Burhan ERDEM
Di nava rojeva heyî de, çiqwasî di hişan de be jî, car caran mijarek di taldê de dimîne. Ev mijar jî konsepta tecrîdê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Kurd li ser vê yekê gelekî hessas in. Bi vê yekê ve girêdayî, her cara ku ji bo dijderketina tecrîdê çalakî tên xurtkirin, ji aliyekî din ve êrişî Tevgera Azadiyê tê kirin. Rojev dibe dijderketina vê êrişê û çalakiyên li dijî tecrîtê tên kirin, di bin siya vê rojevê de derbas dibin û heta tên jibîrkirin.
Heta niha di vî warî de gelek çalakî hatine kirin. Çalakiyên ku bi tena serê xwe ji bo rakirina tecrîdê bûn, encam jî girtibûn. Înisiyatîfên nû pêkhatibûn ku Kurdan cara pêşiyê bi vî awayî çalakî dikirin. Weke çalakiya bi navê tevgera hemwelatiyê azad, Kurd daxwaznameyên ji bo azadiya Ocalan didan rayedaran. Tê de digotin Ocalan îradeya me ye. Daxwaznameyên gihîştibûn milyonan çûbûn ber destê meclîsê jî. Di encamê de jî pêvajoyeke hevdîtinên bi Rêber Ocalan re destpêkiribû.
Dîsa çalakiyên ku li Strasbourga Fransayê pêk hatibûn, ji wan çalakiyên encamgir bûn. Gava ku Cara pêşiyê konsepta tecrîtê ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2002 an de destpêkiribû û salekê berdewam kiribû, çalakî zêde bûbûn. Li ser vê yekê jî, cara pêşiyê ji ber vê zexta çalakiyan, Heyeta Komîteya Şopandin û Rêlbergirtina îşkenceyê di 16ê Sibata sal 2003yan de çûbû îmraliyê,
Di rapora xwe ya hingê de vê komîteyê dabû zanîn ku li dijî Ocalan, ji aliyê hukumetê ve siyaseta tecrîtkirinê tê şopandin. Xerabûna Kostera Îmraliyê ku
çûn û hatina parêzer û endamên malbatê û daxuyaniyên ku ji ber şertên nebaş ê hewayê hevdîtin pêk nayê yên rayedaran, rexne kiribû. Komîteya şopandin û rêlbergirtina îşkenceyê digot ew ji ber vê tecrîtê bi fikar in û dixwazin ku ev pêkanîn bidawî bibe. Rêveberiya hingê ya Tirkiyeyê ku di riya Yekitiya Ewrûpayê de bû, vê daxwaza CPTyê pêk anîbû.
Niha ew riya Yekitiya Ewrûpayê û ew rêveberî nemaye, lê konsepta tecrîtê her maye. Her tê gotin ku ewê hevdîtina bi Ocalan re pêk neyê û ev yek li hemberî Kurdan bûye malzemeya siyaseta navxweyî ya AKP û MHPê. Ev jî tê wê maneyê ku konsepta tecrîtê ancax dikare bi zexteke mezin rabe. Ev zexta mezin carekê daxwaznameyên gel bû ku yek ji çalakiyên herî serkeftî yên li Bakur bû. Careke din jî grevên birçîbûnê bûn ku gelekî xwedî tesîr bû û bi xwe re pêvajoyeke din a hevdîtinên bi Rêber Ocalan re anîbû.
Di roja me de jî çalakiyên di vê asta van çalakiyên berê de lazim e. Lewra ev kirina hukmetê ya ku bi demê re veguheziye perçeyekî konsepta ji holêrakirinê, weke tehdîtekê li hemberî kurdan tê meşandin. Li cem kurdan jî tunebûna çalakiyeke afirîner, dihêle ku dîsa ji zindanan, nûçeyên greva birçîbûnê werin. Ev nûçe jî di talda êrişên din ên li ser Tevgera Azadiya Kurd de dimînin. Lê Kurdan carekê gotiye Ocalan Rêberê wan e û îradeya wan temsîl dike. Divê vê hassasiyeta Kurdan a li dijî tecrîdê veguheze çalakiyên encamgir.





