rêveberiyên herêmî jî nehatiye bîra kesekî.
Pispor sedemên vê yekê wisa rêz dikin:
-Awayê hûnandina civakî bêtir li ser çandiniyê bû, awayekî girtî, hiyererşîk, civakeke bê teşebûs û bêyî rexne bû.
-Civakek ku hemû xizmeta mahalî dewrî waqif, tekke û zaviyeyan kiribû.
-Famaneke civakê hebû ku, hemû xizmet ji dewletê dipa.
Di sala 1840î de tanzîmat kete jiyanê û bi tanzîmatê re sîstema meclîsên herêmî hate. Lê ev sîstem jî bi kêrî civakê nedihat, ku li van meclîsan temsîla gel gelekî kêm bû û heta nûnerên çîna navîn jî nikarîbûn di van meclîsan de cîh bigrin. Nûnerên vê meclîsê ji ulema, axa, eşraf û kesên xwediyê erda pir pêk dihat û rêveberî jî bi destên van kesan dimeşiya.
Lê bi vê yekê re li dewleta osmanî êdî rêveberiya herêmî pêk hatibû. Meclîsên Muhasîsî, li dû wan meclîsên memleket, pişt re wîlayet, lîva, qeza pêk hatibûn.
Meclîsên îdareyê hebûn, li komîsyona zîraatê, sadoxa milk û li meclîsa belediyeyê nûnerên gel peyda dibûn. Piştî şerê Kirimê li Stenbolê rêxistina Şehremanetî hatibû sazkirin.
Di sala 1858 an de li Stenbolê pêşiyê belediyeya Beyoxlû û Galatayê hate sazkirin, pişt re heta sala 1869 an li hemû Stenbolê belediyeyê dest bikar kiribû.
Navê vê rêxistinê jî Şehremanetiya Stenbolê bû.
Li Tirkiyeyê pêşketina rêveberiyên herêmî bi destûra bingehîn a sala 1921ê pêk hat. Li gorî xalên 11 û 14 yên vê destûrê dihate gotin ku, wîlayet ji bo karên mahalî xwediyê şaxsiyeteke otonom û manevî ne.Bi hilbijartina gel şûrayên wîlayeta pêk dihatin ku vana ji perwerdeyê heta tendrustiyê, ji çandiniyê heta avahiyan ji gelek karan berpirsiyar bûn. Bi vê yekê re statuyeke girîng ji rêveberiyên herêmî re dihate dayin ku heta niha li dîroka rêveberiya vê herêmê nehatibû dîtin.
Pişt re di sala 1930yî de qanûna belediyeyê hatibû derxistin û bi vê qanûnê re ji bo belediyeyan erkeke mezin hatibû dayin ku ev gaveke geleke girîng a dîroka belediyeyan bû. Di van salan de hêza rêveberiya malî ya belediyeyan gelekî hatibû bilindkirin, lê di nava salan de ev hêza maddî herku çû kêmtir bû. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê rêveberiyên herêmî her bi paş ve ketin.
Niha li Tirkiyeyê belediye, îdareya taybet a bajaran û gund weke sê saziyên rêveberiyên herêmî di jiyana mirovan de cîhê xwe digrin. Tevî vana, belediyeya bajarê mezin jî di salên dawîn de weke modeleke nû ketiya jiyana mirovan. Gund û belediye ji bilî rêveberiyên herêmî weke îdareyên civakê jî tên nirxandin. Cihêtiya di navbera van îdareyan de tenê li gorî nufûsa wan tê kirin û vana xwediyê îdareyeke mahalî ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.