Sîpan CAN
Yek ji pirsgirêkên serke li herêma me, pirsgirêka niştecihbûn û peydakirina xaniyan e. ji xwe, ev ne tenê pirsgirêk e ji bo hemwelatiyan; lê bûye derdê bê derman. Li seranserî herêmên Rojava-bakur û rojhilatî Sûriyê bi sedan pirsgirêkên xizmetguzarî hene. hem şaredarî û hem jî meclisên navçe û kantonan di ber van pirsgirêkan de berpirsiyar in. Ango, lêgerînên ji bo peydakirina çareseriyan erkê wan ya sereke ye. li aliyekî din jî, Rêveberiya Xweseriya demokratîk a bakur û rojhilatî Sûriyê, bê goman ji bo çareyan ji van problêman re hatiye ava kirin. Li herêmên me, di her qadê de pirsgirêk hene. gelemperiya van pirsgirêkan ji ne famkirina sîstema xweseriya demokratîk tê. Ango, her rêveberiyek xweser xwe mîna dewlet û welatekî cuda ji ya din dibîne. Lewra, mirov dibîne ku her herêmek li gor mezac û bi qasî ku ew çawa fêm dikin, herêmê birêve dibin. Ev jî bê goman karsetan bi xwe re tîne.
Ji ber sedemên ku hatine rêzkirin, bê goman, karekî duv û dirêj pêşiya rêveberiya xweser a bakur û rojhilatî Sûriyê heye. Ji van karan û ya herî ku di jiyana welatiyan de bi rîsk e, cihê mayîn û niştecihbûnê ye, ango, peydakirina xaniyan e. ji sala 2011’an de, ji dema ku kirîza Sûriyê destpêkir. Bi hezaran malbat ji ber ewlekariya aram xwe spartin herêmên ku YPG û YPJ her wiha QSD rizgarkirine ye. bi vê yekê re, bajarên vê herêmê nikarîn ku hemû malbatên koçber bihewîne. Ya din jî, gelek ji welatiyan malên xwe girtî hêştin û berê xwe dan Ewropayê. Ew xanî jî hîna tenê cin tê de hene. û kes nikare tê de bijî. Ji xwe ev nêzî salakê wê bibe ku xelkê Efrînê jî têra xwe koçî herêmên Cizîr û Firatê bûne, ji ber wê yekê gelek ji wan malbatan nikarîn mal peyda bikirane. Ji ber nebûna xaniyan jî, bazirganên vî karî dest bi keysbaziyê kirin. Ne tenê malbatên Efrînê, lê yên li vir bi xwe jî di rîska peydakirina xaniyan de ne. Eger em lê meyze bikin. hin projeyên avakirinê hebin jî, lê gelemperiya wê tenê avakirina hin saziyan e. an jî her desteyekî di nava rêveberiya xweser de, bi qasî ku ji bo xwe avahiyan ava dikin; nafikirin ku projeyên mîna komên niştecihbûnê(seken) ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê biafirînin. Her wiha saziyên sivîl û civakî ji bo projeyekî avakirina van sekenan jî nafikirin û ji bo wê tu budjeyek nayê peydakirin.
Bi qasî ku ji bo welatiyekî av û ceyran her wiha sotemenî û nan pêwîstiyên sereke ne. Lê, ji wan girîngtir niha buye, peydakirina xanî û seqfekî ku her kes stara xwe tê de bike ye. ji ber vê yekê, li pêş rêvebriya xweseriya demokratîk ya bakur û rojhilatî Sûriyê ezmûnek dirêj û mezin heye ku biakribe tevî saziyên sivîl û civakî vê pirsgirêkê çareser bike. dibe ku ji ber şer gelek xanî xirabû bin; lê em di rewşek ku nikarin ji xwe re hincetan bibînin.





