Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cihê herî bi ewle welatê mirov e

27/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ma stranên me ji dilê gel re dibin hêvî?
Share on FacebookShare on Twitter

Hozan Seyîdxan

Di dîroka netewan û ya gelan de hunermend  bi hunera xwe li dijî desthilatdariyê, kedxwariyê û zilmê kesayetên dijber û muxalîfin. Ji ber ku di temaya hunera xwe de mijarên girîng  azadiyê, aşitiyê û demokrasiyê vedibêjin. Piştî hewqas sedsal bi şunde kurdên hişyar û rêxistinkirî îro ji bo nasnameyek azad bedel didin û têdikoşin. Li aliyên dinê rejimên dagirker ji bo hewildanên siyasî û çandê yên kurdan ji holê rakin, hemû hêza xwe bikar tînin.

Rejima AKP yê dîktator û faşist “qaso“  zagonên xwe ji nedîtî ve dibîne û li ber çavên raya giştî, çi kesên ku li dijî pergala wî diaxive, rexne dike an jî fikir û ramanê xwe tîne ziman, bi zagon û hiquqa yek alî ya têne girtin an jî bi zilm û zorê ve rû be rû dimînin.

Doh bû ji ber fikir û ramanê bi hezaran mirov ji wan akademisyen, rojnamevan, rewsenbîr, hunermend û siyasetmedar ji ber ku qala demokrasî, azasî û aşîtiyê dikirin ji aliyê rejima AKP e ve hatin girtin û her yek ji wan bi dehan salan cezayan hatin darazandin û îro di zindanan da ne.

Dîse li kurdistan û tirkiya yê  ji aliyê rejima AKP e ve bi dehan saziyên çandê,hunerê û zimanê kurdî hatin qedexekirin,girtin.îro gelek endam û xebatkarên wan saziyan  hatine girtin û di hepsandene.

Belê gava qala mafê kurdan yê rawa tê kirin, zagon, maf û hiquqa netew dewlet û nav dewletî lale, kerre û nabîne.

Rejima dîktator û faşist ya AKP e li tirkiyê û derveyî tirkiyê ji bo temenê desthilatdariya xwe dirêj bike û pêşî li hemû reng û dengên muxalif bigire, bi hîleyan û şantajan bi şêwazên derî mirovayetî pêl li normên gerdunî yên hiquqê, edaletê û mafê mirovan jî  dike.

Li gel girtin û zindankirina bi hezaran mirovên kurd, herî dawî hemwelatiya Elman(Bi orjîna xwe kurde) Hozan Canê di pêvajoya  hilbijartinên giştî yê serok komariyê de 24 ê Hezîranê 2018 ande ji bo piştgiriyê bide HDP’ê diçe bajarê Edîrne ya tirkiyê. Ji ber ku Hozan canê tevlî xebatên piştgiriya HDP’ê re bu ye ji alî yê polîsên AKP e ve tê girtin.

Dadigehên AKP e Hozan Canê bi îdîa ya ku endamê PKK ê ye destnîşan dikin û dixin hepsê. Di encamê de dadigehên AKP e şeş sal û sê mehan cezayê girtinê didin Hozan Canê.

Li aliyê din bêdengiya rayedarên hikumeta Elmanya ya li hember girtina hem welatiya xwe Hozan canê,  carekdin polîtîkayên hikumeta Elman yê qirêj tîne bîra mirovan. Ji vê rewşê diyare ku girtina her yek kurd (Ger hemwelatiyên wan jî bin) di navbera hikumeta Elman û Tirk de dibe sedema berjewendiyên xwe yên eborî, siyasî û  bazarên qirêj. Dewleta Elman jî wek ya tirkan çavê xwe li ber girtina hem welatiya xwe digire. Di heman demê da pê li hemû zagonên xwe jî dike.

Belê îro li dijî kurdan ev cure polîtîkayên dewleta Elman  dest pênebû ye. ji salê 1986 an ve li dijî kurdan û daxwazên kurdan yên demokratîk astenge.

Derfetê birêvebirina siyasetê li pêşiya kurdan digire. Hemû sembolên kurdan qedexe kirin. Li dijî kurdan, piştgiriyê û alîkariyê  dide dagirkerên dewleta tirk.

Îro gelê kurd xwediyê  hêz û  wê derfetê ye û bi biryare ku dikare bi ser rojên zorde here. Bi dayîna bedelên mezin jî be, bi baweriya destkeftiyan tu hêzên dagirker nikarin pêşî li tekoşîna azadiyê ya gelê kurd bigire.

Di vir de ya herî giring yekîtî û hevgirtine. kurd li kudera cîhanê be, lazime di bîr û hizra welatê xwe de bijî. Ciyê herî bi ewle cî û welatê mirove. Welatê xelkê, ji mirov re nabê dayîk.

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.