Şandeyeke ji Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê kirin û piştgiriya xwe ragihandin.
Ev 17 rojin Nûnertiya HDP’ê li Başûrê Kurdistanê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo çalakiya Parlementera HDP’ê Leyla Gûven, çalakiya greva birçîbûnê daye destpêkirin. Rojane gelek partiyên siyasî, kesayet û rêxistin serdana çalakvanan dikin. Di vê çarçovê de şandeyek ku ji nûnerên Rojavayê Kurdistanê yên Başûrê Kurdistanê pêk tê, serdana çalakvanan kir.
Di derbarê serdanê de seroka şandeya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Xewle Mistefa diyar kir ku ew weke Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê çalakiya greva birçîbûnê gelek girîng dibînin û got, “Em weke Nûnertiya Rojava heta dawiyê piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê dikin. Niha dijminên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê dest dane hevdû û li dijî me bûne yek. Divê em Kurd jî yek deng û hev helwest bin.”