Derwêş M. FERHO
Demên berê min behsa destpêka xebat Kurdistanî li Beljîka kiribû. Di warê têkiliyan de, xebata bi rêxistin, dezgeh û kesayetiyên ji partiyên cuda re çawa kar hat meşandin. Çi dijwarî hebûn bi kurtî nivîsandibû. Bê goman, hê neqediya ye û di demên pêş me de car caran dîsa dinivîsim. Ji ber ku her roj, her hefte, her sal û her xebat xwedî taybetmendiyên cuda ne. Bîranîn û axaftina ser wan giring e. Ji ber ku dîrok çavkaniyek hêja ji bo pêşerojê ye.
Dema bingeha Enstituya Kurdî ya Brukselê, Têkoşer, Yekîtiya Karker û Xwendekarên li Beljîka, hat danîn biryara pirralî hatibû stendin. Yek ji wan biryaran ew bû, ji sedema nebûna agahdariyên nivîskî, pirtûk, kovar û dosye, di zûtirîn dem de vê valahiyê dagrin. Di destpêka sala 1979 de dosye bi nave Dossier Kurdistan bi Fransizî, paş wê jî Dossier Koerdistan bi Hollandî hatin çapkirin. Bi sedan pirtûkên nivîskarên Kurd û biyanî li ser Kurdistan, roman, helbest, çîrok û kasetên muzîkê ji xelkê re hatin peydakirin û belavkirin. Armanc ew bû ku kêmasiya weşanen nemîne.
Hat dîtin ku ew jî têr nake. Di sala 1988 de ji nuh ve Dossier Kurdistan bi Fransizî, Dossier Koerdistan bi Hollandî û di 1989 de The Kurdistan File, bi Ingilîzî bi hevkariya dehan sazî û kesayetiyên Beljîkî hatin weşandin. Giringiya piştgiriya saziyên Beljîkî jib o me giring bû.
Armanca van weşanen ew bû ku em xwe bi xwe bi civaka Beljîka bidin naskirin. Geh bi civînan, geh bi hevdîtinan, geh bi çalakiyan, geh bi amadekirina konferans û daxuyaniyan. Ji ber ku heta wê demê û heta niha jî li gelek welatan dijminê dagirker weke ku wan xwestiye em Kurd bi wan dane nasandin. Wan wehşeta xwe, durûtiya xwe, hovîtiya xwe tev kirine ser mile Kurdan û xwe paqij derxistine. Di mêjiyê xerîban de Kurd û Kurdistan reş, xeter, nezan û bêbext dane nasandin. Heta bi wê derecê ku kesên wek dixwestin herin herêmên Kurdistan didane tirsandin. Ji wan re digotin, “ew der ne ciyê dîtinê ne, kî zane çi bi sere we tê, hûnê werin kuştin, wê dest biavêjin we û hwd…” Ya herî giring ku hêjayî gotinê ye, çepgîr û sosyal demokratên van dewletên dagirker jî, bi zanebûn yan ji bêhişiya xwe, diketin nava vê bêbextiyê. Gelek caran van çepgîr û sosyal demokratan, bi zanebûn yan ji nezaniyê, bi henekî ev gotin dikirin, lê di her du aliyan de jî Kurd û Kurdistan xerab dihatin nasandin.
Sedemek ku bi salan partiyên çep û sosyal demokrat bi şuphe nêzî saziyên Kurdan dibûn ev rewşa li jor bû. Û mixabin gelek ‘kurd’ jî di nava van kes, rêxitin û dezgehên van dewletên dagirker de hebûn û heta niha jî hene. Yên ku dixwestin pêş tevlîbûna 1ê Gulanê bi partiyên çep re li Beljîka bigrin, yên ku zora wan bi dîtina standên pirtûkên me dibû, yên ku dibûn asteng ji bo tevlîbûna xebatên bi hevra, yên ku dibûn sebebê bêdengiya li ser pirsgirêka Kurdan û Kurdisatnê ne bes ew dewletên dagirker bûn. Herweha çep û sosyal demokratên van dewletan jî ku xwe di qada navneteweyî de internasyonalîst didan nasandin, lê di çarçeweya dewletên xwe de nîjadparêziyeke kûr dikirin şirîkê vê dijminahiya Kurd û Kurdistanê bûn.
Hê jî gelek çep û sosyal demokrat xwediyê mêjî û kesayetiya xwe ya berê ne. Û ew heta niha jî nabînîn ku Kurd êdî ne mîna berê ne. Kurd û Kurdistanî êdî rûmeta xwe: tevgera azadiyê, pêşengên xwe, saziyên xwe, welatê xwe bi hemû awayî diparêzin. Serketin di parastina vê rûmetê de ye.





