Medenî FERHO
27ê Mijdarê, damezrandina PKKê, gavek dîrokî ye.
Ev gava dîrokî, bû haraketek dîrokî û di kesayeta gelê Kurd de, ji bo gelan bû hêvî û utopya. Êdî bûyerek ku di çarçoveya diyalektîkî de bê nirxandin e.
Ev mecburiyetek e û pirs jî, ev e: Li kûderê, kengî û çawa? Pirs jî yek e!…
Gav li Enqerê hate avêtin, di 27ê Mijdarê 1978’an de, li gundê Fîsê bû qonaxek dîrokî. Vê qonaxa dîrokî, li Kurdistanê zincîr û leleyên koletiyê şikandin.
Ev destpêka romanekê bû û di nav demê de, di aliyê civakî, siyasî, entelektuelî û wêjeyî de hemû vegotin û rêbaz guhertin. Guhertin jî radîqal bû û wek doktrînekê derkete holê. Encam jî şoreş e.
Di wê serdemê de, li Kurdistan parçekirî, yekîtiyek siyasî, kesan, eşîran, sazî û rêxisinên Kurdan nebûn. PKKê, di Kurdistanek parçe de û di mercên destîniyek drametîk de dest bi têkoşînê kir.
Destîniya drametîk, bandorek xerab li soyolojiya civaka Kurd û cografya Kurdistanê kiribû. Mêjî û bedena Kurd jî hatibû parçekirin… Hişmendiya neteweyî korîk bû, di atlasê mêjiyan de nexşeyek hilû, bê reng hebû. Ya herî xerab jî, wêjeyek neteweyî nebû.
Lewma 27ê Mijdara 1978an taca zêrîn e… Di têkoşîna 40 salî de, êdî hem helbest e, hem roman e, hem stran e, hem ferheng e, hem medya ye, hebûnek organîze ye…
Di bersiva sê pirsan de, yek bersiv heye; Disîplîn û aheng e!… Vê disîplîn û ahengê trajediya dîrokî berteref kir. Ya dilêşî ew e ku, di vê destîniya drametîk de, hinek ji kurdan jî bûne aktor û paşeroja gelê Kurd tarî kirin.
Îro jî, aktoriya trajediya xerab dewam dike. Lê, gel rastî fêm kiriye û baş dizane ku, trajediya wek destîniya cografya Kurdistanê derketiye holê, encama planên organîze ye. Organîze, li derve têne amade kirin, hevkar jî li hundir in.
Ya mixabinî rewşa cîhana entelektuelên Kurd e: Hinek nivîskar, rojnamevan, siyastemedar û entelektuel, ji aktorên trajediya bextreş re neşîde-qesîdeyan dinivîsin. Ev kes û derdor, “meyyal”ên metelîkan e. Bedcan in û rola mîratzadeyên Qasim û Reyberan girtine ser xwe!…
Bêguman dîrok mîrateyek e û her nifş, mîrateyekê ji nifşê pey xwe re dihêle. Mîrateya li Kurdistanê jî, 29 berxwedanên dîrokî ne û di her berxwedanê de, heman trajedî derketiye holê.
Ez dubare dikim: Bersiva sê pirsan yek… 27ê Mijdarê, da xuya kirin ku dîrok hem komkirin e, hem guhertin e!… Lewma navê PKKê jî bûye guhertin. Bingeha vê jî, doktrîna Ocalan çêbûye.
Doktrîna Ocalan, giyan-canê Kurd bi beden û hişmendî kir.
Beden û hişmendiya nû ya Kurdistanê, di aliyê civakî, sîyasî, cografîk û wêjeyî de teqeze guhertin kiriye. Ev guhertin li ser bingeha diyalektîkî ye. Lewma min di destpêkê de, got, “nirxandina di çarçoveya diyalektîkî” de…
Binêrin, netewe-dewlet û îdeolojiya nîjadperestiya Tirk, Ereb û Fers, heta teolojî û metafîzîka kapîtalîst jî, bûne nunerên paşverûtiya navneteweyî. Bi navê dîrokê hareket dikin û dixwazin gelê Kurd mahkumê mirinê bikin. Navê vê ne nunertî ye, dêwê ku di nêçîra mirovan de, ewrên reş li xwe dipêçin e, geh El Qaîde ye, geh DAIŞ e, geh JITEM e!.. Lewma di mijara berjewendiyan de serxweş in û hem zordestiyê dikin, hem dek û dolab û hîleyan dikin. Ji ber vê jî, di kûştina rûmeta mirovahiyê de texsîr nakin. Ev jî, qetullileh bextewariyê nayîne. Wajî vê, dibine nepaxa gurkirina agirê dojehî. Her kiryara wan, vekirina riya dojehê ye û mirovahiyê dişewitînin.
Doktrîna Ocalan, wêneyê dehşetengîz zulmeta netewe-dewlet û kapîtalîzmê eşkere kir. 27ê Mijdarê û gihiştina qonaxa îro, di cîhanek wisa dehşetengîz de, hêvî û utopya afirand.






