Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Sûriyê pêşbaziya qirkirinê

07/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
2 şertên esasî ji bo çareseriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed SEYDÎ

Li sûriyê çiroska şoreşê ku 2011’an dest pêkir hîne didome. Ev serê çend salan e alozî heye û li Sûriya tevlîhevî kêm nebûye.. Bi destê hêzên ku li pêyî berjiwendiyên xwe ne rê li ber wêraniya Sûriyê vebû û bi destê Rêjîma Baas û balafirên Rûsiya û li aliyê din jî Komên ku bi destê gelek dewletên herêmî û navdewletî hatin avakirin û destekkirin hinceta rêjîmê ya bi her reng û rêbazan êrîşî gelê Sûriyê bike û bajaran wêran bike û bi hezaran kesî koçber bike çêkir.
Li aliyê din jî dewleta Tirk heye. bi despêkirina aloziyê re ket dewrê û beriya wê jî amadekariyên xwe kiribûn ku heta Şamê biçe û li wir xelîfetiya Osmanî a nû avabike û li mizgefta Omewî nimêjî bikin..
Dewleta Tirk û serokkomarê wê yê niha Teyib Erdogan bi vê xeyala Sultanetê midaxele kirin û yek ji hêzên sereke ku gelek kom bi çek kirin û rê ji çeteyeyên biyanî re vekir, ew li Tirkiyê perwerde kirin û derbasî nava axa Sûriyê kirin bû. Piştî hemû komên ku bi wan pîlanên xwe dixwast pêk bînin bi destê hêzên bakurê Sûriyê bi taybet bi berxwedana Kobanê re destpêkir hatin têkbirin û xeyalên “Sultanê Osmanî” Dîktetor Erdogan têk çûn bi xwe ket dewrê û axa Sûriyê dagir kir..
Kut û kumancî li Sûriyê dewleta Tirk û komên wê yên çete û rêjîm û hevkarên wê rola mekut û conî rabûne û deverên ku destê wan gihiştêkê tarûmar kirin û hîne jî vê yekê dikin…
Heta demekê ku wiha bi destê herdû rêjîman (Akp û Baas) gelê Sûriyê dihate qetilkirin û koçber kirin te digot qeyî herdû ketine pêşbirka kî wê zede kuştin, talanî û dana koçberkirinê pêk bîne.
Ji xwe herî dawî jî ku astana bi garantoriya Rûsiya, Îran û dewleta Tirk pêk hat, êdî guhertina demografîk, pêkanîna komkujiyan û valakirina bajaran ji xelêkê wê bi rengekî li hevkirin hatin destpêkirin.
Niha dewleta Tirk di nava Sûriyê de hêzekî dagirkere û parastina hemû komên terorîst dike û ev yekî jî niha eşkereye û dewleta Tirk li qadên navnetewî berdevkiya komên çete dike û li nava Sûriyê jî wan diparêze.
Rêjîma Baas û rêveberiya Şamê ya ku bû sedema ewqas alozî çêbibe û wêranî pêk were hin caran mirov difikire ku belkî hinekî hişmendiya wê guherî be. Lê mixabin ger ku ji destê wê were û careke din karibe hemû gelê Sûriyê ji bo xwe bike kole wê teqsîr neke. Ev jî ji axaftinên rayedar û berdevkên wê de diyar dibe.
Çend roj berê wêneyekî ku hate parvekirin ew jî li Şamê hatibû girtin,Ciwanên Sûriyê yên li herêmên bi navbênkariya Rûsiya radestî hêzên rêjîmê hatibûn kirin û valakirin û yên li wir mayî jî bi garantoriya Rûsiiya li gorî “lihevhatina” ku navê wê wiha ye divê rêjîm îşê xwe ji kesên li wir neyne.
Di vê wêneya tirajîdîk de nêzî 30 ciwanî hatiye girtin û ew ji bo leşkeriya Îcbarî tên sewqkirin. Ew ciwan bi zîncîr û qeydan bi hevde hatine girêdan û wekî serdemên koletiyê ku çawa kole li pê hev rêzdikirin û ew zîncîr dikirin û difrotin hevdû lê hatibû û ew dîmen careke din di vê serdemê de bi destê rêjîmê pêk tê..
Dîsa hin parlementerên Parlementoya çepikan a Şamê ku van rojên dawî beşdarî bernameyên Tv dibin û behse mafên ku rêjîm diparêze dikin… Wan qaşo parlementeran digotin ku pêwistiya Sûriyê qet bi destûrekî nû tune û mafê hemû gelên Sûriyê di destûra heyî de ji xwe parastiye.
Ev jî dide diyarkirin ku hîçe, valaye, mêjî û hişmendiya van rêjîman ya ku tenê di pêşbaziya kuştinê de serketîne nayê guhertin û wê neyê guhertin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.