Mihemed ŞAHÎN
Bi hatina îslamiyetê civaka Kurd ji hêla civakî û hişmendiyê ve bû 3 parçe. Sinî, Elewî û Êzîdî. Dakirkeran her sê beşên civakê kirin dijminên hevûdu û bi hevûdu dan kuştin.
Sê parçebûnê têr nekir. Piştî şerê Çildirê yê 1514’yan bi hevkariya Îdrîsê Bedlîsî Kurd ketin bin serweriya dewleta Osmanî. Yavuz Siltan Selîm civaka Kurd di bin navê mîrek, beg, axa û eşîrî de kir 40 parçe. Ev 40 parçejî kirin dijimnên hevûdû û bi hevûdu dan kuştin.
Parçebûna bi îslamiyetê 1400 sale, parçebûna di bin navê mîrek, beg û axatiyê de 500 sale (bê guman beriya wê jî heye) ji dagirkerên Kurdistanê re xizmet dike.
Mînak; di şerê Çildiranê de di bin pêşengiya Yavûz Siltan Selîm û Şah Îsmaîl de dewleta Osmanî û Îran şer dikin lê Kurdên Elewî û Kurdên sinî hevûdu dikujin.
Dewleta Osmanî dema ku xwest di şexsê mîrîtî û begîtiyên Kurdan de dawî li xweseriya civaka Kurd bîne nakokî û nezaniyên mîrek û began destûr neda tifaqa xwe ava bikin. Li hember êrîşên dagirkeran piştgiriya hevûdu nekirin, berevajî ji bo têkçûna birayê xwe bi dagirkerê xwe re bûn hevkar. Li benda dora têkçûna xwe man da ku hemû yek bi yek hatin tunekirin.
Dijminê Kurdan yê herî mezin ne Osmanî, ne Îranî û ne jî Ereb in. Yê ku Kurdan têk dibin ne ev dewletin. Dijminê herî mezinê ku her carî têkçûyinê weke qedera reş li ser civaka Kurd dide ferzkirin û berdêlên herî giran bi civaka Kurd dide dayîn parçebûn û bêtifaqiya civaka Kurd e.
Tevgera Azadiyê 40 sal berê di 27’ê mijdarê de bi vê zanebûnê xwe birêxistin kir û dest bi kar kir. Bi şêrê xwe yê dijber parçebûna çivaka Kurd dest bi têkoşîna xwe kir. Encamên gelek girîng bidest xistin.
Piştî 1400 salî cara yekem Tevgera Azadiyê Kurdê Sinî, Elewî û Êzîdî anîn gel hevûdu. Sînorên ku dagirkeran di bin navê beg, mîr, axa û eşîran de danîbûn nav civaka kurd rakir. Di bin hişmendiya neteweyî de ji bo têkoşîna azadiyê hemû beşên civaka Kurd anîn gel hev, ji bo azadiya xwe mildan hevûdu û hemû sînorên heyî bê wate kir.
Lewre ji bo dagirkerên Kurdistanê dijminê herî mezin afirînêrê vê hişmendiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ne. Komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd pêk hatî û biryara Emerîka yê dawîn ê diderbarê sê pêşangan de bi vê xalê ve girêdayîne. Hetanî “dijimê mezin” hebe dagirker bi “dijiminên biçûk” re eleqedar nabin. Hetanî yê mezin hebe pêdiviya wan bi hevkariya yên biçûk heye. Lewre hetanî yê mezin hebe yên biçûk “şerîn û heskiriyê” wan in. Tifaqa dewleta Tirk a bi PDK, ENKS û mixabin YNK jî tevilê vana bû di vê çarcovê de ne.
Li gel vê heqîqeta dilsoj û li gel geşedanên rojhilatanavîn yên dîrokî di 27’ê mijdarê de, di rojeke watedar de bi biryarê PDK’ê û dewleta Tirk û bi destê YNK’ê navendên Tevgera Azadî hatin girtin.
Di sala 1975’an de Mam Celal û hevalên xwe ji ber rexenyên xwe yên li hember xeta PDK’ê veqetiyan û li ser xeta Yekîtiya Neteweyî YNK ava kirin. Rayedarên YNK’ê bi biryara girtina navendên Tevgera Azadî îxanet li xeta Mam Celal a netewperwer kirin û vegeriyan ser xeta PDK’ê. Bi vê biryara xwe tevilê tifaqa PDK’ê û dewleta Tirk bûn. Cudahiya xeta YNK’ê û PDK’ê ji holê rakirin. Bi kurtahî biryara tasfiyekirina YNK’ê dan.
Ji bo vê biryarê dijî Kurd konsolosê dewleta Tirk ê Hewlerê sipasiya YNK’ê kir û Tevgera Azadî weke “terorîst” îlan kir. YNK vê rûreşiyê qebûl bike jî wê civaka Kurd tu carî qebûl neke. Civaka Kurd baş dizane dakirkerên Kurdistanê ji kê re spasiya xwe dikin û ji kê re dibêjin “terorîst”.
Tevgera Azadiyê 40 sal berê bi pêngava xwe ya 27’ê mijdarê derbeyeke mezin li parçebûn û bê tifawqiya Civaka Kurd dabû. YNK’ê jî di 27’ê mijdara 2018’an de bi biryara xwe ya girtina navendên Tevgera Azadî derbeyeke mezin li tifaq û hişmendiya neteweyiya Kurd da û dilê dijminên Kurd ên sûndxwarî şad kir.
Dîroka hezar salan bi awayeke gelek zelal nîşanê me dide ku tehamula dakirkeran a ji bo Kurdê parçekar, heremparêz, hizbîparêz, eşîrparêz û berjewendî parêz hetanî tunekirina Kurdê netewperwer û yekparêz heye. Piştî ku netewperwer û yekparêz tune kirin rojek tenê jî ji hebûna wan re tehamul nake. Ji bo wan Kurdê herî baş Kurdê mirî ye.
Yê ku dîroka xwe nexwendibe nezane, yê ku xwendibe û jê wane dernexistibe çiye hûn bibêjin.





