Sîpan ŞÎNDA
Di nav hemî civakan de hîmên civakî hene. Ev hîmên henê ji biçûkê ber û mezinê ve diçe. Di nav civak ango netewên pêşketî de ev sinsila civakî kurttire. Lêbelê civak ango netewên weke Kurdan bindest û pajve mayîn, di vî warî de hêj xwediyê sinsileyeke dirêj û komên kiçik in. Di nav netewên modern de hîmê herî girîng kes e. Her tişt li gor jiyana kesî tê rêk û pêk kirin. Lê kes ne hîmekî civakiye, bes endamek yê civakê ye. Lêbelê di nav Kurdan de ev rewş hê ji nîne. Ka em berê xwe bidinê sinsila civakî di nava Kurdan de çawe ye.
Malbat: Di nava civaka Kurd de hîmê herî biçûk yê civakî ye. Malbat, di nav hemî civakan hîmê herî kiçik yê civakî ye. Ji mêr, jin û zarokên wan re malbat tê gotin. Ev nîşeya modern e. Di nava Kurdan de malbat bi pirranî ne tenê ji mêr û jinek û zarokên wan pêk tê. Her weha di nav Kurdan de hê ji dema jin û mêrek bi hevre dizewicin, demeke dirêj di nav mala bavê mêrî de dijîn. Ji ber wê mirov dikare bêje hêj nîşedana malbatê di nav civaka Kurd de negehiştiye asta ya modern. Ji ber kû gelik caran çend birayên zewicî bi hevre di malekê de dijîn. Malbata Kurd, hêj ji bapîr, pîrik, zarok û neviyan pêk tê. Ev rewş li bakûrê Kurdistanê piçekê hatiye şikandin, lê hêj ne temamî. Di nav netewên modern de pergal ji malbatê rast derbasî civakê dibe.
Babik: Di nav civaka Kurd de babik hîmekî girînge. Babik, ji aliyê sinsila civakî ve di asta dûyem de ye. Babik, gelik malbatan di nava xwe de dihewîne. Ew kesên ji babikekê bin, ji aliyê mirovatiyê ve xwe nêzîktirî hev dibînin û pitir girêdayî hevin. Ji aliyê têkiliyên civakî ve ji çêtir li ser hevdenin.
Mal: Ji ber kû di nav Kurdan de malbat negiştiye asteka modern, bi pirranî şûna peyva malê ‘malbat’ tê bikaranîn. Lê ev ne raste. Mal, di sinsila civakî de di nav Kurdan de di asta sêyem de ye. Mal; ji bapîr, pîrik, zar û bîk, nevî, nevîçîçir… pêk tê. Heta ev peyv hêj di wateyek firehtir de ji tê şixwilandin. Di nav Kurdan de hê ji pirrê mirovan bi ‘malê’ tên naskirin. Mal, bi navê kesê kû di jiyana xwe de, xwe li civakê dayî qebûl kirin, maldar, mezinatî û serwerî kirî tê nasîn. Ew kesên ji malên navdar bin xwe bi wê malê didin naskirin. Mînak, dema dibêjin mala Bişarê Çeto, mala Bedirxaniyan, mala Osmanê Elo…, di wateya kesên kû piştî van kesan, pê wê malê ketine re tê gotin. Heta ne tenê ji kesên ziriyeta wî kesê navdar û navê xwe daye malê re tê gotin; herweha pismam û pêşiyên wan ji bin, bi wê malê têne navdan. Eva henê ji carna gelik fireh dibe. Ya rast carna ‘babik’ û ‘mal’ têne tevilhev kirin. Lê rastiya wê ewe kû ‘babik’ ji baskek yê ‘mal’ê ye. Mînak ji nav mala Bedirxaniyan tenê babikê Emîn Elî Beg di nav Kurdan de tê naskirin. Emîn Elî Beg û zarên xwe ji bo Kurdistanê û çand û zimanê Kurdî gelik ked dane, tekoşîn kirine. Ji ber wê ji ev babik di dîroka Kurdewariyê de cihekî xwe yê girîng girtiye. Emê hevtiya pêşiya me li ser vê mijarê dewam bikin.





