Idrîs HENAN
Piştî lihevkirina Sûtşî navbera Tirkiyê û Rûsya de, demeke terazuyên hêzê li herêmê bi awayek ber bi çav tên guhartin. Ji aliyê xwe ve Rûsya hewl dide bi zextên nerm û hişk rejîma Tirkiyê bajo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Rûsya ji ber rikberiya xwe ya desthilatdariyê bi Amerîka û Ewrûpa re, bi rêbazên klasîk ên serdema serdestiya tsarîst hewl dide di vê pêşbirka xwe ya berfirhkirina serweriyê de bi ser bikeve. Lê her hal di vî warî azwerî ne yên Rûsya bi tenê ne. Hêzên modernîteyê jî ji ber kirîza ku jiyan dikin li riyên xilasiyê digerin.
Niha li aliyê ku itîfaqa avakirina herêmeke bêçek li ser hatiye lihevkirin, şerekî dijwar diqewime. Li bakur rojavayê gundewarên Idlibê û li bakurê gundewarên Hemayê navbera rerjîma Eseed û çeteyên girêdayî rejîma AKP- Erdogan şerekî bê rehm rûdaye. Berovajî lihevkirinên Rûsya bi Tirkiyê re, çeteyên Heyet Tehrîr Elşam (Elnusra), Ehrara Elşam, Ceyiş Elîslam, Ceyiş Elîze û … hwd li tevahî bejahiya herêmên qaşo bêçek belav bûne. Di vê derbarê de xala girîng ew e ku; Tirkiyê gelek caran ragihandiye ku nekariya bi temamî bendên itîfaqa Sûtşî pêk bîne. Ew jî gerantiya vekişîna çekdarên li gorî danasîna NY teror in ji rûpîvana ku li ser lihevkirin çêbûye. Ji bona ku rejîma Tirk wê yekê pêk bîne, xalên xwe yên kontrolê li Idlibê zêde kirin. Ango di bin navê itîfaq û lihevkirina bi Rûsyaya tsarîst re dagirkeriya xwe ji axa Sûriyê re berfirehtir kir. Êdî rejîma Tirkiyê ji xeta sînor ji Cerbalusê bigire heyanî bi keviyên deryaya Spî derdora Lazîqiyê dagir kiriye. Hemû mudexeleyên rejîma AKP jî bi rizamendiya Rûsyayê çêbûne. Dewleta Tirk ji bona ku dagirkeriya xwe li wan herêman mayînde bike tevliheviyên li wan herêman kûrtir dike. Bi rêbazên xwe yên pelçiqandin û êrişên ji hindir ve hewl dide serweriya xwe domdar bike. Dawîtirîn daxuyaniyên serokê rejîma AKP Erdogan di gera xwe li Amerîka Latîn de diyar dikin ka ev rejîm xwedî eqlekî mêtinger ê çawa ye. Erdogan di zîrweya G20 de ji serokê Rûsya xwestibû tevî Almaniya û Fransa derbarê Idlibê de zîrweyek din lidar bixin. Ji ber vê di gera xwe li Amerîka Latîn got: Em ê hewl bidin di hevdîtina xwe ya bi Pûtîn re itîfaqa avakirina herêmeke bêçek li Idlibê domdar û mayînde bikin. Ango zilam dixwaze bi itîfaqeke din dagirkeriya xwe meşrû û bêveger bike.
Erdogan bi van siyasetên xwe yên qirêj bi rêbazên dekûdolab ên çewsîner hewl dide ji bo cebheya hindirîn destketiyekê qezenc bike. ji lewra him itîfaqa bi Rûsya re û him jî encamên civîna Istenbolê ya 27 Cotmeha derbasbûyî diçewisîne. Bi vî awayî jî kirîza xwe ya siyasî, leşkerî, aborî û exlaqî bitepisîne. Gefûgur û êrişên ser Kobanê, Girê Spî û hewldanên xuliqandina fîtneyê li Minbic, Reqa û Dêrazorê vê yekê eşkere dikin.
Jixwe di cewherê aloziya Rojhilata Navîn de, mentelîteya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di dewrê de ye. Çawa ku eqlê desthilatdar di encama kombûna serdestiyan de ava bû, bi pêşketina zanista civakê re, hêzên hegemon hewl didin ji nû ve serdestiyên xwe berfirehtir û kûrtir bikin. Dixwazin li hember îradeya azad a gelan serweriya xwe ya kirêt mayînde bikin. Di şexsê Idlibê de feraziyeke wiha di dewrê de ye. Li eniyên Dêrazorê jî binyada ku civakê esas digire di şexsê QSD de tê avakirin.





