Ezîz KOYLUOGLÛ
Dewletên wek Rûsya, Îran û Tirkiye him şerekî desthilatdariyê li ser Sûriyê dikin, him jî di çarçova civîna Astana de danûstendinan dikin. Danûstendinên li ser Astana ku di çarçoveya qaşo çareseriyê de pêk tê, ji destpêkê ve vegeriya ye dijberiya gelên li Sûriyê. Herî dawî Netewên Yekbûyî bidaxuyaniyekî li ser navê Staffan de Mistûra belav kir ku, tu hêviyekî di civînên Astana de nemaye. Cîvinên Astana ku sê dewletên dixwazin li gor berjewendiyên xwe Sûriyê ji nûve birêxistin bikin û nakokiyê kûrin tên cemhev. Aliyê ku van dewletan dighîne hev û xeta hevbeş ya wan dewletan dijberiya demokrasî û azadiya gelan e. Dîsa berjewendiyên aborî jî dewra xwe dibîne. Ji vê xalê pêve tu aliyên hevbeş yên van dewletan li ser Sûriyê nîne.
Civînên di çarçova Astana û Soçî de ku pêktên û biryarên di wan civînan de tê girtin, heta niha aloziya li Sûriyê kûrtir kir. Ji rola çareseriyek adil zêdetir, ji bo tasfiyekirina opozîsyona Erebên sûnî yên Sûriyê rol lîst. Derveyî vê ti rolek civînên Astana, Soçî, Stenbol, Tahran nebû. Di rastî de tişta di wan civînan de bernameya Rûsan ya dubare rejîma Sûriyê li herderê bike desthilat, pêktê.
Bi taybet piştî 2016’dan dewleta Tirk ya dagirker lêborîna xwe ji bo balafira wan xistibû xwest, êdî dewleta Tirk jî bû beşek ji tasfiyekirina opozîsyona Ereb ya sunî. Lê dewleta tirk ji bo bikaribe dijminatiya xwe li Sûriyê dijî Kurdan jî bidomîne hin koman liderdora xwe kom kir û biçek kir. Êdî tu hedefek dewleta tirk ya dagirker ji bo Sûriyê giştî nemaye. Berevajî vê, di çarçova plana Rûsan de wek amûrekê ye.
Peymana Soçî ku dewleta Tirk û Rûsan li ser zextên dewletên Rojavayî û Emerîka wek neçarî qebûl kirin, pêknayê. Lewra her dû aliyên ev peymana Soçî Tirk û Rûs li ser Idlibê berî niha lihevkiribûn ku, Tirk çeteyên di bin destê xwe de ji Idlibê vekişîne û li herêma Efrîn, Azaz, Bab, Cerablûs dagirkirî de bicih bike. Niha jî dewleta Tirk ya dagirker ji bo ev plana pêk were çi ji destê wê tê dike. Di rewşek wiha de Cenev û Astana bê wate dibe û êdî Tirk û Rûs tenê wek mixatab dimînin. Hemû opozîsyon û hêzên derve ji dosya Sûriyê tên derxistin. Ev him armanca Rûsan him jî ya Tirkane.
Di demên dawî de kuştinên serokên Eşîrên Ereban, teqînên li gelek cihên cûda û herî dawî jî dîsa germ kirina bikaranîna çekên kîmyewî li herêmên di bin serweriya rêveberiya bakûr û rojhilatê Sûriyê de wek planek giştî yên di çarçova civînên Astana de ye. Berî civîna Astana li Helebê bikaranîna çekên kîmyewî, dîsa rojev kirina wezareta parastina Rûs ya bi detay “wê DAIŞ bi çekên kîmyewî wê êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk bike” ne tiştekî ji rêzê ye.
Him dewleta Tirk ya dagirker, him Rûs him jî rejîma Sûriyê ji bo asta tevlîheviyê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bilind bikin, çi ji destê wan tê dikin. Li vir armanc ne tenê Hêzên Sûriya Demokratîk in. Bi taybet dewleta Tirk ya xwe di çarçova berjewendiyê Rûsan de li Sûriyê birêxistin kiriye, dijberiya hebûna Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ dike. Lewra dewleta Tirk naxwaze DAIŞ biqede. Di wan êrîşên dawî yên li Dêra Zorê jî xuya bû ku rejîma Sûriyê û Rûsya jî naxwazên DAIŞ biqede. Heta guman heye ku DAIŞ çekên kîmyewî birêya Rûsan ji rejîma Sûriyê girtibe û amadekariyên êrîşên kîmyewî dike.
Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser Idlibê lihevkirine û di bingeh de ew ji rojeva xwe derxistine. Wê dewleta tirk ya dagirker Idlibê teslîmî rejîma Sûriyê bike. Dewleta Tirk li ser zextên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Ewropa neçar man ku biçe peymana Soçî. Lê xuya ye ji bo peymana Soçî xerab bibe, him Rûs him jî Tirk ketine nava xebatan. Civîna Astana ya dawî ev hinek din jî zelal kir. Ji bo wê Rûsan li Dêra Zorê êrîşên çekên kîmyewî xist rojevê. Dewleta Tirk jî li bajarên Reqa, Minbic, Şeddadê bi teqîn û sûîkastan dixwaze nakokiyên gelan kûr bike.
Gelên Sûriyê li dijî wan êrîşan hemûyan civîna Sûrî-Sûrî li Navçeya Eyn Îsa bi beşdarbûna opozîsyona rasteqîn ya Sûriyê lidarxistin. Ev bersivek ji bo hemû êrîşan bû.





