Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK

29/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kerkûk
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk SAKIK

Di ser komkujiya Dêrsimê re Kurdistan 40 salî bêdeng bû. Piştî bêdengiya 40 salan, di salên 70 de hin cîwan hatin cem hev û di bin pêşengiya Abdullah Ocalan de xwe birêxistin kirin. Ji van kesan re digotin “Koma Apocî”. Vê komê pêşî xwe li Enqerê birêxistin kirin û piştre jî derbasî Kûrdistanê bûn.
Di wê demê de Rêber Ocalan jî derbasî Amedê bibû. Ocalan, Mazlûm Dogan, Xeyrî Dûrmûş, Dûran Kalkan û çend kesên din li Amedê li taxa Baglar di avahiya Gunaydin de, dest bi xebatan kiribûn. Li vêderê amadekariyên kongreya “îlankirina Partiyê” dikirin.
Amadekariyên kongrê bi taybet Ocalan birêvedibir. Di pratîkê de jî Mazlûm Dogan û Seyfettîn Zogurlu xebat di meşandin.
Berbi dawiya Mijdara 1978’an li ciyekî bi ewle digeriyan ku civîna xwe pêk bînin. Di demek waha de mala Seyfetin Zogurlu ya li gundê Fîsê hat bîra wan û li ser vî cihî hemfîkir bûn.
Dema rupelê dîrokê 27ê Mijdara 1978an nîşan dida, ew kesên ku vexwendibûn civînê berbi gûndê Fîsê birêketin. Rêber Ocalan, Sakine Cansiz, Cemîl Bayik û Kesîre Yildirim jî bi taksiyek ji Amedê ji taxa Baglar birêketibûn. Payiz bû. Baran hûrik hûrik dibariya. Mij ketibû deşta Fîsê. Lêbelê vê koma ciwan dixwestin mijê ku sedan salan e li ser qedera Kurdan digeriya belav bikin. Dema gihîştin gundê Fîsê, hejmara wan gihîştibû 24 kesan. Ji bo Kemal Pir di zîndanê de û Mehmet Karasûngur jî di şerê Hîlwanê de bû nehatibûn civînê.
Civînê destpêkir. Di civînê de hemû nîqaş û axaftin di Teyiba ku Cemîl Bayik bi xwe re anî bû de dahat qeydkirin. Di destpêkêde hin kes li dijî îlankirina partiyê derketin. Digotin hîna zû ye. Lê Rêber Ocalan digot êdî tevger hatî asteke wisa bê partîbûn ev kar nayên meşandin.
Û rêvebiriyek hat hilbijartin. Li ser navê sê kesan biryar dan. Abdullah Ocalan, Mehmet Karasûngur û Şahîn Donmez. Civîn bi hilbijartina van sê kesan bi dawî bû.
Mêvanên ji bo guhertina qedera netewekî hatibûn cem hev, li vê derê biryarek girîng a partîbûnê girtin û belav bûn. Biryara partiyê hatibû dayîn lêbelê navê partiyê nehatibû destnîşankirin.
ji bo ewlekariyê ku dewlet bi ser tevgera wan ve neyê, demek ev biryara partîbûnê eşkere nekirin. Navê partiyê jî destnîşan nekirin Û biryara Partîbûn jî wê demekî veşartî bima.
EWROJ….
Rêber Ocalan, piştî kongrê dema vegeraya Amedê li apartmana Gunaydin dest bi nivîsandina “Danezana Avakirinê” kir. Bilî komîteya weşanê, Cemîl Bayik jî tevlî van xebatan bû. Manîfesto dema ket destê komîteya ragîhandinê, rûpela yekem venekirin, li benda çalakiyek man.
Êdî hatibûn kêliyên tam çapkirinê, navê partiyê gihîşt destê wan. Dîtin ku navê partiyê waha hatî nivîsandin: “PARTIYA KARKERÊ KURDISTAN”. Wan çap da seknandin. Ferhat Kurtay nivîs redekte kir û got dive ‘N’ were dawiya peyva KARKERÊ. Û wusa nivîsandin. Ji nû de di destpêka pirtûkê de nav ê “PARTIYA KARKERÊN KURDISTAN” nivisî.
Çend kesan bi tenê ev nav dizanibûn. Bi rayagiştî re parve nekirin. Li bendêbûn ku li Sîweregê çalakiyek lidar bixin û wisa navê partiyê deklere bikin.
Dema li Sîweregê li dijî Bûcakan amadekariya çalakiyê dihat kirin, li aliyek jî amadekariya belavoka îlankirina PKKê hebû.Çalakî destpêkir. Hevalên wan li benda têlefonê bûn ku encama çalakiyê bi raya giştî re parve bikin. Lê xeber bi derengî ket. Sedem jî di çalakiyê de şehadeta Salîh Kendal bû. Salîh şehîd ketibû.Mustefa Karasû hat û her tişt ji wanre bi detayan îzah kir. Behsa şahadeta Salîh Kendal jî kir. Li ser vê yekê, dest bi belavkirina belavokê kirin. Ketin Gumruk Han, dîtin ku tijî mirovin. Dema belavok didan ser maseyên çayxanan mirovan bi kelecaneke mezin dixwendin. Navê PKKê cara yekem bû li wêderê dibihîstin. Kesekî belavok xwend, rabû ser piya û got “Bijî PKK”.
Bi vî awayî Partiya Karkarên Kurdistanê PKK bi aweyekî fermî damezrandina xwe îlan kir.
ÎROJ
Ew navê PKKê yê ku 40 sal berê li Sîweregê bilind bû, îro li her deverê cîhanê belav bû ye. Hêzên navneteweyî dema di siyaseta rojhilata navîn de biryaran didin, yekser faktora PKK’ê digirin ber çav. Di van biryaran de PKK’ê esas digirin û li gorî vê yekê biryar didin. Herî dawî DYA’yê li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê biryarek da. Ev biryar jî yekser bi şerê cîhanê ê sêyemîn ve girêdayî bû.ng ên PKK’ê biryarek da. Ev biryar jî dîrek bi şerê cîhanê yê sêyemîn ve girêdayî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.