Ezîz KOYLUOGLÛ
Şerê di navbera çeteyan yên li Efrînê van çend rojan dewam kir. Dewleta tirk ya dagirker ev şerê li Efrînê mîna operasyonek ji aliyê wê ve hatiye lidarxistin xwest bi raya giştî bide qebûlkirin. Ev şer jî wek “bê bandorkirina komên sûc kirine, li ser herêmê metirsiyê çê dikin” bi nav kir. Koma çete ya ku dewleta tirk hedef girt, ya Ehrar El Şerqiye ku di dagirkirina Efrînê de hêza sereke ya bi dewleta tirk re tevdigerî. Bi taybet ev kom di çarçoveya plana “perwerde bike û biçek bike” ya ji aliyê Pentagon ve hatibûn perwerde kirin. Lê dewleta Tirk ya dagirker ne tenê li Efrînê li hemû herêmên di bin dagirkeriya wê de û komên bi temamî li gor siyaseta wê tevnagerin wê bike armanca xwe.
Êrîşa dewleta Tirk ya dagirker ya li dijî wan komên çeteyan di çarçova planek berfireh de pêktê. Piştî dewleta Tirk ya dagirker di 17’ê îlonê de bi Rûsan re li ser Idlibê, bi peymana Soçî di çarçoveya heremekî bê çete qasî 15-20 km lihevkirin, ev plan ket meriyetê. Ne tenê di çavçoveya peymana Soçî, ji despêkirina civîna Astana ve dewleta Tirk ya dagirker di çavçoveya planeke ku bi Rûsan re çêkiriye tevdigere.
Ev plan di gava yekemîn de li Helebê pêkhat û cihên di destên komên çeteyan yên Helebê ji aliyê dewleta Tirk ve radestî rejîma Sûriyê hate kirin. Bi îlankirina herêmên bê şer ve ket merheleyekî din. Herêmên bê şer di pratîkê de rejîma Sûriyê çiqas êrîşî cihê di destên komên çeteyan bike jî, divê çete bersiva wan nedin, bû. Vê merheleyê hişt ku rejîma Sûriyê û alîgirê wan di şer de nefesekê bistînin û bi hêz bibin. Herêmên bê şer di encama êrîşên rejîma Sûriyê û dostê wan de, dîsa bi destê dewleta Tirk ya dagirkir yek bi yek radestî rejîma Sûriyê hate kirin.
Ev plana radestkirina herêmên di bin destên komên çeteyan de di çarçoveya civînên Astana û Soçî de pêk hatin.
Plana Rûs û dewleta Tirk ya dagirker ya tasfiyekirina komên çeteyên ji xwe re dibêjin Artêşa Azad didome. Merhela dawî Idlib bû. Lê Idlib ev plana dewleta Tirk û Rûsan hinek eşkere bû û Koma Biçûk ya di mijara Sûriyê de hatibûn cemhev (Emerîka, Elmanya, Fransa, Brîtanya, Erebîstana Sûdî, Urdin) pêşiya radestkirina Idlibê girtin.
Niha di êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ya li dijî komên çeteyên heta niha ku ji bo berjewendiyê xwe bikardianî de eşkere dibe ku, plana Rûs û Tirkan ya tasfiyekirinê didome. Sê roj berê berdevkê Wezarata Karên Derve ya Rûsan ev hewldana tasfiyekirinê ya dewleta tirk bes nedît û got “her çend Tirkiye pirr hewldide lihevhatina Soçî ya Idlib pêk were jî, lê xuyaye wê bisernekeve.” Bi vê daxuyaniyê jî eşkere dibe ku Rûs hewldanên Tirkan bes nabînin û dixwazin ev tasfiyekirina komên çeteyan ya li Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablus destpêkiriye li Idlibê bidomîne. Erka Rûsan daye dewleta Tirk ya dagirker jî ev e.
Wek hemû tiştî dubendiya siyasetê di vê mijarê de jî didome. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li dijî komên girêdayî Erebîstan Sûdî û yên ji aliyên Pentagon ve hatine perwerdekirin de ji Rûsan re dibêje “waye ez komên dijberî te ji nav wan koman dibim”, ji aliyê din jî, ji bo hemû komên niha li herêmê dagirkirî dimînin bi temamî têxe bin bandora xwe. Kengî bixwaze wan koman ji bo berjewendiyê xwe bikarbîne. Dibe ku di rewşek awarte de ev koman li dijî rejîma Sûriyê jî bên bikaranîn. Lê dewleta Tirk bi israr ji Rûsan re dibêje ev komên ku perwerde dike û wek “Artêşa Milî” bi nav dike li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk birêxistin dike. Lê ya rast dewleta Tirk wê van çeteyan li dijî her kesên ku li dijî xwe dibîne, wê bikarbîne.
Heta niha bi qasî xuya dibe plana dewleta Rûs bi kêmasiyan be jî didome. Dibe di rojên pêş de dewleta Tirk û Rûs bi hev re li dijî hin koman li Idlibê jî şer bidin destpêkirin. Êdî dewleta Tirk ya dagirker darê destê Rûsan e.






