Mihemed ŞAHÎN
Di serdema Erdogan de pîvanên hemwelatî û “qaşo hemwelatiyê” guherîn.
Ji dewleta Osmanî virve li vî welatî hemwelatî hene û “qaşo hemwelatî” hene. Hemwelatî xwediyê dewletê ne. Heq, hiqûq, maf û hemû derfetên dewletê ji bo wan derbasdarin. Qaşo hemwelatî ji hemû tiştî bêparin. Ji bo wan du vebjêrk hene. Yan wê bibin hemwelatî yan jî wê bên tasfiyekirin.
Di serdema Osmanî de hetanî demekî pîvanê hemwelatiyê ol bû. Misilmanên sinî hemwelatî bûn, yen nemisilman û misilmanên ne sinî yên Elewî û hwd. jî qaşo hemwelatî bûn.
Di sala 1889’an de bi avabûna hişmendiya Îtîhat Terakî û pêve pîvanên hemwelatî û qaşo hemwelatiyê guherîn. Yên ku Tirk bin û yên ku Tirkbûnê qebûl bikin û xwe Tirk bibînin hemwelatîne yên din hemû qaşo hemwelatîne.
Li vî welatî ji bo “qaşo hemwelatiyan” mafê jiyanê tuneye. Lewre herkes neçare ji qaşo hemwelatiyê derbasê hemwelatiyê bibe. Yên ku di qaşo hemwelatî de israr bikin û li ber hemwelatîbûnê astengiyan derxin neçarin ji mirinan mirinê biecibînin.
Komkujiya tesfiyekirina civaka Ermen a 1915’an, pogrûma Trakyayê tasfiyekirina Cuhiya ya 1934’an, bi zagona baca hebûnê (maldariyê) tasfiyekirina dewlemendiyên nemisilmanan a 1942’an, bi bûyerên 6-7 îlonê (pogrûma Stenbolê) tasfiyekirina Rûmên Stenbolê 1955’an berhemên vê hişmendiyê ne. Operasyonên tasfiyekirina qaşo hemwelatiyên ku îhtîmala wana ku bibin hemwelatî tune bû.
Bê guman “qaşo hemwelatî” tenê ji van civakan pêknedihatin. Gelek beşên din jî hebûn. Ji van beşan yek jî civaka Kurd bû. Civaka Kurd civakeke mezin û ji civakên herî kevnar û qedîman yek bû. Kok û rehên wê di kûrahiya serdema Neolîtîkê de veşarî bûn. Mezinbûna wê û xwezaya wê destûr nedida weke civakên din bi qirkirinê bên tunekirin û ji welatê xwe yê qedîm bên tasfiyekirin. Lê ev nedihat wê wateyê ku wê nebin armanca polîtikayên hemwelatîkirinê.
Ji destpêkê avabûna Komarê şûnve, sed sale operasyonên hemwelatîkirina civaka Kurd bênavber berdewam dikin. Zagonên Islehkirina Şerqê, Zagonên Takrîr-î Sikûn, Erkdarkrina Mufetîşên Ûmûmî yên Kurdistanê, erkdarkrina waliyên rewşên awarte yên Kurdistanê, derbeya leşkerî yê 27’ê gulan a 1960’î, derbeya leşkerî yê 12’ê adar a 1971’an, derbeya leşkerî yê 12’ê îlon a 1980’yan hemû operasyonên hemwelatîkirina civaka Kurd in.
Bi van operasyonan navê gund, navçe, bajêr, çiya, deşt û banîyên Kurdistanê hemû kirin tirkî, li ser hemû çiayayên Kurdistanê bi tîpên qerase nivîsîn “Şad û bexteware yê ku ji xwe re dibêje ez tirk im”, sed sale her sibehê li ber deriyên dibistanên xwe yên ku weke aşên pişaftinê zarokên Kurd dihêrin “Ez Tirkim, rastim, jêhatî me” bi zarokên kurdan didan gotin. Ji bo hemwelatîkirina civaka Kurd hemû rê û rêbazên dij exlakî, dij hiqûqî, dij mirovî ceribandin lê biserneketin. Kurdan ji qaşo hemwelatiya xwe dest bernedan, şadî û bextewariya xwe di tirkbûnê de nedîtin û nebûn hemwelatî.
Hişmendiya hemwelatîkirina civaka Kurd a têkçûyî bi desthilatdariya AKP’ê ji rengê sor derbasê rengê kesk bû. Ji bo serkeftina xwe xwest rengê kesk jî biceribîne. Li gel dek û dolabên xwe yên kirêt rengê kesk jî nekarî civaka Kurd bike hemwelatî. Bi serde jimareya “qaşo hemwelatiyan” roj bi roj gelek zêde kir.
Desthilatdariya AKP’ê dizaniya ku ji bo hemweltîkirina civaka Kurd rê li desthilatdariya wê hatiye vekirin. Têkçûyina wê ya li hember Kurdan dihat wateya tunebûna desthilatdariya wê. Lewre piştî ku têkçûna xwe dît ket tatêla parastina desthilatdariya xwe.
Piştî ku hikûmeta Erdogan ket tatêla parastina desthilatdariya xwe pîvanên hemwelatî û “qaşo hemwelatiyê” jî guherîn. Li gorî pîvanên Erdogan, yên AKP’yî û yên ku li ber siyaseta Erdogan çong danîne û teslîmê wî bûne hemwealtî ne, yên din hemû “qaşo hemwelatîne”, “qaşo siyasetmedar in”, “qaşo akedemisyenin, qaşo bijîşkin, qaşo mamostene, qaşo parêzerin, qaşo dayik in, qaşo bav in, qaşo mirov in… Bi kurtahî yên din hemû qaşo ne.
Heta ku tenê Kurd “qaşo hemwelatî” bûn pergalê awarteyê ku tu maf, edalet, hiqûq, nirx û pîvan nasnedikir sed sale tenê li Kurdistanê hebû. Lê niha nivê serjimara Tirkiyê bûye “qaşo hemwelatî” û li her derê Tirkiyê belav bûne. Lewre pergalê ku sed sale tenê li Kurdistanê ji bo hêrandina Kurdan hebû niha li herderê Tirkiyê heye û hewl dide hemû beşên “qaşo hemwelatî” yan bihêre.
Belê bi saya siyaseta Erdogan êdî yên ku “qaşo hemwelatîne” ne tenê Kurd in. Êdî ji sedî pênciyê Tirkiyê yanî nîvê Tirkiyê li gel civaka Kurd “qaşo hemwelatî ne”. Ev li tirkiyê pêvajoyeke nû ye û dixwe de derfetên nû diafirîne. Civaka Kurd hînbûyiye. Xwediyê cerebeyeke xurte. Çewa hetanî niha li berxwedaye wê ji vir şûnde jî li berxwe bide. Ya girîng ewe ku “qaşo hemwelatî” yên milê Tirkiyê vê heqîqetê bibînin, mil bidin hevûdu û mil bidin civaka Kurd. Rizgariya Tirkiyê di pirbûn, yekbûn û bihêzbûna qaşo hemwelatiyan de ye.






