Zekî BEDRAN
Aloziya Sûriyê bi rehendên nû dewam dike. Rêveberiya Esed bi piştgiriya Rûsya, Îran û Hîzbulaahê li ser pêya ma. Lê Sûriye ji krîza kûr rizgar nebuye. Bakurê Sûriyê bi avakirina rêveberiyeke demokratîk xwe bi rêve dibe. Ji bo yekîtiya Sûriye ya li ser bingeheke demokratîk dixebite. Beşeke Sûriyê jî di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Dîsa di bin parastina Tirkiyê de li Îdlibê bi deh hezaran hêzên çekdar yên weke El Nusra hene. Li Efrîna ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye paqijiya etnîkî tê kirin.
Niha gefa herî mezin ya li ser Bakurê Sûriyê dewleta Tirk e. Dewleta Tirk çawa niha rojavayê Feratê ji Kurdan paqij dike heman tiştî dixwaze li rojhilatê Feratê jî bike. Di vê mijarê de helwesta wî zelal e. Hewce nabîne ku veşêre. Lewra li Efrînê hêzên li Sûriyê ceriband û dît ku helwesta wan çiye. Emerîkayê Efrîn ji Tirkan re hişt. Rûsyayê qada hewayî vekir, bi Tirkan re li hev kir û Efrîn pêşkêş kir. Ger Emerîkayê bi qasî Îdlibê helwest nîşan bida wê Tirkiyê nikariba êrîşê Efrînê bike. Tirkiye niha jî ji Rûsya û Îranê piştgiriyê digire. Dixwaze çeteyên li Îdlibê veguhêze rojhilatê Feratê û li dijî Kurdan bide şer kirin. Lê belê aliyekî vî şerî li dijî Emerîkayê ye jî. Rûsya û Îran hewl didin ku Emerîkayê li Sûriyê lewaz bikin û jê derxînin.
Tirkiye di bin her şert û mercan de hewl dide êrîşî Bakurê Sûriyê bike, Kurdan ji hev belav bike û destketiyên wan yên demokratîk tune bike. Li hember vê Emerîka xwedî helwesteke nîne. Tirkiye li ser Emerîka zextan dike û hewl dide Kurdan li Sûriyê bê bandor bike. Ji bo vê yekê amade ye ku her tawîzan bide û şantajan bike. Hêzên xwe li ser sînor kom kiriye û amadekariyên xwe yên şer qedandiye. Niha dixwaze demê amade bike û Emerîkayê bîne ser ya xwe.
Ji bo Bakurê Sûriyê gefa duyem jî rêjîm û hêzên li pişt wî ne. Bi taybetî rêjîm dixwaze bi nijadperestiya Ereb, Kurd û Ereban ji hev dûr bixe. Li Bakurê Sûriyê, Ereb, Kurd, Suryanî û hemû çand û bawerî di nava yekîtiyeke demokratîk de dijîn û weke ku dixwazin xwe bi rêxistin dikin. Rêjîm dixwaze vê yekê jehrî bike. Li Bakurê Sûriyê xebatên xwe yên îstixbaratî û propagandayê zêde kirine. Îran, mîna DAIŞ’ê ji nava Ereban hêza çekdar bi rêxistin dike. Rûsya bi heman şêwazî dixebite. Îran, rêjîm, Rûsya û DAIŞ dixebitin ku Bakurê Sûriyê tevlihev bikin û krîzê kûr bikin. Piştî gefên dewleta Tirk yên li dijî Bakurê Sûriyê rêjîmê û hevparên xwe lez dane hewldanên xwe. Di mijara têkbirina Bakurê Sûriyê de Tirkiye, Îran, Rûsya û rêjîmê lihevkirine û hatine cem hev.
Gefa sêyemîn jî hebûna DAIŞ’ê ye. DAIŞ li herêmê ku lê dimîne êrîşên xwe berdewam dike. Lez daye reşkujî, sabotaj û kuştinan. Bi taybetî bi hedefgirtina giregir û rûspiyên Ereban dixwaze rewşa bi ewle û aram têk bibe. Di hedefa van hemû hêzên ku êrîşî Bakurê Sûriyê dikin de Emerîka heye. Ji bo ku Emerîkayê ji Sûriyê derxin hevpariyê dikin. Di vê rewşê de wê bi kevirekî li çend çûkan bi hevre bidin. Rûsya û Îran wê bandora xwe zêde bikin da ku meydan ji wan re bimîne. Wê zexta li ser DAIŞ’ê kêm bibe û hê bi hêsanî xwe bi rêxistin bike û êrîşan pêk bîne. Dewleta Tirk jî wê Rojava dagir bike û Kurdan paqij bike. Yên ku dijberiya Emerîkayê dikin di heman demê de dijberiya Kurdan jî dikin.
Li hember van gef û xetereyan ya ku divê bê kirin eşkere ye. Di serî de Kurd, Ereb, Suryan û komcivatên din divê îrade û yekîtiya xwe ya demokratîk xurt bikin. Li hember dagirkerî û faşîzme çekên herî bi bandor demokrasî û berxwedane. Divê rewşenbîr, welatparêz û hêzên azadîxwaz yên Sûriyê bibin yek û bikin ku eniya demokrasiyê têk neçe. Divê ev lîstik û komployên li dijî demokrasiyê yên li Suriyê bên eşkere kirin û li hember vê raya giştî ya herêm û cîhanê were şiyar kirin. Divê berxwedan li hemû eniyên leşkerî, civakî, dîplomatîk bê navber were berdewamkirin. Ger gelên Sûriyê li ber xwe bidin û yekîtiya xwe xurt bikin wê bikaribin van gef û xetereyan beralî bikin. Hêza sereke ya ku dagirkerî û planên tarî têk bibe berxwedana rêxistinî ya gelan e.





