Hozan SEYÎDXAN
Ji ber tune hesibandin û hewldanên tunekirina nasnameya gelê kurd, muzîka kurdî ji damezirandina dewleta Tirk heta iroj bi timî qedexe bû. Ev hewqas sale ew qedexeya li ser çand û muzîka Kurdî ranebuye û hê jî asimilasyon û qirkirina mezin li ser muzîka kurdî heye: evya bi taybetî di medyaya Tirkan de xwe dide xuyakirin.
Ji pêvajoya sazkirina medyaya Tirkan û vir de, bi sedan stranên Kurdî ji koka xwe hatin hilkirin, bi Tirkî hatin wergerandin û ji çapemeniyê re wek stranên Tirkî hatin weşandin. Lewra îro gelek stranên Tirkî yên bi nav û deng bi eslê xwe stranên Kurdî ne – mîna Welatê kurdan bixêr û bêre, biskên te ziravin wek rihana ber avé, xumxumê torivanê, rabe cotyar; edlé rabe sibeye; yara min e bedewe kulilka li nava baxan û hwd. Evya raste rast qirkirina reş ya çandî ye û yek ji beşên siyaseta asîmîlasyonê ye.
Ev asimilasyona di çarçoveya asîmîlekirina çand û hunera kurdî de bi taybetî hewldana hilbijartina stranbêjên kurd ên ku bi tirkî distriyan bû: bi vî awayî heta îro gelek stranbêjên bi eslê xwe Kurd hunera xwe bi Tirkî dimeşînin û ji bo qezencên şexsî difiroşin çapemeniya Tirk. Ew stranbêjên bi eslê xwe Kurd îro xwediyê beşeke girîng a çapemeniya Tirk in. Car caran bi Kurdî stranan parvedikin, lê qet nabêjin ew Kurd in. Mînakeke vê yekê bê guman ên ku ji salê 1943 yan ve pêşengi ya vê qirkirinê kirine Muzaffer Sarisozen, Mukim Tahir ê Ruha yî, Mehmet Ozbek û Seyfetin Sucu, yên di serdemamede jî Izet Altinmeşe,Burhan Çaçan, Ibo ye û gelekê din in.
Tinehesibandina muzîka Kurdî ne tenê di dînamîkên civakî de veşartî ye. Gelek kanalên fermî û yên şexsî ên mezin ji ber sedemên qedaxeyî yê cih nadin hunera Kurdî. Lê car caran stranbêjan dawetî bernameyan dikin, kesên ku ji nasmameya kurdatiyê dûr, ji pîvana hunerê û hunermedîtiyê dûr, ew jî tenê du-sê stranên herêmî ên Kurdî dixwînin û diçin.
Her çIqas wek qirkirina reş ya ku li Tirkiyê dihate rêvebirin nebe jî, heman ev siyaseta qirkirina çandî bi rêya radyoyan ve li Başur, Rojhilat û li Rojava yê welat jî hatiye birêvebirin.
Ji gelek serdemên dûr û dirêj desthilatdaran tucaran derfet, fersend neda ye ku Kurd xwe bi navê Kurd îfade bike. Him ji ali wan ve hatiye înkarkirin, an ji di bin vê înkarê de hesidiye wan û xwe û nirxên xwe pêşkêşî wan kiriye. Îro ev qirkirin ji doh zêdetir tê birêvebirin. Medya Tirk de ev şêwe dejenerasyon bi her awayî berdewame.
Ev çend salin ku muzîka Kurdî di çapemenî û raya giştî re tê vekirin. Çend studyo û kanalên taybet beşeke giran a bernameya xwe didin çand û hunera Kurdî. Navenda çend studyoyên herî mezin ên muzîka Kurdî li derveyî welêt in, hunermendên Kurd hunera xwe ji destpeka sazbuyîna kanalén Kurd û vir de bikartînin. Yekem care ku bi vîn û daxwaza xwe, xwe îfade dikin.
Bê guman hina ne zelaliya di hundirê muzîka Kurdî de berdewame. Li gel ku pir derfetên zêrîn bi dest hunermendan de hene, ne dikarin xwe û muzîka Kurdî ji bin bandora sêweyên neyînî rizgar bikin. Di vê mijarê de ji bo sererastkirin û zelalkirina muzîka Kurdi pêdivî bi pêşxistina tekosinê heye. Kurdê ji xwe û sekina xwe bi bawer be, tu caran nabe peyayê suwarê kesên din.





