Medeni FERHO
Ez bi silavkirina çalekiya Leyla Guwen û girtiyên azadiyê dest bi nivîsa xwe dikim.
Dîrok îro ye… Başûrê Kurdistanê, herêmek mînak e, menendê wê jî li cîhanê nînin.
Desthilatdarên Herêma Başûrê Kurdistanê, bûne maşika destê dewleta AKPê. Tirkiyê, ji bo qirkirina Kurdan, geh “Planê islahkirin” geh, “Qanuna ji holê rakirina eşqiya”, geh “Qanuna bêdengkirinê”, geh “tecrîd” geh şerê giştî yê tunekirina Kurdan kirin pratîkê û vê pratîzekirinê jî didomînin.
Li Başûrê Kurdistanê jî, heman taktîk hene. Li herêmê, defectoyek heye, lê sîstemek nîne û rêveberiyek “ucube” derketiye holê. Rêveberiya “ucube” jî, bûye şûrê destê dewleta AKPê. Mînak jî, wek pêlên çemê Dicle zêde hene.
Dîrok îro ye… Komploya MÎTA Tirk li Silêmaniyê bû şelîta stuwê faşîzma Erdogan û dewletê. Lewma dewleta Tirk, hevsarê bi lixab kire serê YNKê
Hêzên çekdar yên YNKê jî, berî çend rojan, navend û ofîsên Tevgera Azadî û Rêxistina Parastina Mafê Jinan RJAKê girtin. Hemû nirxandin û argument nîşan didin ku YNKe bi fermana dewleta Tirk û Erdogan operasyon da dest pê kirin.
KCKe jî, bi daxuyaniyekî bang li YNKê kir ku ri ya Birêz Celal Talabanî biparêzin. Yanî, YNKe û Kûbat Talabanî, li hemberî xeta Celal Talabanî îxanet kirin. Xwe, ji Kurdîtiyê îzole kirin û bûne tilbêtê Dewleta Tirk. YNK, kefareta girtina rêveberên MÎTê, di qewlê “tobe-nesuh”, daye faşîzma AKPê.
Dîrok îro ye… Armanca girtina Tevgera Azadî, kûr û dûr e. Yek, berdewama xeşîmî-cahiltî û parastina nîrê koletiyê ye. Du, hêdî hêdî tunekirina Kurdan e.
Piştî vê darbeya “ucubet-el cahiliye”, êdî, Başûr, ketiye nava sendrumek siyasî û dîrokî. Tiştê ku dikin jî, pratîze kirina planên dijminên dagirkeran e û ji bilî vê tiştekî din jî nizanîn. Tenê, bi rêbazên Hecî Pepe yê selefkar, komkirina pereyan baş zanin.
Di vî şerê qirêj û giran û demdirêj de de; car din reş û spî heye, qenc û xerab heye, talanger û wêranker hene; rojnamevanên serdemê jî “ waq-nivîs in”- hacegan in û dive, li hemberî bêbextî, xiyanet û xeşîmtiya dehşetengîz paşverûtiyê diparêze bêdeng nemînin.
Xeşîmtiya dehşetengîz “potansiyala tirsê” bela dike û divê bi degelî û dilsozî dijberiyê nîşan bidin. Ev mecburiyetek e!..
Mixabin, hin ji vê eniyê bûne “hace-î taş” in, wek koleyên li devê deriyê efendiyên xwe kar dikin. Hin jî bûne “hace-î bedestan” û bazirganiya qelemşoriyê dikin.
Gelo, hîna kesek dikare bêje, li Başûrê Kurdistanê, desthilatdarî û muxalefetek, ji bo demokrasî û mafên Kurdan heye? Yan jî gumana kesî maye ku, YNK û PDKe, bi Tirkiyê re tifaqa “menfûr” nekirine.
Dîrok îro ye…. Li Başûrê Kurdistanê, êrîşên li dijî demokrasî û têkoşerên azadiyê, ne îro dest pê kirine û bi êrîşên li dijî Tevgera Azadî û RJAKê jî eşkere nebûne. Pêdivî bi kolanên arkeolojîk nîne, li dîroka nêzîk ya 40 salî binêrin, hunê mînakên (dijminatiya Şoreşa Rojava-Şingalê jî di nav de), biqasî şol pêlên çemê Dicle bibînin.
Li Başûrê Kurdistanbê, ne tenê sendruma siyasî û dîrokî heye, dilsozên koletiyê hene. Esseh û sahih e ev!..
Di sîstemên diktatoriyê, monarşî û faşîzmê de jî, rumetparastin û xwedîd erketina li şradê heye. Eger “nevuruse”, “îllîsiyon”a Freud hebe jî, ne wek Başûr e. Balkêş e, “ucube”yên li Başûr, ne li rumeta xwe, ne li îradeya xwe xwedî derdikevin.
Dîrok îroye…. Gelê Başûr, wek doh û pêrî îro jî, li rûmet û îradeya xwe derdikeve. Li dijî operasyona qirêj ya YNKê, 3 rojan li devê deriyê Tevgera Azadî kom bûn.
Desthilatdariya Ucibe, riya aqil jî winda kiriye, ne bikêrî xwe, ne bikêrî gelê xwe tên.
Mirov şerm dike.





