Ezîz KOYLUOGLÛ
Li Suriyê pêşketinên girîng diqewimin. Hevsengiya di navbera Rûsya û dewleta tirk ya dagirker de wek dixwazin birêve naçe. Bi taybet di mijara Idlibê de peymana Soçî di navbera herdû aliyan hinek bi zexta DYE’yê çêkiribûn, buye astengiyek mezin ji bo wan. Li gorî lihevkirina veşartî ya Rûsya û Tirkiyê divê heta serê salê komên çete ji Idlibê bên derxistin û herî kêm rêyên M4 û M5 yên Şam û Latkiyê radestî rejîma Sûriyê bên kirin. Lê xuyaye di vê mijarê de pêşketinek berbiçav nîne. Her çendî dewleta Tirk li gorî peymana bi Rûsya re kiriye li dijî komên ku ne di bin banê wê de ne, bi kuştinan û car car jî bi rêya komên di bin destê xwe de êrîşan pêktîne jî, lê ev tiştên Rûs ji wan dixwazin pêşwazî nake. Komên negirêdayî dewleta Tirk ji hebûna dewleta Tirk sûd werdigrin û li Idlibê hebûna xwe bihêztir dikin.
Ne serkeftina peymana Soçî rewşek nû di têkiliyên Rûsya, Tirkiye û Îranê de avakir. Dewleta Tirk û Rûsya bi peymana Soçî, Îran bi rengekî li derveyî mijarê hiştin û civînên sê alî yê Astana bê wate kirin. Ji niha ve xuya dike ku, êdî ger civînên Astana çêbibin jî, wê tu wateya wan nebe. Bi ne serkeftina peymana Soçî re, êdî derfet pirr kême ku civînê Astana jî bidomin. Bi jinavbirina civînên Astana, platforma navdewletî ya Îranê ya di mijara Sûriyê de beşdar dibû ji holê radibe. Bi wateyekî din Îran ji civînên navdewletî yên li ser Sûriyê tê dûrxistin. Ev rewşek nû di têkiliyên Tirk, Rûs û Îranê de wê çêbike.
Tirk û Rûs di çarçoveya berjewendiyên xwe de xwestin Îranê ji civînên li ser Sûriyê dûrbixin. Li gorî wê berî niha li ser Sûriyê komek nû hate avakirin. Ev kom heta niha pirr nebûbe rojev jî, lê kombûna li Stenbolê ya Fransa, Elmanya, Rûsya û Tirkiyê, fîşeka bi dawî kirina Astana bû. Dewleta Tirk ya dagirker bi vî rengî xwest him hebûna xwe ya li Sûriyê bixe bin ewlehiya Ewropa him jî Rûs û Ewropiyan bike hevkarê xwe.
DYE’yê piştî james Jeffrey wek nûnerê xwe yê Sûriyê diyar kir, pêngaveke siyasî dadestpêkirin. Jeffrey him bi Erebîstana Sûdî, him bi Urdin, him bi Rêveberiya xweser ya Bakûrê û Rojhilatê Sûriyê re him jî bi Tirkiyê re xebatek dîplomatîk da destpêkirin. Çarçoveya xebatên tê kirin avakirina şandeya destûrê ya Sûriyê ye. Ev xebatên DYE’yê ji aliyekî ve hevkariya Rûs û Tirkan ya li Idlibê xerab dike, ji aliyekî din ve dewleta Tirk ya dagirker neçarî vebijarkekî dike. Ji aliyekî de Tirk û Rûs dixwazin peymana çêkirine bi encam bikin, ji aliyekî din jî bi taybet Emerîka dixwaze peymana Rûs û Tirkan ya ku dixwazin Idlibê radestî rejîma Sûriyê bikin, xerab bike. Heta niha xuya dike ku Emerîka di vê mijarê de serkeftiye.
Dewleta Tirk heta niha di navbera Emerîka û Rûsyayê de siyasetek dualî meşand. Di vê siyaseta xwe ya dualî de geh xwe nêzîkî Rûsan kir, hinek tawîz ji Emerîka girt, geh xwe nêzîkî Emerîka kir, hinek tawîz ji Rûsan girt. Lê ev demeke dewleta Tirk ya dagirker bi temamî di bin bandora Rûsan de bû. Niha hewldanên Emerîka heye ku dewleta Tirk ji bin bandora Rûsan kêm be jî derxe.
Li Idlibê jî xuya bû ku ger zor li ser dewleta Tirk ya dagirker hebe, wê neçar bimîne hinek tawîzan bide. Zextên Emerîka heta niha di çarçoveya peymana Soçî de li ser dewleta Tirk ya dagirker encam digre. Bi rêya zextan di çarçoveya civînên li Stenbol û Soçî de Îran ji civînên navdewletî yên li ser Sûriyê hate dûrxistin. Dîsa radestkirina Idlibê ji rejîma Sûriyê re di çarçoveya peymana Rûsya û dewleta Tirk ya dagir de hate rawestandin. Em ê di demên pêşde bibînin bê ka zextên DYA yên li Tirkiyê wê bihêle Tirkiye dest ji peymanên xwe yên bi Rûsyayê re bi temamî berde. Lê diyare ku dewleta Tirk ya dagirker wê bixwaze li ser du bena bilîze.
Wê Îran dûrxistina xwe ya ji siyaseta Sûriyê çiqase qebûl bike, wê li hemberî vê siyaseta Rûs û Tirk helwestek çewa bigre? Wê didemek nêzîk de diyar bibe.





