Derwêş M. FERHO
Destpêka weşangeriyê li Beljîka di çarçeweya xebata me de di dawiya salên heftê de dest pê kir. Dema bingehê Enstituya Kurdî li Brukselê, ‘Têkoşer’ Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka, hat danîn pêdiviya peydakirin û belavkirina weşanên li ser pirsgirêka Kurdistanê hebû. Heta ji me hat em li weşanên vê mijarê geriyan û li hev dan hev. Lê pirsgirêk bi temamî çareser nebû. Ji ber ku hemû weşanên me bikariya peyda bikin bi Kurdî, Turkî û beşekî piçûk jî Erebî û Farisî bûn. Vê yekê projeya destpêkirina weşanên bi zimanên welatê ku em tê de ne danî ber me. Lê derfet jî kêm bûn.
Paş damezrandina rêxistina xwe di sala 1978 de agahdariyên giştî bi zimanê Frensizî hat amadekirin. Paş demeke kurt Hollandiya wê xebatê jî amade bû û bi derfetên sînorkirî her du bi stensîlê li ser kaxezên A4 hatin çapkirin. Mekîna stensîlê jî ya rêxistineke dost bû. Me bes kaxez û kartona qalik stend û xwe bi xwe rêz dikir û weşand. Ev du berhem bi sedan heb hatin belavkirin. Di dawiya salên heştê de Ingilîziya wê jî hat amadekirin û li pey hev bi her sê zimanan ji nuh ve wek pirtûk di çapxaneya Zanîngeha Leuven (ACCO) de, lê dîsa bi alîkariya sazî û kesayetiyên dost, ji çapê derketin.
Bi wê xabata me, her çiqasî têr nedikir, valahiyek tijî bû. Çend pirtûkên ji aliyê Kurdan hatibûn amadekirin û dijî derew, xap û înkara dewletên dagîrker di dest me de bûn. Lê berdewama vî awayê xebatê giring bû. Di wê demê de li welêt derfetên dîtina weşanxaneyên Kurdî nebûn. Em li hemû welatên Ewropa bi saziyên Kurdistanî re ketin têkiliyan. Lê mixabin tu derfet nehatin dîtin ku pêdiviyek çareser bibe. Saziyên ku hebûn di bin sîwana îdeolojî û bernameya partiyên siyasî de karê xwe dikirin û ne mimkin bû tev wan weşanên xwe bidin çapkirin. Û ev pirsgirêk ne bes li ba me hebû. Hin saziyên din li welatên din ji kêmasiya derfetan bi awayekî qaçax li welatên Sosyalîst, ji sedema erzaniyê, çend weşan dane çapkirin. Bi gelek dijwariyan ew weşan bi qaçaxî dianîn Ewropa Rojava û belav dikirin.
Bê goman, di wê navberê de em li derfetên nasîn û pejirandina xebata xwe di fermiyetê de digeriyan. Xebateke rêk û pêk, bi hesab û berpirsiyarî hat rêvebirin. Hêdî hêdî û bi sebir ev yek jî pêk hat û li cem gelek xebatên din derfetên weşanan ferehtir bû. Peywendiyên bi dezgehan, siyasetvanan, akademisyen û medya re kete çarçeweyeke din. Êdî xebat bi awayekî profesyonel û rêk û pêk dihat rêvebirin.
Paş destpêka salên 1990î li di nav xebata me ya pirr alî de giringiya weşanan dom kir. Bi zimanê Kurdî, Hollandî, Frensizî, Ingilîzî, Danîmarkî û Turkî li ser mijarên cuda pirtûk hatin weşandin. Pirraniya van weşanan li Beljîka pêk dihat. Lê hin caran jî ji bo saha belavkirinê li welêt ferehtir bû me hin pirtukên xwe li welêt dane çapê. Ji ber ku weşanxaneyên Kurdistanî peyda bûbûn û dijwarî hebe jî çap pêk dihat. Mijarên naveroka weşanên me li ser pirsgirêka Kurdistanê ye û bi zimanên cuda ye. Di aliyê din de me rê da nivîskar û lêkolînerên Ewropî jî. Ango, hedefa me ew bû ku em bi zimanê wan, ji aliyê hemwelatiyên wan ku me li derdorê xwe dane hev, hîtabê wan bikin. Me ev rê dar ber xwe ji ber pêdivî hebû û hê jî heye. Bi vê yekê me, têr neke jî, rê li ber derew, xap û înkara dewletên dagirker girt.
Xebata di vê çarçeweyê de berdewam e û bi derengî be jî encamên erênî ji bo doza me peyda dike.





