Zekî BEDRAN
Li ser damezrandina PKK’ê re 40 sal derbas bû. Niha em derbasî sala wê ya 41’ê dibin. PKK û gelê Kurd li her derê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz dike.40 sal berê 22 mirovên ciwan li maleke mutewazî ya li gundê Fîs yê Licê hatin cem hev û biryara avakirina partiyê dan. Bi giştî ciwanên rewşenbîr û şoreşger yên ku li zanîngehan dixwendin partî avakirin û jê re pêşengî kirin. Rêber Apo kom ava kir û pêşengî jê re kir. Yên ku ji partiyê re pêşengî kirin durûşmeya wekhevî û azadî esas girtin. Ji bo vê sosyalîzm û tevgera kedê weke xeta îdeolojîk diyar kirin.
Heqî Karer û Kemal Pîr ku her du jî ji Derya Reş bûn, destpêkê tevlî komê bûn û heta dawiyê bi Rêber Apo re hevaltî kirin û dilsoz man. Wan Kurdistan qet nedîtibûn û pêwendiyên wan jî tunebûn. Lê tevlî têkoşîna şoreşgerî bûbûn. Piştî ku Rêber Apo naskirin bi wî re bê dudilî heta dawiyê hevrêtî kirin. Di avabûna ewil de netewperestî red kiribûn. Di şexsê Rêber Apo de cidiyet, bawerî û dilsoziya bi gelan re dîtibûn. Komê di çalakiyên destpêkê de durûşmeyên mîna ji gelan re azadî û bimre mêtingerî avêtin.
PKK’ê dema ku ku xebatên xwe li Kurdistanê berfireh kir, ji hemû gel, bawerî û çandan mirov hembêz kir û tevlî xwe kir. Bê ku cudakariyê bike nav, bang li Ereb, Suryanî, Tirkmen, Elewî, Sunnî û civatên din kir û ew kirin hevparê têkoşînê. Mozaîka gel û baweriyan ya Mezopotamya û Rojhilatanavîn hembêz kiribû. Li şûna berjewendiyên netewî yên teng û netewperestiyê, rêgezên mîna yekîtî, wekhevî û azadî danîbû pêş xwe. Ji ber ku pişta xwe dida rastiyên dîrokî di demeke kurt de li Kurdistanê xwe bi rêxistin kir û kete nava gel. Dîyalektîka fikir ya Rêber Apo di eksena pêşxistina van rastiyan de ava bû. Dîrok esas girt, roj ji nedîtîve nehat û çavê xwe li ser pêşerojê neda aliyekî. got, “Em di destpêka dîrokê de veşartîne û dîrok jî di roja îro de veşartiye.”
Bernameya Kurdistana azad ji Rojhilatanavîn ya federal cuda nehat destgirtin. Ji roja ewil heta niha girêdayî vê rastiya ma. Ji ber vê yekê ruhê enternasyonal û têgihiştina PKK’ê zindî bû, rojane bû û jiyanî bû. Tiştêen ku hatin gotin bi nivîsan û propagandayan sînordar neman. Di jiyanê û pratîkê de ev xet tim pêk hat. Yên di destpêkê de beşdarî Rêber Apo bûn Heqî Karer û Kemal Pîr bûn. Şehîdê yekemîn yê PKK’ê jî Heqî Karer e. Yek ji yên ku di zîndana Diyarbekirê de êşkenceyên giran dît, di tarîtiya faşîzmê de li ber xwe da û şehîd bû Kemal Pîr e. Di dadgehê de dadger ji Kemal pirs kir, “Tu Tirk e, çi karê di li nav van heye.” Kemal jî wiha bersiv da, “Ez di vê tevgerê de şoreşa Rojhilatanavîn û rizgariya Tirkiyê dibînim.” Di fikir û ruh de yekîtî, bawerî û dilsozî hatibû avakirin.
Dema ku li Tirkiyê girtin û êrîş zêde bûn Rêber Apo derbasî Sûriyê bû. Xwest serokatiyê û pêşeroja tevgerê biparêze. Dema ku derbasî Sûriyê bû ne kesê ku nas dikir û ne jî piştgiriya wî hebû. PKK wê demê tevgereke ku zêde dihat naskirin nebû. Rêber Apo bi hêzên Filistinî re pêwendî danî û xwest xwe bi cih bike û li Rojhilatanavîn li ser pêyan bimîne. Nexwest here Ewropayê weke penaberekî bijî. Li Ewropayê derfetên pêşxistina şoreşê tune bû. Li Rojhilatanavîn ma û berê xwe da Kurdistanê. Bi nûnerên gelê Filistîn û rêxistinên şoreşger re pêwendî danî. Bi demê re bi hukûmeta Sûriyê re pêwendî danî. Li gel rêxistinkirina Kurdên Sûriyê, bi gel û rêxistinên Ereb re jî kete nava lêgerîna pêşxistina yekîtiyê. Çawa ku li Tirkiyê yekîtiya Kurd û Tirkan parast, li Sûriye û Filistînê jî yekîtî û tifaqa Kurd û Ereb parast. Di vê mijarê de fikir û lêgerîna pêşxistina pêwendiyan timî berdewam kir.
PKK timî girêdayî wekheviya zayend, yekîtî û biratiya gelan, tekoşîna azadî û demokrasiyê ma. Ger PKK îro li Rojhilatanavîn buye tevgereke ku bandoreke mezin dike, ev yek jî bi rêgeza yekîtiya gelan pêk anî. Dewleta Tirk û paşverûtiya herêmê çiqas êrîşî PKK’ê bike û reş bike jî nikare tesîr û pêşketina wê rawestîne. Yên ku PKK’ê nas dikin û li gel wê pêwendî datînin rastiya PKK’ê dibînin. Ji ber vê jî hewldanên dijminan yên reşkirinê jî encamê nagire. 40 saliya PKK’ê bi berxwedanên mezin û lehengiyên destanî hatiye hûnandin. Gelek taybetiyên wê yên ku bên vegotin hene. Lê weke hêzeke Rojhilatanavî ku bandorê li herêmê dike û jê bi bandor dibe teqez divê aliyê wê yê enternasyonal bê fehmkirin û were dîtin. Wezîfeya kadro û dostên PKK’ê ya ku vê taybetiya wê ji gelan re vebêjin, heye. PKK tenê tevgereke Kurd nîne. Tevgera hemû gelên bindeste. Hêza pêşeng ya jin û çînên bindest e. Em di demeke wiha de ne ku herî zêde pêdivî bi yekîtiya enternasyonal û tekoşînê heye.






