Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

40 salên kamil bûyî

27/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bakurê Sûriyê  neçare demokrasiya xwe kûr bike
Share on FacebookShare on Twitter

Avesta AMARGÎ

Gelê Kurd, bi coşekî mezin, salvegera PKK’ê ya 40. pîroz dike. Gelê Kurd di rastiyê de roja dayîkbûna xwe pîroz dike. PKK’ê di cewherê xwe de rastiya ji nûve zayîna gelan e. PKK’ê ji nûve pênaseya nasnameya mirovê azade. PKK’ê ji nûve jiyane, felsefeye, lêgerîne, helbeste, strane, hêviye, çande, wêrekiye, pîvane, û romanek nehatiye bi dawî kirine.

Em dema bala xwe bidin rastî û heqîqeta PKK’ê, pêwîste mirov PKK’ê bi Rêbertîyê re û Rêbertî bi PKK’ê re binirxîne. PKK’ê halê Rêber Apo yê hatiye lêhûrbûn kirin û jiyanî kirinê ye. PKK bûyîn pêkanîna çalakiyê ye. PKK’ê di her kêliya jiyanê de xwediyê hêza vê çalakiyê ye. PKK’ê rê û resmê mirovê hatiye kamil kirinê ye. Di dîroka mirovahiyê de kamilbûyîn her tim bûye xewneke jê neveger. Bi hezaran sale mirovatî bi tekoşîn, ked û berdêl dayînê di pey vê heqîqetê de bazdaye. Di her dema ku gelan bi tekoşîna xwe serî hildane ev xewna mirovahiyê xwe ji nûve zindî kiriye. Civak an jî mirovên ku di oxira xwe gîhandina vê rastiyê de feda kirine, mirov, li ser wan gotin nabîne ku vebêje. Rêber APO PKK’ê dibêje PKK partiya şehîdane. Şehîd, ji bo mirovan an jî civakan tê wateya rastiya herî mezin ya bi êş lê di heman demê de tê wateya rastiya herî bi nirx û rûmet ya jiyanê.

Her gelek, bi jiyana xwe, xwe pênase dike. Ger jiyana însan ne di halekî bê jiyîn de be, ne gengaze ew gel jî rast jiyîn bike. Li kurdistanê beriya derketina PKK’ê jiyan ne di rewşekî werê jiyan kirinê de bû. Gelê Kurd, di peyî jiyana madî de bazdida lê ji jiyana dijîya tu tam jê nedigirt. PKK’ê bi nêrandina xwe ya ji jiyanê û felsefê re li kurdistanê tama jiyanê xweş kir. PKK’ê bi pratîka xwe jiyana madî veguherand jiyana manewî. PKK’ê bi mezin kirina jiyanê, ferqekî mezin di navbera xwe û dîroka hatî jiyîn de vekir. Di bin her gav avêtina PKK’ê de rastiya xwe gîhandina jiyana kamil bûyî heye. Lewma ji her neteweyan mirov berê xwe didin deriyê PKK’ê vekiriye.

PKK’ê di roja îro de di her malê de, di her bajarî de, di her taxê de û li her dera jiyan lê tê jiyîn daye. PKK’ê jiyana hatiye kamil kirine. Kamilbûyîn, îfadeya jiyaneke nû ye. Jiyana nû bi nêrîna Kamilbûyîn li kurdistanê, bi xwe re pênaseyek nû welidand. Di nava 40 salên derbas bûyî de, Mirov dema ku behsa heqîqeta PKK’ê dike hewcehî bi lêhûrbûnê dibîne li ser sira ka PKK’ê çawa dibe ken li ser rûçikên zarokekî xwe ji dorpêça mirinê rizgar kirî, çawa dibe mêvanê dilê keçan û çawa dibe lorînek li ser zimanê dayîkan û hwd.

PKK’ê di nava van 40 Salî de bi reşkirinên herî xedar re rû bi rû hat lê, ew reşkirin ji meznahiya PKK’ê dihat. Wan reşkirinan tu carî gavek bi PKK’ê paşde neda avêtin. Êdî mirovahî di ferqa hêza PKK’ê de ye. PKK’ê di roja îro de ne Kurdistanî ye êdî gerdûnî bûye. PKK’ê di encama 40 salan de îro bûye jiyana mirov lê digeriya.

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.