Farûk SAKIK
Piştî darbeya 12’ê Îlonê li Tirkiyê gelek maf hatin binpêkirin. Bi taybet piştî damezirandina PKK’ê doza Kurdistan derbasî qonaxek nû bû. Êdî ev doz li derveyî sînorên Tirkiyê li her deverî dihat nîqaşkirin. Li ewropa jî nîqaşan destpêkiribû.
Di 14-15 Cotmeha sala 1989an de li Parîs Konferansa Kurd hat lidarxistin. Alaqeyek mezin ya Danîelle Mîtterrand bi kurdan re hebû. Ev civîn di encamê hewldanên wê de pêkhatibû.
Ji Tirkiyê jî ji partijya SHP’ê 7 parlementer tevlî vê civînê bûn. Dema ku vegeriyan Tirkiyê 5 ji wan ji partiyê hatin îxraç kirin. Ev 5 parlementerên ji SHP’ê veqetiyan û hin siyasedmedarên kurdên dina, bi navê HEP partiyek nû avakirin.Êdî kurdan di warê siyasî de di nav vê patiyê de siyaset di meşandin. Dixwestin doza Kurdistanê bi rêbazên siyasî çareserbikin.
Piştî salên 90ê gelek kurd ji ber zilma dewletên dagirker koçber bûn. Hatin li Ewrûpa bicîhbûn. Li aliyek jî bi rêxistin dibûn. Xebatên wan yên dîplomasiyê jî hebûn. Di pêvajoyak waha de, ji sala 1990an hetanî sala 2004an gelek konferansên kurd lidarxistin.
Navenda siyaseta Ewrûpa li Brukssel û li parlementoya yekitiya Ewrûpa bû. Tirkiye jî dixwest bibe endamê vê yekitiyê. Ev navnîşan bala kurdên ku li Ewrûpa dijîn jî kişandi bû.
Di sala 2004an de rêveberên KNKê, hin saziyên ji bo mafê kurdan têdikoşin û hin kesayetên navdar yên kurd li Bruksel, li Enstîtuya Kurdî Ya Brukselê civiyan. Li ser lidarxistina konferansek kurd di nav nîqaşande bûn. Di dawî de biryar girtin ku ji saziyek alîkarî bixwazin. Partiya Çep a Yekbûyî/Kesk a Ewropayê (GUE/NGL) hat bîhra wan ku dostên kurdan bûn û berî xwe dane vê saziyê. Piştî nîyet û daxaza xwe bi wan re parvekirin, bi erênî qebûl kirin. Û piştî demek jî, ji bo konferansa kurd dest bi amadekariyan kirin.
EWROJ…
Di 22-23 Mijdara sala 2004an de yekemîn kaonferansa kurd bi temaya “ Yekitiya Ewrûpa, Tirkiye û Kurd” li Bruksel destpêkir. Gelek kesayetiyên navdar tevlî vê konferansê bûbûn. Li ser doza Kurdistanê 2 rojan nîqaş hatin kirin.
Konferansa ku her sal bi kevneşopî tê lidarxistin, bi Pêşengiya Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa Tirkiye (EUTCC), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Enstîtuya Kurd li Brukselê û KURD-AKAD’ê ve pêk tê.
Her sal, Çep a Yekbûyî/Kesk a Ewropayê (GUE/NGL), Tifaqa Pêşverû ya Keskan û Sosyalîst-Demokratan (S&D) destekê didin konferansê û ev kesayetên li qada navneteweyî bi nav û deng in, xwedî li konfederansê derdikevin: Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê yê ji Afrîka Başûr Serpîskopos Demond Tûtû, Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî ya Îranî, Qasida Nêta Baş a Konseya Ewropayê û Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Îngilîz Bîaca Jagger, Nivîskarê DYA’yê Prof. Noam Chomsky, Xwediyê Xelata Azadiyê ya Sakharov a Parlamenta Ewropayê siyasetmedara Kurd Leyla Zana.
Konferansa kurd her sal bi dirûşmeyên cûda tên lidarxistin. Mêvanê ku tên tevlî bernamê dibin liser doza Kurdistan nêrînên xwe tînin ziman. Herî zêde nîqaşên li ser, di çareseriya doza Kurdistan de, rol û misyona Yekitiya Ewropa têne kirin. Dîsa vê konferansê de, her sal bal dikişînin ser kiryarên dewleta Tirkiyê ya li hember kurdan.
ÎROJ…
Heta îsal 14 Konferansê Kurd hatibû lidarxistin. Konferansa Kurd, weke her salî, îsal jî wê di 5-6 Kanûnê de du rojan bidome. Konferansa 15’emîn bi dirûşma “Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” tê organîzekirin û wê nîqaş bi giranî li ser sernavê “Faktora Kurdan a li nava siyaseta cîhanê: krîz, pirsgirêk û çareserî” bê kirin.
Gelek hiqûqnas, siyasetmedar, akademîsyen û nûnerên civaka sivîl ên ji Tirkiye, Kurdistan û deverên cuda yên cîhanê, wê wek axaftvan tevlî konferansê bibin.
Dîsa wek hemû konferansa wê di vê Konferansê de jî bal bikişînin ser Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan.





