Gerîlayên HPG’ê li Bakurê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk çalakiyên bi bandor lidardixin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên hêzên wan li Girê Elîşêr yê Geverê li artêşa Tirk a dagirker xistin û di encama çalakiyê de 5 leşkerên Tirk di hatine kuştin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Girê Elîşêr ê navçeya Geverê ya Colemêrgê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 5 leşkerên Tirk di çalakiyê de hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya li Geverê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
“29’ê Mijdarê saet 15.30’an hêzên me li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî leşkerên dagirker ên TC’ê yên li ser girê Elîşêr çalakiyek kirin. Di çalakiyê de derbeke serketî li mewziyên dijmin hate xistin, 5 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
29’ê Mijdarê balafiren şer ên artêşa TC’ê ya dagirker êrîşa hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Ji ber bomberdûmana li Zapê hevalekî me şehîd bû.”