Li Kurdistan û Tirkiyê niha 384 girtîgeh hene, lê vê yekê têra rejîma AKP’ê nekir û 53 girtîgehên din hatin çêkirin. Hejmara girtî û hikumxwaran zêdeyî 260 hezar e ku 1.500 jê nexweş in.
Polîtîkaya dewleta Tirk a li ser girtîgehan, binpêkirina mafên mirovan giran dike û weke pirsgirêke civakî û siyasî derdikeve holê. Her yek ji girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyê, ji bo girtiyên siyasî bûye êşkencexane.
Lêgerîna bi rengekî tazî, cezayên giran ên dîsîplînê, sirgûn, êşkence, kiryarên xerab, tecrîd, nêzîkatiyên biçûkxistina malbatan û kiryarên mîna vê, rêbazên sereke yên polîtîkaya AKP’ê ya li ser girtîgehan e.
Dewleta Tirk ji bo mirovan soza çêkirina girtîgehên nû dide. Projeya 19 girtîgehên bi mezinahiya 2 milyon 269 hezar û 924 metreçargoşeyî niha qediya ye. Li gorî plansaziya sala 2018’an a Wezareta Edaletê, wê 53 girtîgehên nû bên çêkirin.
Bi desthilatdariya AKP’ê re hejmara girtiyan bû 260 hezar. Bi girtîgehên nû yên vebûne û bên vekirin re, tê gotin ku hejmara girtiyan wê bibe 800 hezar. Ev yek li gorî nifûsa Kurdistan û Tirkiyê tê wê wateyê ku her yek ji 100 kesî wê girtî be. Berî ku AKP bibe desthilatdar, hejmara girtiyan di 31’ê Kanûna 2002’an de bi giştî 59 hezar û 429 kes bû. Wekî din 1.500 girtiyên nexweş hene û rewşa 402 ji wan giran e.