Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dema Wêrekiyê ye

04/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Polîtîk kirina hestan
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

Tevî ku îro dewleta dagirker û xwînxwar ew qasî êrîşî tevahî nirxên Kurdan dike, da ku tevahî destkeftiyên wan tune bike, hê jî hinek mirov -Kurd jî tê de-derdikevin û dixwazin bi rejîma qirker a faşîst re peywendiyan daynîn. Heta hinek vekirî–bi bêşermî -bilêv dikin ku rejîma faşîst dostê Kurdan e. Ev têrê nake û hinek jî dixwazin qaşo navbeyna Kurdan û rejîma faşîst çêbikin.
Ji bîr nekin; rejîma faşîst ji ber ku faşîst e, jê re faşîst tê gotin. Faşîzm dijmintiya mirovahî û nirxên dîrokê ye. Tuneye ku faşîstek ji mirovahiyê hez bike. Tuneye ku Tirkperestek faşîst ji Kurdan hez bike û bi Kurdan re bibe dost. Û dîsa ji ber ku rejîma faşîst ya Tirk qirker e, jê re qirker tê gotin. Vala vala mezinê Kurdan ne gotiye: “Dewleta Osmanî ker be jî lê siwar nebe.” Ji ber ku kê bi çi şêweyî û sedemê -bibe bila bibe- xwestiye ku bi Osmaniyan re rûne, di paşiya paşîn de her husranê jiyaye. An jî vala vala mezînên me ne gotiye: “Ji çermê xenzîr post û ji Romî jî dost nabe. “
Ji ber van rastiyan êdî dem hatiye ku di hemû eniyan de Kurd yekser dijî dewleta qirker û faşîst, xwe û helwesta bikin yek û wiha tev bigerin. Nabe ku sekneke perçeyî hebe, nabe ku yên ku ji xwe re “Ez Kurd im” dibêjin ji ber hinek berjewendiyên teng ên madî, hewl bidin xwe nêzî dewleta faşîst bikin.
Pêwîst e were zanîn ku, dewleta Tirkperest tenê Kurdê stuxwar û mirî dipejirîne. Ji ber ku ji bo wan-di dîrokê de sabît e- Kurdê baş Kurdê mirî ye. Ger hebe Kurdek ew jî Kurdekî ku bi tevahî vîna xwe teslîm kiriye ango êdî ne Kurd e, berovajî Kurdekî asîmîlados e. Kurdekî êdî xwe înkar kiriye û tenê li gori berjewendiya dewleta faşîst tevdigere.
Dîsa pêwîst e were zanîn, ne gengaz e ku dewleta qirker bi manevrayên dîplomatîk were aşkirin. An jî ne gengaz e ku xwe ji ber dewleta Tirk xwe danîna aliyekê, kesek xwe bikare biparêze.
Dewleta qirker bi qirkirinên xwe li ser; Ermeniyan, Keldanî-Sûryanan, Rûman, Elewiyan, Komunîstan, Çerkezan, Pontûsan, Ereban û bêguman li hember Kurdan tê naskirin.
Ma kî dikare bêje, Keldanî-Sûryanan, Ermeniyan, Pontûsan, Çerkezan û her wiha rengên dîtir li hember dewleta Tirk a qirker çalakî ango helwestek raber kiribûn. Tevî ku wan gelan û rengan li hember dewleta qirker tiştek nekiribûn, bi karesatên gelek mezin re rûbirû mabûn.
Em bizanin ku dewleta qirker a faşîst êrîşkar e. Û di dîroka bav û kalên xwe de serdestên wan tenê ferî talanê bûne. Ji bo ku nirxên gelan bigirin destên xwe kiryarên wan, him di dîroka sed salên dawî de li berçavan e him jî di dîroka Osmaniyan de ev hê jî taze ye.
Erê, wek helbestvan û hozanek dibêje:
“Xayîn in ewên dibêjin:
Marê şîrînjahr jî heye.
Xayîn in ewên dibêjin:
Bivrê birê dar jî heye.”
Erê, ji bo wê jî rêya herî rast ew rêye ku em bi hev re bi wêrekiyeke mezin tevahî erîşên rejîma qirker –bi berdêlên giran jî bin- bişkînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.