Tayîp TEMEL
Êrişên li hemberî kurdan çiqas berfireh bin jî encam nagirin. Di vê merheleyê de hêzên serdest cardin hêviya xwe bi şerê navxweyî yên di navbera kurdan ve girêdane. Neyarên gelê kurd cardin dixwazin doza kurd bi destê kurdên din bifetisîn in.
Ji bo serdestan kurdê herî baş kurdê mirî ye. Kurdê ku bi sala xizmeta wan dike jî ji xezeban xilas nabe. Herî dawî Wezîrê Karê Hundir di komisyona butçeyê de got ku di nav salek dawî de 635 cerdevan ji wezîfeyê dûrxistine. Yanê dewlet ewîl kare xwe bi qirêj bi hin derdorên kurd dide kirin û pişt re jî wan diqewîrine. Pêşeyên kurdan bela sebep negotiye ku neyarên bav û kalan nabin dostên lawan.
Li gel van rastiyan dîsa serdest di nav lîstokan de ne û dixwazin ku birakujiya di navbera kurdan de kûr bikin. Dixwazin li Başurê Kurdistanê gelê kurd berdin hev. Ji ber ku birêz Ocalan vê rastiyê dizanibû û li hemberî vê yekê tedbîran pêk dianî û di warê yekîtiya neteweyî de xwediyê vê feraseta dîrokîbû, bi yekitiya kurd, bi kongreya neteweyî dixest ku pêşî li vê yekê bigre. Her wiha di kesayetiya birêz Ocalan de yekitiya gele kurd hatiye tecrîdkirin, xeta netewperweriyê hatiye bê dengkirin. Dizanin ku cihê Ocalan lêbe li wir birakûjî pêk nayê. Rêbaza pergalê ye, kêvira girêdane kûçikan berdide.
Wisa dixuyê ku hin derdor jî parçeyek dibin tesîra vê lîstiko de ne. Herî dawî li Silêmaniyê ofisên Tevgera Azadî hatin girtin. Her wiha agahî tên ku Mehdî Eker û hin kurdên AKP’yî beriya hilbijartinê bi hêzên Başurî re dîplomasiyê dimeşînin. Dizanin ku kurdên Bakur bi tu awayê êdî rû nade AKP’ê û lewma cardin hêviya xwe bi Başûriyan ve girêdane. Ji bo kurdan deyndayîna AKP’ê, dengdayîna MHP’ê ye. Lewma dixwazin bi piştgiriya hêzîn Başurî vê yekê berovajî bikin, cardin xwe wekî “dostên hin kurdan, hin parçeyên kurd” bidin nîşan. Lê Kurd, êrişên Kerkukê, êrişên Efrinê, êrişên her çar parçeyê Kurdistanê ji bîr nakin. Kurd, di dema referanduma Başûr de helwesta AKP’ê, gefxwarinên Erdogan ji bîr nakin. Ji bîr nakin ku Erdogan digot, “Emê derî li ser wan bigirin dê ji birçîna bimirin.” Piştgiriya AKP’ê ji îro şûnde bêrûmetiyek mezin e. Em hêvî dikin ku dê tu kesekî kurdewar xwe evqas erzan nexe.
Ji aliyek ve ev helwest heye ji aliyê din ve jî pêla berxwedanên mezin dibe. Şêrejinek Kurd, pêşenga gel Leyla Guven ji bo rûmeta gelê xwe, bedena xwe li birçîbûnê razand. Roj bi roj saet bi saet xwe di riya têkoşîna gele xwe de dihelîne. Riya ku Leyla Guven daye nîşan riya rûmetê ye, riya mirovahiyê ye. Ev xet, ev sekn riya rast dide nîşanê gelê kurd.
Di encama têkoşîna 50-100 salên dawî de, di encama berdêlên giran de gelê kurd êdî xwedî feraseta ku rastî û şaşiya ji hev derxe ye. Nîşaneya vê yekê jî di hilbijartinan de derdikeve holê. Hilbijartina 31’ê Adarê ji bo gelê kurd firsendekî mezin e. Gelê kurd dê di vê hilbijartinê hesaba hemû tiştê ji hikûmeta AKP’ê bi pirse. Serkeftina gelê kurd dê pêşî li êrişan bigire. Dê hêviya wan ya, “em dikarin bi êrişan encam bigrin, bi serbikevin” bişkîne. Dê rihê berxwedana Amedê, têkoşîna Leyla Guven di laşê her kurdekî de zindî bibe. Gelê kurd heya niha destûr neda ku tu berdêl vala biçe dê ji îro şûnde ve jî destûr nede vê yekê. Ne xwe cardin di van rêbazan de biserkevin dê êrişên xwe komkujiya xwe bidomîn in. Serkeftina gele kurd dê êrişên wan jî bişkîne.





